rojane
-

Jina ciwan Farkhunda Şihabî ya Efgan hate qetilkirin
Bi nêzbûna 25’ê Mijdarê qetilkirina jina ciwan Farkhunda Şihabî ya 17 salî ya Efgan, bû sedema bertekên aktîvîstan. Aktîvîstan, diyar kirin ku ev bûyer delîlek din a tundiya bi pergalî ya li dijî jinan a di bin desthilata Talîbanê de ye.
-

‘412 milyon zarok di xizaniyek dijwar de dijîn’
Rapora nû ya Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li seranserî cîhanê 412 milyon zarok di xizaniyek darayî ya dijwar de dijîn û 417 milyon zarok jî herî kêm ji du xizmetên bingehîn bêpar in.
-

Êrîşên li Humsê dibin sedema zêdebûna aloziyên mezhebî
Êrîşên çeteyan li taxên Hums û derdorê wê, di nava gel de rê li ber tirs û xofê vekiriye. NY diyar kir ku zêdebûna tundiyê li dijî sivîlan, bi awayek cidî gefê li ewlehiya bajar dixwe.
-

Li Bakurê Kurdistanê 37 jin hatine kuştin 46 mirinên bi guman
Li gor rapora Komîsyona Jinan a ÎHD'a Amedê li Bakurê Kurdistanê 37 jin hatine kuştin, 5 jin jî dawî li jiyana xwe anîne û 46 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane û di salekê de bi giştî 88 jinan jiyana xwe ji dest daye.
-

Ji Hesekê bang li mêran kirin: Werin em li dijî tundiyê bisekinin
Li Hesekê di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” de mêran bang li hemû mêran kirin ku li hember tundiya li ser jinan, serî rakin.
-

Ji NADA banga 25’ê Mijdarê: Têkoşîna jinan dê qadan tije bike
Hevgirtina NADA bi boneya 25’ê Mijdarê daxuyanî da û diyar kir ku di koka tundiya dijî jinê de aqlê mêr ê serdest heye û banga pergalek alternatîf a xwe dispêre azadî û tifaqa jinan a sînoran derbas dike kir.
-

Jinên koçber tundiyê nîqaş kirin: Koçberiya darê zorê tundiya herî mezin e
Di bin dirûşmeya "Berxwedana jinên koçber garantiya têkbirina tundûtûjî û dagirkeriyê ye” Nivîsgeha Jinan a Desteya Karûbarên Penaber û Koçberan a Kantona Cezîrê komxebatek diyalogî li dar xist.
-

‘Li Mexrîbê li dijî jinan polîtîkaya reşkirinê tê meşandin’
Dînamîka Danaza Rabat, diyar kir ku li Mexrîbê li dijî parêzvanên mafê mirovan, jin û rojnamevanan, ji bo bêdengkirina dengên rexnegir û lewazkirina beşdariya demokratîk, kampanyayên reşkirina sîstematîk a dijîtal tên meşandin.
-

Yelda Ehmed a Efgan: Bi têkoşîna me ya hevpar 25’ê Mijdarê dê watedar be
Derûnnasa Efganî û aktivîsta mafên jinan Yelda Ehmed, jinên ku di bin zexta Talîbanê de her roj têdikoşin bi bîr xist û da zanîn ku 25’ê Mijdarê, roja piştevanî û bi têkoşîna hevpar a li dijî tundiyê ye.
-

Komîsyona Meclîsê diçe Îmraliyê
Endamên Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê dê îro bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
-

Ji Kongra Star gavên ji bo guhertinê: 32 mêr perwerde dibînin
Bi armamca avakirina civakek hevgirtî û komunalî, di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan de, Kongra Star a bajarê Hesekê dewreya perwerdeya 3 rojan a ji bo 32 mêran da destpêkirin.
-

Gaziyên jin: Em hemû rojên xwe bikin rojên têkoşîn û berxwedanê
Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî 25’ê Mijdarê daxuyaniyek parve kir û got: “Divê bi dirûşma, heta jin azad nebe, civak jî azad nebe, têkoşînê bênavber bidomînin. Em hemû rojên xwe bikin rojên têkoşîn û berxwedanê.”
-

‘Jin bi xwerêxistinkirinê dikarin pêşî li tundiyê bigirin’
Jinên ji Silêmanî gotin ku jin bi xwerêxistinkirinê dikarin pêşî li tundiya ku bi gelek awayan li ser wan didome bigrin û divê li dijî feraseta serdestiya mêr di nava malê de û li her derê sekna xwe nîşan bidin.
-

Xeza di navbera ‘Xeta Zer’ û rojava de ber bi ku ve diçe?
Biryara NY’yê ya ji bo wesayeta li Xezayê, merheleyek nû ya tevlîhev, parçebûnên erdnîgarî û siyasî ku encamên wê yên civakî-aborî hene bi xwe re tîne. Ev yek jî nîşan dide ku dê Filistîn perçe bibe û rewşeke dijberî hiqûqa navneteweyî çêbibe.
-

Jinên ji Qamişlo: Li dijî her cure tundiyê emê têkoşînê bilind bikin
Jinên bajarê Qamişlo yê derbarê tundiya ku li ser jinan tê meşandin axivîn û dan zanîn ku rûxmê vê tundiyê jinan di gelek waran de xwe îsbat kirin û bûn xwedî biryar.
-

Li Parîsê jin li dijî tundiyê meşiyan
Li Parîsê bi tevlibûna dehzezaran jinan di çarçoveya 25’ê Mijdarê de meş pêk hat.
-

Li Reqayê der barê tundiya li ser jinan panel
Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Reqayê panelek li dar xist. Beşdaran bal kişand li ser rola jinan di qonaxa veguhêz û biryardanê de, her wiha hemû cureyên tundiya li dijî jinan şermezar kirin.
-

Civaknasa Îtalî destek da Abdullah Ocalan
Civaknasa Îtalî Donatella della Porta bi gotinên; “Tenê bi çanda aştî û diyalogê dikare şertên rê li ber dinyayek din veke ava bibe. Tevgera siyasî ya Kurd di vî alî de gavên girîng avêtin” ragihand ku destekê dide pêvajoyê.
-

Xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn bi guman mir
Hate zanîn ku xwendekara zanîngehê Mizgîn Ertekîn, bi awayekî guman ji qata 4’an a wargeha lê dima kete xwarê û jiyana xwe ji dest da.
-

Li Nîjeryayê 315 xwendekarên jin û mamoste hatin revandin
Di êrîşa li ser Dibistana Navçeyî ya Saint Mary li Papiriyê de 303 xwendekarên jin û 12 mamoste hatin revandin.