PE: Artêşa Tirkiyeyê li dijî jinên Qibrisî destdirêjiya zayendî kiriye

Komîteya Mafên Jinan û Wekheviya Zayendî (FEMM) ya Parlamentoya Ewropayê (PE) raporek amade kir; tê de artêşa Tirkiyeyê bi destdirêjiya zayendî û binpêkirinên berfireh ên li dijî jinên Qibrisî yên di dema şer de tawanbar kir.

Navenda Nûçeyan — Komîteya Mafên Jinan û Wekheviya Zayendî (FEMM) ya Parlamentoya Ewropayê (PE) raporek weşand û tê de artêşa Tirkiyeyê bi destdirêjiya zayendî û binpêkirinên berfireh ên li dijî jinên Qibrisî di dema şer de tawanbar kir. Parlamentoya Ewropayê di rapora ku qebûl kiriye de destnîşan kir ku Tirkiye di mudaxileya Qibrisê de destdirêjî li jin û zarokên keç kiriye û xwest ku Tirkiye demildest û bi temamî ji Qibrisê derbikeve. Tirkiyeyê jî bertek nîşanî biryara PE’yê da û ragihand: “Tu hukmê vê biryarê nîne.”

PE’yê biryar bi 575 dengên erênî, 33 dengên red û 43 dengên bêbiryar erê kir û ji Tirkiyeyê dixwaze ku demildest û bi temamî ji giravê derbikeve. Di biryarê de hat destnîşankirin ku hebûna leşkerên Tirkiyeyê ya li giravê derveyî hiqûqê ye û hat diyarkirin ku ev helwesta Tirkiyeyê ji bo pêşketina têkiliyên bi Yekitiya Ewropayê re astengî ye.

Rapora bi navê “Bandora dagirkirina Qibrisê ya sala 1974’an a Tirkiyeyê ya li ser jin û zarokên keç” di 8’ê Tîrmehê de di PE’yê de hat qebûlkirin. Rapor destnîşan dike ku Tirkiyeyê di sala 1974’an de li Qibrisê destdirêjî li jin û zarokên keç ên aliyê Rûm kiriye.

PE: Tirkiyeyê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye

PE’yê derbarê mudaxileya leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Qibrisê de destnîşan kir ku dema Tirkiyeyê di sala 1974’an de leşkerên xwe şandin giravê, leşkeran destdirêjî li jin û zarokan kirine. Hat diyarkirin ku Tirkiyeyê bi vê yekê hiqûqa navneteweyî binpê kiriye û ji ber vê yekê divê demildest ji Qibrisê vekişe. Herwiha PE’yê ji ber binpêkirinên mafan ên li dijî jin û zarokan, ji Tirkiyeyê xwest ku tezmînatê bide kesên ku rastî destdirêjiyê hatine û mafên wan nas bike.

‘Tu hukmê vê biryarê nîne’

Tirkiye li dijî van tawanbariyan diyar dike ku di sala 1960’an de aliyê Rûm li giravê darbe pêk aniye û bi vê darbeyê hatiye xwestin ku mafên Tirkan ji holê rakin; herwiha îdia dike ku ew di çarçoveya mafên Peymana Temînatê ya sala 1960’an de mudaxileyî Qibrisê kiriye. Li aliyê din, li girava Qibrisê di 15’ê Cotmeha 1983’an de bi yekalî “Komara Tirkiyeyê ya Bakurê Qibrisê” hat îlankirin, ku ji derveyî Tirkiyeyê tu welatî vê biryarê qebûl nekiriye.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê îro li aliyê rêveberiya Tirk a Qibrisê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xist û diyar kir: “Tu hukmê biryara PE’yê nîne. Ev biryar dê rûmeta YE’yê kêm bike.” Her wiha Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê jî duh di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku "tu hukmê vê biryarê nîne."