Bajarê jinan Cizîra Botan: Em ê bajarekî bi rengê jinan ava bikin
Hevşaredara Cizîra Botan Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku wan saziyên jinan ên qeyûman girtibûn ji nû ve vekirine, ji bo xebatên bajarê jinan civînan li dar dixin û got: “Bajarê jinan, modela jiyana wekhev a bi mîrasa berxwedana jinan hatiye avakirin e.”
EKÎN STÊRK
Amed – Hevşaredara Cizîrê Guler Tunç Yerbasan, di konferansa bi şiara “Şaredarî komun e, komun şaredarî ye” hat lidarxistin de, li ser xebatên ku du sal in kirine nirxandin kir. Guler Tunç Yerbasan got ku saziyên jinan ên di pêvajoya qeyûman de hatibûn girtin ji nû ve vekirine û xebatên ji bo bajarê jinan didomînin.
Lijneya Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) di mehên borî de bi şiara “Em bi îradeya jinan re dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka demokratîk ava dikin” dest bi amadekariya konferansan kiribû. Konferansa fînalê di 6 û 7’ê Hezîranê de li Amedê hat lidarxistin. Di konferansa giştî ya di 8 û 9’ê Hezîranê de were lidarxistin de jî dê li ser xebatên du salên dawî yên şaredariyan, qadên ku kêm mane û qadên nû yên xebatên nîqaş werin kirin.
Hevşaradara Cizîrê Guler Tunç Yerbasan li ser armanc û komunan nirxandin kir diyar kir ku ji bo xebatên kirine binirxînin û li ser riyên çareseriyê nîqaş bikin hatine ba hev û got: “Ev konferans dê çar rojan bidome. Du roj xweser, du roj dê têkel be. Ji bo em li ser xebatên me yên du salên dawî, herêmên ku kêmasiyên me hene, proje û qadan nîqan bikin û çareseriyan ji pirsgirêkan re bibînin em hatin ba hev.”
‘Jin bê alternatîf hatin hiştin’

Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku di serdemên qeyûman de li ser saziyên jinan texrîbatên mezin çêbûne, da zanîn ku piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an şaredariyan ji nû ve dest bi vekirina saziyên jinan kirine.
Guler Tunç Yerbasan wiha domand: “Gelek hevşaredar û di heman demê de endamên meclîsan ên bûne delege tevlî konferansê bûne. Bêguman di navbera salên 2009-2014’an de xebatên girîng ên jinan hebûn lê mixabin di sala 2016’an de qeyûm hatin avêtin û vê rewşê 10 berdewam kir. Di van salan de şaredarî hatin desteserkirin; qadên jinan an bi temamî hatin girtin an dewrî saziyên din hatin kirin an jî bi temamî hatin girtin. Jin bi her awayî bê alternatîf hatin hiştin lê piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2024’an piştî me şaredariyan girt, me ji nû ve dest bi vekirina saziyên jinan kir.”
‘Bajarên jinan peyamek e’
Guler Tunc Yerbasan diyar kir ku Cizîr di nava herêmên ku bajarên jinan hatine îlankirin de ye, ev yek jî tê wateyê ku li bajarên polîtîkayên şerê taybet pir zêde ne dê têkoşîna jinan mezintir bibe û wiha got: “Cizîr jî yek ji wan bajaran e. Di rêveberiyên herêmî de weke bajarên jinan hatin îlankirin û ji bo bajarên pîlot hatin hilbijartin. Yek ji wan jî Cizîr bû. Amed, Nisêbîn, Cizîr, Gever û Artemêta Wanê hatin hilbijartin. Me ev der bajarên jinan îlan kirin, niha em li ser wateya vê yekê, berpirsyarî û giraniya wan diaxivin. Di nava 10-15 salan de bi serdema qeyûman re, me dît ku feraseta mêr a qalibgirtî serdest bûye. Ji ber vê yekê bi taybetî li Kurdistanê, hilbijartina van herêmên pîlot di heman demê de tê wateya peyameke mezin.”
Girîngiya bajarê jinan
Guler Tunç Yerbasan li ser sedema girîngiya xebatên ji bo bajarên jinan wiha got: “Li cihên ku polîtîkayên şerê taybet zêde ne, bûyerên kuştina jinan zêde dibin, jin dibin hedefa polîtîkayên madeyên hişbir û fuhûşê, îlankirina bajarê jinan, pirsgirêkên heyî û barê giran zêdetir dide dîtin. Bajarê jinan, tê wateya ku ew bajar bi reng, ziman û nêrîna jinan ji nû ve bi teşe bibe. Ev nayê wateya ku tene jin rêveber in an jî modela ku tenê ji jinan pêk tê. Li vê derê armanc, pergala ku nûnertiya wekhev pergala ku wekheviyê esas digre bikeve meriyete. Niha li ser vê esasê xebat tên meşandin.”
