Li Sûdanê WHO’yê 100 mirin qeyd kirin û li dijî belavbûna kolerayê hişyarî da
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) li Sûdanê piştî piştrastkirina zêdetirî hezar û 330 bûyeran û tomarkirina 114 mirin, di mijara xirabbûna şewba kolera de hişyarî da.
Navenda Nûçeyan – Sûdan, di nava pefçûnên bi çek ên didomin, xizmetên tenduristiyê yên xirab de û zoriyên gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmên bandor bûne, bi derketina şewba kolerayê li gelek eyaletan re, di krîza tenduristiyê de zêdebûnek bi fikar dijî.
Nûnerê Sûdanê yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di civînek çapemeniyê ku li Cenevreyê hatî li darxistin de ragihand ku bi taybet li herêmên Darfur û Kordofanê, pêlek nû ya kolerayê tê jiyîn.
Zextên li ser qada tenduristiyê zêde bûne
Rayedar diyar kir ku peytexta Kordofana Bakur, El Obeid, ji ber zehmetiya gihandina alîkariya mirovî ji ber dorpêçkirin û êrîşên hewayî yên balefirên bêmirov ên berdewam, yek ji deverên herî bi fikare. Ev rewş zexta li ser qada tenduristiyê zêde dike û gihîştina nifûsê ya dermankirinê sînordar dike.
Di demek ku fikarên rêxistinên alîkariyê ku bi sed hezaran mirovên ji cihên xwe bûne yên ku ji pevçûnên li Kordofana Bakur direvin ji enfeksiyonê bandor bûne zêde bûne de, dema zoriyên gihîştina gelek deverên bandor bûne bên berçavgirtin, dibe ku hejmara rast a enfeksiyon û mirinan ji hejmarên hatiye ragihandin zêdetir be.
Rêjeya mirinên ji ber kolerayê gihaye ji sedî 13.7
Rayedar da zanîn ku rêjeya mirinê di nav kesên ku bi kolerayê ketine de gihîştiye nêzîkî ji sedî 13.7 û wek ‘pir zêde’ bi nav kir û hişyarî da ku ev rêje dibe bi destpêkirina demsala baranê re zêde bibe, ji ber demsala baranê di qada xirabûna xizmetên paqijiyê û kêmbûna ava paqij de şert û mercên guncaw ji bo belavbûna nexweşiyên ku çavkaniya xwe ji avê digrin, diafirîne.
Rayedarê NY destnîşan kir ku Sûdan niha rû bi rûyî krîza herî mezin a mirovî ya cîhanê ye, zêdetirî 33 mîlyon kes hewceyê alîkariya mirovî ne û 21 mîlyon kes jî hewceyê lênêrîna tenduristiyê ne. Di heman demê de, 13.4 mîlyon kes ji cîh û warên xwe bûne; nêzîkî 9 mîlyon kes di nav welat de ji cîh û warên xwe bûne û 4.6 mîlyon jî reviyane welatên cîran. Ev rewş rewşa tenduristiyê ya jixwe hilweşiyayî xirabtir dike û îhtîmala belavbûna nexweşiyan zêde dike.
Gelek nexweşiyên din jî belav dibin
Her wiha rayedar anî ziman ku kolera ne tenê gefa tenduristiyê ye ku Sûdanê pê re rû bi rû ye. Welat her wiha gelek nexweşiyên din, di nav de tayê dengu, malarya, menenjît, hepatît E û sorik jî dijî. Ev yek zextek bêhempa li ser pergala tenduristiyê dike ku jixwe ji kêmbûna giran a personel û pêdiviyên bijîşkî dikişîne.
Di heman çarçoveyê de, raporên mirovahî derbarê xirabûna rewşa tenduristiyê li deverên rojavayê bajarê Bara li parêzgeha Kordofana Bakur hişyarî da. Zêdetirî 200,000 kes li van deveran ku di nav wan de nêzîkî 20,000 zarok hene, ji ber nexweşiyên kolera û sorikê, kêmbûna derman û xwarinê û pevçûnên berdewam rûbirûyê şert û mercên mirovî û tenduristiyê yên xirab in.
WHO bang kir
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) bang li civaka navneteweyî û bexşkeran kir ku ji bo gihandina alîkariyên mirovî û pêdiviyên bijîşkî ji bo deverên dorpêçkirî, bi taybetî bajarê El Obeid, pêkbînin piştgiriyê zêde bikin. WHO tekez kir ku berdewamiya sînordarkirina gihîştina alîkariyê dê metirsiyên belavbûna nexweşiyan û kêmbûna xwarinê zêde bike û di yek ji krîzên mirovî yên herî tevlihev ên cîhanê de dê êşa sivîlan, bi taybet jin û zarokan, girantir bike.