rojane
-

Qanûna nû ya Talîbanê tundiya navmalê qanûnî dike û parastina jinan sînordar dike
Qanûna ceza ya nû ku ji ajiyê Talîbanê ve hat derxistin, bû sedema rexneyan. Ev qanûn destûr dide mêran ku di şert û mercên diyarker de li dijî hevjinên xwe tundiyê bikin, ev jî jin û zarokan dê bê parastin bihêle.
-

Dorpêça li ser Kobanê her diçe girantir dibe
Di 20’ê Çileyê de ji aliyê çeteyên cîhadîst yên HTŞ’ê ve Kobanê hatiye dorpêç kirin. Ev dorpêç her diçe girantir dibe jiyan û ewlehiya gelê Kobanê dixe xeteriyê de.
-

Amnesty: Herî kêm 30 kes dibin xetereya darvekirinê dene
Rêxistina Efûyê ya Navnetewî diyar kir ku herî kêm 30 kesên ji ber beşdarî xwepêşandanên dawî yên Îranê bûne, di xetereya darvekirinê de ne.
-

‘Hebûna her kesayet û civakê, bi zimanê wan ve girêdayî ye’
Mamoste û şagirtên zimanê Kurdî tekez kirin ku ziman bingehek sereke ya nasnameya neteweyî, niştimanî û çandî ye û gotin “Hebûna her kesayet û civakê, bi zimanê wan ve girêdayî ye.”
-

Îlham Ehmed: Hê hemû tişt xilas nebûye xetereya şer didome
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed got: “Kes bila nefikire ku hemû tişt xilas bûye. Xetereya şer hê heye. Li dijî vê divê em hişyar bin û ji nêz ve bişopînin.”
-

Hanan Fergal Harûn a Misrî ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin
Tehemulkirina tundiya bi salan, zarokan naparêze; berevajî vê yekê zarokan sêwî dihêle. Zarokên Hanan Fergal Harun îro vê yekê dijîn. Hanan a Misrî, rastî her cure tundiyê hat û berî dawî bi awayekî hovanê hat qetilkirin.
-

‘Girtina înternetê li Afganistan û Îranê derbeyek giran e ji bo jinan’
Zoya Noora Afgan diyar kir ku dema înternet li Afganistan û Îranê qut dibe, bi taybetî jin di bin bandorek wê ya xirab de dimînin û got “Jinan ji perwerdehiya serhêl, karsaziyên li malê û ragihandina bi cîhana derve re, bêpar dikin.”
-

‘Bihêzkirina jinan ji bo avakirina Sûriyeyê alternatîfek stratejîk e’
Nûnerên pêkhateyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kirin ku bihêzkirina jinan, ji bo teşekirina peymana civakî ya Sûriyeyê derfetek mezin e û banga beşdariya li qonaxên biryardayînê li jinan kirin.
-

Dema ku porê jinan bi riya hûnandinê vediguhere jînerjiyek watedar
Di demên ku nivîsandin qedexe bû û ziman dihat tepeserkirin de, jinan dîroka xwe di porê xwe de hilgirtine. Nexş, morîk û rengên benan alfabeyek bêdeng diafirînin. Beden dibe arşîvek, por jî dibe rêzên dîrokê.
-

‘Rola zimanê dayîkê di çand û nasnameyê de zêde ye’
Hîndekara beşa zimanê Îngilîzî ya Zanîngeha Silêmaniyê Bêxal Ebûbekir got ku ji bo tunekirina ziman û neteweya Kurd, dewletên dagirker polîtîkayên qirkirinê meşandine û got ku a girîng ew e dê û bav ziman pîroz bibînin.
-

‘Redkirina zimanê dayîkê berdewamkirina komkujî û qirkirinê ye’
Mamosteyên ku rojane li Meclîsa Civaka Ermen perwerde didin, piştrast kirin ku ji bo avakirina civakek demokratîk, xwedî dîrok, çand û ziman, ew ê perwerdeya zimanê dayîkê bidomînin û gotin ku redkirina ziman berdewamiya qirkirinê ye.
-

Sûdan hewl dide bi festîvalê vegere cewhera xwe ya dîrokî
Pevçûna berdewam a li Sûdanê bûye yek ji mezintirîn gefên li ser mîrata çandî ya welêt. Ji ber ku ev rasterast bandorê li cihên dîrokî yên Sûdanê dike, ji bo zindîkirina geştiyariya welêt dest bi xebata ‘Festîvala Paytexta Geştiyariyê Dongola’ hatin kirin
-

Roja Zimanê Dayîkê li Mexmûrê bi daxuyaniyekê hate pîroz kirin
Li Wargeha Pênaberan a Mexmûrê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî bi tevlîbûna xwendevan û mamosteyan bi daxuyaniyekê hate pîroz kirin. Daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Bila zarok bi zimanê xwe bikenin, bi zimanê xwe xewnan bibînin."
-

Delal EL-Haşimî: Ziman hêmanek bingehîn e
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal EL-Haşimî destnîşan kir ku ziman ji bo miletek her tişt e û banga parastin û pêşxistina zimanê Kurdî kir. Delal El Haşimî got ku “Ziman hêmanek bingehîn e.”
-

Ji TJK-E ji bo 8’ê Adarê bang
TJK-E’yê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir û got: "Parastina aşitiyê bes ne sekinîna li dijî şerî ye; di heman demê de avakirina mekanîzmayên civakî ye ku wekhevî, edalet û azadiyê dabîn bikin."
-

Di girtîgehên Îsraîlê de li dijî rojnamevanên Filistînî îşkence
Li Xezayê û Şerîaya Rojava, 94 rojnamevanên Filistînî di girtîgehên Îsraîlê de rastî îşkence, muameleya xerab û êrîşa zayendî hatin. Li gorî raporê, bêdengiya civaka navneteweyî stratejiya ku armanc dike rojnamevanan bêdeng bike xurt dike.
-

‘Yekîtiya jinên Kurd bingeha yekîtîya neteweyek demokratîk e’
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd jin vexwend civîna berfireh a Yekîtiya Neteweyî ku dê di 2'yê Adarê de li Amedê were lidarxistin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Yekîtiya jinên Kurd bingeha yekîtiya neteweyî û yekîtîya neteweyek demokratîk e."
-

Maî Satu: Gaveke leşkerî ya li dijî Îranê bi xwe re çareseriyê nayne
Mai Satu, raportora taybet a Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafên mirovan li Îranê, bal kişand ser berdewamiya girtin û zêdebûna zextê piştî xwepêşandanên Kanûnê, û diyar kir ku gaveke leşkerî li dijî Îranê "çareseriyê bi xwe re nayne."
-

Sebahat Tuncel: Divê Kurd ji bo têkoşîna azadiyê şiyar bin
Siyasetmedar Sebahat Tuncel got Kurdistanê di nava şer û pevçûnan de ye loma divê Kurd şiyar bin, bi rêxistinbûyî bin û her dem ji bo têkoşîna azadiyê haydar bin û got: “Destkeftiyên li Rojava hê tam neketine bin temînatê.”
-

Rêveberiya Xweser A Şengalê: Li ser Şengalê planên nû
Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê gef û metirsiyên nû yên li ser Şengalê û planên ku îradeya civaka Êzidî dike hedef daxuyaniyeke girîng weşand û hişyarî da aliyên pêwendîdar.