Tax bi tax bi jinan re civiyan
Guler Tunç Yerbasan got ku beriya îlankirina bajarên jinan, li taxan bi jinan re civiyane diyar kir kul i daxwaz û pêşniyarên jinan guhdar kirine û wiha got: “Nêzî sê-çar meh berê me starta vê xebatê da û Cizîrê weke bajarê jinan îlan kir lê beriya vê li 10-15 taxan me civînên jinan li dar xist. Me ji jinan pirsen; ‘hûn bajarê jinan dixwazin? Hûn bajarekî çawa dixwazin? Çima bajarê jinan?’ kir û me li daxwaz û pêşniyarên wan guhdar kir. Di van hevdîtinan de, me dît ku di 10 salên dawî de heta ji deh salan zêdetir jin di malan de hatin hepskirin, qadên jiyana wekhev ji bo jinan tunene û cihên ji bo zarokan jî tunene. Li ser van pêdiviyan bajarê jinan hat îlankirin.”
Têkiliyên ji bajar heta gundan
Guler Tunc Yerbasan diyar kir ku li gundan jî xebatan meşandine û wiha berdewam kir: “Em van xebatan li gundan jî dikin. Li gundan jî projeyên cuda em dixin meriyete. Heta niha li du sê gundan me dest bi xebatan kir û dê ev yek bidome. Em serdanên tax û malan dikin. Em xwe digihîjînin jinên li malan. Li ser mijara şîdetê diaxivin, pêdiviyên desteka psîkolojîk dinirxînin û van hemûyan nîşe digrin.”
Muduriyeta Polîtîkayên Jinan ji nû ve hat vekirin
Guler Tunç Yerbasan da zanîn ku dema hatine ser peywirê Muduriyeta Polîtîkayên Jinan tune bûye got ku vê beşa ji aliyê qeyûm ve hatibû girtin ji nû ve vekirine.
Guler Tunç Yerbasan got ku du sal in li ser peywirê ne û wiha berdewam kir: “Dema em hatin ser peywirê Muduriyeta Polîtîkayên Jinan tunebû. Qeyûm di sala 2016’an de muduriyetê girtibû. Me ji nû ve Muduriyeta Polîtîkayên Jinan vekir dûre ji nû ve me jinên ku di serdema qeyûman de di beşa polîtîkayên jinan de dixebitîn û ji kar hatibûn avêtin girtin kar û me bi lez û bez dest bi xebatan kir.”
Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku di bin banê muduriyetê de yekîneyên aborî, şîdet û perwerdeyê xebatên xwe meşandine bal kişand ku polîtîkayên êrîşkar ên li dijî jinan didomin û wiha got: “Di bin banê vê muduriyetê de sê yekîneyên me hene. Yekîneya aborî, yekîneya şîdetê û yekîneya perwerdeyê. Hemû yekîneyên me niha di qadên xwe de xebatên xwe didomînin. Bêguman dem bi dem bûyer çêdibin. Îlankirina bajarê jinan yan jî dewrgirtina şaredariyê, nayê wateya ku bûyerên kuştina jinan bi dawî bûne. Polîtîkayên hişbir û fuhûşê jî hê didomin. Dê li dijî van yekan têkoşîna me bidome.”
‘Em bi armanca kumunkirina şaredariyê tevdigerin’

Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku bi konferansê di heman demê de pêşî li nîqaşa avakirina civaka demokratîk û rola rêveberiyên herêmî vekiriye got ku ew xwe ji serdema nû re amade dikin. Guler Tunç Yerbasan wiha got: “Armanca konferansa me ya îro ew e ku em şaredariyan bi temamî bikin komun û cihên gel. Bi armanca ku ji aliyê jin, zarok, ciwani gel û civakî ve zêdetir were dîtin em van konferansan li dar dixin. Li pêş me pêvajoyeke xebatê heye. Pêvajoya avakirina civaka demokratîk di heman demê de pêvajoya aştiyê. Bi vê pêvajoyê re dê serdemek ku rol û misyonên rêveberiyên herêmî zêdetir bibin dê destpê bike. Em dikarin ji vê re bibêjin pêvajoya nû.”
