rojane
-

Dadgeha îstînafê 3 meh cezayê Çaglar Demîrel ‘maqûl’ dît
Parlamentera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel di sala 2016’an de ji ber ku di axaftinên xwe de got “Birêz Ocalan” 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Ceza ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve ji warê zagonî ve maqûl hat dîtin.
-

Hejmara 168’an a Kovara Jinê derket
Hejmara 168’an a Kovara Jinê bi berga ‘Ji azadiya jinê ber bi civaka demokratîk ve’ derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Riham Hesen: Bi vê kongreyê em dixwazin ber bi jiyana komînal ve biçin
Ev demek e Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) amadekariya kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn dike. Ji koordînasyona TAJÊ Riham Hesen behsa girîngiya kongreya 3’yemîn kir û got: “Pêşeroja civakê di rêxistinkirina jinan de ye.”
-

Girtiya siyasî: Em dinivîsin da ku bêdengiyê bişkînin û niheqiyê têk bibin
Gulrox Îraî girtiyeke siyasî ya li girtîgeha Evînê ye, nameyek ji PEN’a Emrîkayê re şand, tê de behsa zext û sînorkirinên li ser azadiya ramanê ya li ser nivîskarên li Îranê kir. Tekez kir gelên bindest ku ji bo maf têdikoşin dê ji xeniqînê azad bibin.
-

Dayîkên Şemiyê: Kasim û Halîl Alpsoy li ku ne?
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de li aqûbeta Kasim û Halîl Alpsoy pirsîn û gotin: “Lêpirsîneke berfireh, serbixwe û bêalî ku berpirsyarên sûc derdixe holê û ceza dike, bimeşînin.”
-

Komxebata diyalogê bi encamnameyekê bi dawî bû
Komxebata ku di çarçoveya kampanyaya ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re bi dirûşma “YPJ temsîla me ye” hat lidarxistin bi encamnameyekê bi dawî bû.
-

Li Nîjerê zêdetirî nîv milyon kes ji hundir ve koçber bûne
UNHCR’ê hişyarî kir ku krîza koçberiyê her diçe li herêma peravê ya li Nîjerê mezintir dibe û hat destnîşankirin ku ev rewş dibe sedema rewşeke awarte ya mirovî.
-

Li Hurmozganê karesata Petrolê: Ji pisporan hişyariya nû ya krîza jîngehê
Pispor û aktivîstên jîngehê wêne û dîmenên qirêjiya petrolê li gravên Hurmozganê û peravên Kendava Basrayê belav kirin. Vê bûyera ku gefê li zindiyên deryayê û ekosîstema herêmê dixwe, qelsiya rêveberiya jîngehê ya Îranê nîşan dide.
-

Jinên Cezayîrî hewesa xwe vediguherînin projeyên jîngehî û civakî
Jinên ku di çalakiya ji bo çandiniyê de hatin cem hev, bal kişandin ser domdariya çanda xwezayê ya ji bo zarokan û gotin “Me bi zarokan dest pê kir, ji ber ku em dayîk in.”
-

Li Hesekê Komxebata ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re
Di komxebata “YPJ nûnera me ye” ya li Hesekê de beşdaran destnîşan kir ku YPJ’ê nasnameya jinan parastiye û xwest ku ev li berçav bê girtin.
-

Li Mexrîbê li dijî tundiya dijîtal lêgerînên çareseriyê
Di Dadgeha Sembolîk a Jinan ku li Mexrîbê hate lidarxistin de, jinan destnîşan kir ku tundiya dijîtal a li dijî wan her ku diçe zêde dibe. Beşdaran diyar kirin ku zagonên li dijî êrîşên dijîtal kêm dimînin.
-

Lêkolînerên Tûnisî: Malbat li herêmên şer bi krîzan re rûbirû ne
Di Roja Navneteweyî ya Malbatan de, malbatên li herêmên şer û pevçûnan bi kuştin, koçberkirin û veqetandina ji malbatan xwe de dijîn. Di nava zextên psîkolojîk de neçar dimînin rolên nû dijwar bigrin.
-

Li Urmiyeyê mamosteyek hat binçavkirin
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê û çavkaniyên herêmî, ragihandin ku mamosteyek Kurd bêyî biryara dadgehê hatiye binçavkirin û çarenûsa wê nayê zanîn.
-

Jin berxwedan û bîranîn: Çima ez piştgiriya jinên Rojava dikim?
Weke jineke Cezayîrî, ez nikarim ezmûna jinên Rojava ji dîroka jinên Cezayîrî cuda bibînim. Jinên Cezayîrî qet ji têkoşîna civakê dûr neketin; berovajî vê, beşek girîng a berxwedanê ye li dijî kolonyalîzma Fransî.
-

Hewa Kiran: Di civakê de bawerî kêm dibe gav bavêjin
Hewa Kiran a ku temenê wê bi têkoşînê derbas bûye diyar kir ku ew bi fikar “pêvajoya aştî û civaka demokratik” dişopînin xwest demildest gavên zagonî werin avêtin û wiha got: “Tiştên pîroz zarokên me ne. Jinên ku zarokên wan mirin aştiyê dixwazin.”
-

TAJÊ Kongreya xwe ya 3’yemîn li dar dixe
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî kongreya xwe ya asayî ya 3’yemîn li Şengalê li dar dixe. Di kongreyê de tê pêşbînîkirin ku guhertinên bingehîn ên pergalê bên kirin û biryarên girîng werin girtin.
-

Çalakiya nobetê ya Mexmûrê bi dewirgiritna koma 200'î de didome
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mısogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 200’î, di roja xwe ya 1030’emîn de didome.
-

Ferînaz Etiya bi peyamekê piştgirî da YPJˊê
Dr. Ferînaz Etiya bi peyamekê piştgirî da YPJˊê û got: "Bi serbilindî û rûmet em ezmûna şer a Yekîneyên Parastina Jin pîroz dikin û di hemû astan û li hemû eniyan de pê serbilind in. Em hêvî dikin ku ji hêla her kesî ve ev ezmûn bibe mînak."
-

Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Komeke taybet hat avakirin
Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz da zanîn ku di çarçoveya lêpirsîna Rojîn Kabaîşê de ji bo lêkolînklirina stasyona bazê komeke taybet hatiye erkdarkirin.
-

Li Somaliyê asta birçîbûnê zêdetir dibe
Du ajansên çavdêriya ewlehiya xwarinê yên navneteweyî eşkere kirin piştî ku ji sala 2022’an û vir ve herêm gihîştiye astên birçîbûnê yên bêhempa, deverên li başûrê Somaliyê, bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû ne.