UN Women: Nêzî milyonek jin û keç ji gihîştina piştgiriya jiyanî bêpar in

Ji ber kêmkirina alîkariyên darayî yên navdewletî, rêxistinên jinan ên li herêmên krîz û şer di bin zextên mezin de ne. UN Women hişyarî da ku ji ber vê krîzê, di nav salekê de ji her 5 rêxistinan 2 dê bên girtin; ev yek dê bibe sedema krîz û hejariyê.

Navenda Nûçeyan — Ji ber kêmkirina fînanseya navdewletî, rêxistinên jinan li seranserê cîhanê di bin zextên giran de ne. Ev rewş berdewamiya bernameyên parastin û piştgiriyê yên ji bo komên herî qels dixe xeterê û fikarên girtina gelek saziyan di dema pêş de zêde dike.

Nêzî milyonek jin û keç ji mafê gihîştina piştgiriya jiyanî bêpar in

Desteya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Jinan (UN Women), di rapora xwe ya nû ya bi navê “Piştî xala hilweşînê” (Beyond the Breaking Point) de ku îro weşand, eşkere kir ku kêmkirina alîkariyên pêşketinê yên fermî, bandoreke mezin li şiyana rêxistinên jinan a li herêmên şer û krîzan kiriye. Li gorî raporê, ji Çileya sala 2025’an vir ve, nêzî milyonek jin û keç ji mafê gihîştina piştgiriya jiyanî bêpar mane.

Ji ber kêmbûna fînanseyê ji her 5 rêxistinan 2 dê bên girtin

Rapor li ser bingeha daneyên 855 rêxistinên li 52 welatan hatî amadekirin. Di encaman de derket holê ku ji sedî 84’ê van rêxistinan rûbirûyî daxwazeke zêde ya ji bo xizmetên xwe bûne. Her wiha nêzî ji sedî 90’î ragihandine ku êdî nikarin bersivê bidin van hewcedariyên ku roj bi roj zêde dibin. Tê pêşbînîkirin ku ji ber kêmbûna fînanseyê, di nav salekê de ji her pênc rêxistinan du rêxistin bên girtin.

Kêm piştgiriya darayî: Gelek krîz û hejarî

Raporê bal kişand ser wê yekê ku kêmkirina piştgiriya darayî dê rasterast bandorê li xizmetên parastinê, tenduristiyê û piştgiriya psîkolojîk bike. Ev krîza aborî dibe sedema zêdebûna rêjeya hejariyê, qutbûna keçan ji xwendinê û berfirehbûna diyardeya tundiya li dijî jin û keçan di nav civakên ku ji şer bandor bûne de.

Rêxistinên jinan stûneke sereke ya herêmên krîzê ne

Desteya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Jinan di dawiya rapora xwe de bang kir ku fînansekirina rêxistinên jinan were xurtkirin û piştgiriya berdewamiya xebatên wan were kirin; her wiha tekez kir ku ev rêxistin di bersivdana mirovî û parastina jin û keçan a li herêmên krîzê de wekî stûneke sereke ne.