Projeyên ji bo îstîhdama jinan
Guler Tunç Yerbasan da zanîn ku ji bo jin di warê aborî de zêdetir cih bigrin, projeyên nû bi pêş xistine, got ku Bostanê Bajarê jinan vekirine û gotinên xwe wiha domand: “Me Bostanê Bajarê Jinan ava kir. Nêzî 10 roj berê me bi merasîmek Bostanê Bajarê Jinan vekir. Niha 6-7 hevalên me yên jin tê de dixebitin. Ji bo em hejmara wan zêde bikin xebatên me yên li qadê didomin. Sebze û şînahiyên ku ji bostan werin dê ji aliyê jinan ve werin firotan ji bo wê em hewl didin cihekî ku lê bifroşin ava bikin. Bi vê armancê me Bostanê Bajar kir meriyetê.”
Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku wan Navenda Atolyeya Jinan jî vekiriye, bal kişand ku navend ji bo jin û ciwanan dikare weke cihê civakî weke bikaranîn û got: “Li vê navenda atolyeyê 6-7 xebatkarên jin hene. Li vê derê jin dikarin werin bêhna xwe vedin, pirtûk bixwînin û dersa xwe bixebitin.”
Dê bexçeyê narenciye were avakirin
Guler Tunç Yerbasan diyar kir ku di navbera projeyên wan ên nû de xebata ji bo bexçeyê narenciyeye jî heye û wiha domand: “Di dest me de nêzî 2 hezar darên narenciyeyê hene. Li ser erda 8 donim em ê bexçeyê narenciyeyê ava bikin. Li vê erê jî dê jin werin îstîhdamkirin. Lîmon û mandalînayên ku ji li bexçe bigihîjin dê li cihên diyarkirî ji aliyê jinan ve werin firotin.”
‘Em hewl didin dawî li newekheviyan bînin’
Guler Tunç Yerbasan got ku projeyên weke Xeta Alo Şîdet, JINKART, xebatên tendirustiyê û mixazeyên piştgiriyê didomin got ku ew hewl didin newekheviyên ku bi serdema qeyûman re li bajar kûrtir bûne bi dawî bikin.
Guler Tunç Yerbasan bal kişand ku ji aliyê rêveberiyên herêmî ve ji ber polîtîkayên qeyûm di 10 salên dawî de valahiyên zêde çêbûne û got: “Li bajaran rewşên newekhev zêde bûne. Em ê jî di pênc salan de hewl bidin vê newekheviya ku li bajar û di qada civaka sivîl de çêbûye bi dawî bikin. Em hewl didin qadên bi rengi, îrade û nasnameya jinan, ên ku nûnertiya wekhev esas digrin ava bikin.”
‘Em bi mîrasa berxwedana jinan tevdigerin’
Guler Tunç Yerbasan bal kişand ku Cizîr bi dîroka berxwedana jinan derketiye pêş got ku xebatên ji bo bajarê jinan jî xwe dispêrin vê mîrasa têkoşînê û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Cizîr, bi dîrok û berxwedana xwe her dem tê bibîranîn û zanîn. Di salên 1990’an de di pêşengiya Bêrîvanan de serhildanek çêbû. Dema em li salên 2015-2016’an dinêrin jî têkoşîn û berxwedana bi pêşengiya Sêvê, Pakîze, Asya, Berjîn û Ferîdeyan dibînin. Misyona ku me îro girtiye ser xwe jî xwe dispêre berxwedana jinan a ji dîrokê ve heta niha didome. Polîtîkayên şerê taybet ên dewletê din ava 10 salên dawî de meşand jî ji ber rola û misyona vî bajarî bû. Îlankirina bajarê jinan li ser bingeha vê rastiyê çêbû. Bajarê jinan, tê wateya avakirina bajarekî ku rengê jinan, ruhê wan, berxwedana wan, têkoşîna wan, nasname û gotinên wan biteyîsîne.
Dema em vê dibêjin nayê wateya ku tu rol û berpirsyarî nakeve ser milên meran. Bi hevşaredar û hevalên xwe yên din re, li bajar em ê bi jinan re bi awayekî kolektîf bixebitin, hewl bidin bajarekî ku wekheviya jinan, îradeya wan, ruhê wan bide nişandan ava bikin. Me bi vê ferasetê bajarê jinan îlan kir.”