rojane
-

Rêveberên Mala Jin: Di nava şoreşê de me xebatên civakî bi pêş xist
Rêveberên Mala Jin anîn ziman ku ew bûne bersiv ji êşên tevahî jinên Sûriyeyê re û diyar kirin ku jinan di nava şoreşê de xebatên civakî bi pêş xistine gihîştandine asteke bilind.
-

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Divê Betûl Elloş bê berdan
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) der barê revandina jin û zarokan a li Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî da. Meclisê banga serbestberdana Betûl Elloş kir.
-

Hêzên ewlehiyê êrîşî gundekî Qesrî-Qendê kirin
Bi zêdebûna zextên ewlehiyê li parêzgeha Sîstan û Belûcistanê, hêzên ewlehiyê bi cilên sivîl li gundê Çendokan ê li navçeya Qesrî-Qendê êrîşî malên welatiyên Belûc kirin, çend niştecihên gund girtin û ew birin cihekî nenas.
-

Çalakvan Nesrîn Sotoudeh bi kefalet hat berdan
Çalakvana Mafên Mirovan û Parêzer Nesrîn Sotoudeh, ji girtîgeha Tehranê ya Mezin bi kefalet hate berdan.
-

Jinên Sosyalîst ên Awistralyayê: Em bi YPJ'ê re ne
Jinên soyalîst ên li Awistralyayê bi peyamekê piştgiriya xwe bi YPJ'ê re anîn ziman.
-

Der barê rojnameger Oznûr Deger de lêpirsîneke nû
Der barê rojnameger Oznur Deger de bi hinceta parvekirina nûçeyan "propagandaya rêxistinê" kiriye lêpirsîneke nû hat destpêkirin.
-

Li Misirê ji ber hebûna hinek bendan tundiya li dijî jinan bê ceza dimîne
Pispor diyar dikin dikin ku bendên 17 û 60 ên di zagona ceza de di hinek rewşan de dibin sedema sivikbûna ceza û meşrûkirina tundiyê. Li ser hebûna van bendan careke mijara pêkhatina edaletê ji bo jinan, ket rojevê û bû sedema nîqaşan.
-

Şengalî li dijî hewldanên vegera îdareya PDK’ê meşiyan
Li Sinûnê li dijî hewldanên hatina îdareya PDK’ê ya ji bo Şengalê, bi pêşengiya dayîkan meşeke girseyî hat lidarxistin. Di meşê de peyama naskirin û rêzgirtina ji bo îradeya gelê Şengalê hat dayîn.
-

Tenduristiya Mahşer Perendîn xirab dibe lê nahêlin ku bê dermankirin
Li gorî raporên ji girtîgeha Evînê tên, rewşa tenduristiya Mahşer (Muhterem) Perendîn a girtî ku bûye Xirîstiyan, giran e. Nexweşiya wê ya dil heye û du tîmor di bedena wê de hene, lê dîsa jî mafê wê yê tedawiyê tê astengkirin.
-

SZK’ê bi wesîleya 15’ê Gulanê daxuyaniyek da
Saziya Zimanê Kurdî li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê bi daxuyaniyek cejna zimanê Kurdî li gelê Kurd pîroz kir û bal kişand ku doza neteweya Kurd di qonaxeke nû de ye û daxwaza bi fermî naskirina zimanê Kurdî kir.
-

Li Minbicê ji bo milkên Kurdan bi hezaran dolar tên xwestin
Kurdên ku piştî ji koçberiyê vegeriyan Minbicê, ji bo malên xwe yên desteserkirî bigrin, neçar dimînin 10 hezar dolarî bidin. Îdîa, komên ku destekê ji Tirkiyeyê digrin îşaret dike.
-

Li Îranê krîza xanî û kirê bi daneyên fermî û rewşa heyî xwe dide der
Li gorî daneyên fermî, bazara kiriya xaniyan di Nîsana 2026’an de jî di bin zexteke giran de bû. Her çendî zêdebûna kirê li gorî enflasyona giştî kêmtir hatibe qeydkirin jî ji sedî 31.1 enflasyon û rêjeya enflasyonê ya salane ji sedî 33.7 e.
-

Di doza Gulîstan Doku de gelek belgeyên sûc hene
Di lêpirsîna Gulîstan Doku de, telefona Zaînal Abakarov salek û nîv li Daîreya Sûcên Sîber hate girtin, piştî wê gotin ‘ne amûra sûc e’. Lê belê, di lêkolînek ji hêla Buroya Sûc a Neteweyî ve hat kirin de gelek belgeyên ‘sûc’ hatin bidestxistin.
-

PEN Emerîka: Li Îranê zexta li dijî nivîskar û hunermendan zêdetir bûye
Li gorî rapora salane ya PEN Emerîka, li Îranê di nava salek de herî kêm 17 nivîskar û hunemend hatine binçavkirin. Di raporê de hat diyarkirin ku piştî şer bi zêdebûna zextên bi hinceta ewlehiyê, binpêkirinên li dijî azadiya îfadeyê zêde bûne.
-

Kîjan Osman: Jinek tije hêz û enerjî
Kîjan Osman ji malê derketiye derve, ji şanoyê destpê kiriye û gelek qad ceribandiye. Niha jî wek rojnamevanek, Cîgira Rêveberiya Tîma Werzîşa Helebce ye.
-

HRANA: Li Îranê 25 Jin Hatin Girtin
HRANA ragihand ku li Parêzgeha Xorasanê ya Rezewî 25 jin bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên Çileyê bûne hatine girtin.
-

Biryara neşopandinê der barê 4 rojnamevanan de hat dayîn
Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di lêpirsîna der barê 4 rojnamevanan de biryara “neşopandinê” da.
-

Li Mexmûrê 2’yemîn Konferansa Komînan bi dawî bû
Li wargeha penaberan a Mexmûrê Konferansa 2’yemîn a komînan ku bi dirûşmeya ‘Bi rihê avakirina komînan ber bi civaka komînalîst ya demokratîk ve’ bi dawî bû.
-

Li Qamişlo ji bo misogerkirina mafê jinan di destûra Sûriyeyê de panelek hat lidarxistin
Di panela ku Meclisa Jinan a Yekitiya Parêzerên Kurd li bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê organîze kiriye de beşdaran bal kişand ser pêwîstiya misogerkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de.
-

Li girtîgeha Evînê pêla zilma li hember girtiyên siyasî
Li Îranê girtin, veguhestinên ji nişka ve yên girtiyan û zextên li ser jin, çalakvan û malbatên wan, zêde dibin. Ev polîtîka di hawîrdora ewlehiyê ya piştî şer û bi bêdengiya civaka navneteweyî re her ku diçe dijwartir dibe.