rojane
-

Xwişkên rojnamevan Elahe û Elaz Mihemedî xelata wêrekiyê wergirtin
Saziya Navdewletî ya Medyaya Jinan (IWMF) serkeftiyên 37’emîn Xelata Salane ya Wêrekiya di Rojnamevaniyê de ragihandin. Di nav lîsteya xelatgiran de navê du xwişkên rojnamevan ên girtiyên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ Elahe û Elnaz Mihemmedî jî hene.
-

Li Zehra Mosewî 10 sal û 6 meha ceza hat birîn
Zehra Mosewî welatiya Îranî-Efxan û xwepêşanderek ku di Çileya 2025’an de hat girtin lê 10 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Her wiha nasnameya wê ya Îranê hat betalkirin û gefa betalkirina hemwelatîbûnê û dersînorkirinê lê hat xwarin.
-

Riya dijwar a ber bi zanînê ve: Ji qedexeyê heta xwendina bilind
Rêwîtiya Rabîa Îto ya ji bo xwendinê ku gihîşt asta mezûniyetê berxwedana nasnameyê ya li dijî polîtîkayên dûrxistina çandî û çîrokeke xwedîtinê nîşan dide. Rabîa diyar dike ku bi meraqa zarokatiyê dest pê kiriye gihîştiye asta akademîk.
-

Bikaranîna ziman a wek siyaset: 21’ê Sibatê - 15’ê Gulanê û çarenûsa Rojava
21’ê Sibatê asoya gerdûnî ya mafên ziman, 15’ê Gulanê dîroka taybet a neteweyek ku di nav sînorên ferzkirî de asê maye û ji bo domandina zimanê xwe têdikoşe, temsîl dike. Li Rojava, ev her du aso li hev dicivin, ziman ji ‘çandê’ vediguherînin ‘siyasetê’.
-

Li Helebê Cejna Zimanê Kurdî hat pîrozkirin
Bi boneya cejna Zimanê Kurdî, Kurdên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dijîn Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyekê pîroz kirin.
-

‘Bîr bawerî çanda me bi zimanê Kurdî ye em ê tu carî dest ji zimanê xwe bernedin’
Bi wesîleya 15’ê Gulanê cejna zimanê Kurdî mamoste Xalîde diyar kir ku bîr û baweriya wan bi Kurdî ye. Qewl, stran û çîrokên wan hemû bi vî zimanê tên gotin û xwest malbat bi zimanê Kurdî ji zarokên xwe re çîrokan bibêjin bîra wan bi Kurdî dagirin.
-

Delal EL-Haşimî: Divê di destûra Sûriyeyê de zimanê Kurdî bê qebûlkirin
Endama Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Delal EL-Haşimî bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ser gîringiya parastina zimanê dayîkê axivî û got ku divê di destura Sûriyeyê de zimanê Kurdî bê qebûlkirin.
-

Komxebata Rojnamegeriya Aştiyê: Çîrok mifteya aştiyê ye
Di komxebata li Amedê de, rola rojnamegeriya aştiyê di pêvajoyên pevçûnan de hate nîqaşkirin û rojnemgeran tekez kirin ku eşkerekirina çîrokên nedîtî ji bo aştiya civakî pir girîng in
-

Bi boneya 15’ê Gulanê li Hesekê meşa girseyî
Gelê Hesekê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî meşek girseyî li dar xist û daxwaza qebûlkirina Zimanê Kurdî ya di destûra Sûriyeyê ya nû de kir.
-

Rojnamevan Hebîbe Salehî hat girtin
Çavkaniyên herêmî li Heratê ragihandin ku hêzên îstîxbarata Talîbanê rojnamevan Hebîbe Salehî ku berê di Kanala ‘Cîhana Nû’ de dixebitî, girtine. Li gorî çavkaniyan, girtin li navenda bajêr piştî vegera wê ji Tirkiyeyê pêk hatiye.
-

Li Rojhilat girtin zêde dibe: Aqûbeta Estî Muhammedî nayê zanîn
Kesek ku navê wî nayê zanîn û Estî Muhammedî ya 67 salî ku ji Bokanê ye, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin girtin. Malbatên wan bi rojan e ji wan ti xeber nastînin û rêxistinên mafên mirovan hişyariyê didin ku girtinên kêfî dê zêde bibin.
-

Rapora Navnetewî: Li Yemenê di salek de 321 hezar kes koçber bûn
Li gorî raporek navneteweyî ya dawî, lehiyê, karesatên avhewayê û pevçûnên berdewam ên li Yemenê krîza koçberiyê heta sala 2025’an xirabtir kirine, rewşa mirovî xirabtir dibe û zirarên berfireh li gelek bajaran çêdibin.
-

4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê dan rojnamevan Reyhan Hacioglu
Di doza ku li dijî Rojnamevan Reyhan Hacioglu hatiye vekirin de, 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
-

Li Kaudayê 61 kesan jiyana xwe ji dest dan Tora Bijîşkên Sûdanê hişyarî da
Li gorî daxuyaniya Tora Bijîşkên Sûdanê, li bajarê Kauda yê eyaleta başûrê Kordofanê zarok û jin di nav de 61 kesan, di pevçûnên di navbera Tevgera Rizgariya Gelê Sûdanê-Bakur (SPLM-N) û qebîleya Otoro de jiyana xwe ji dest dan.
-

UNICEF: Li Lubnanê di hefteyekê de 59 zarok hatin kûştin
UNICEF'ê ragihand ku tevî agirbestê jî di hefteya borî de herî kêm 59 zarok li Lubnanê hatine kuştin an jî birîndar bûne.
-

Li îranê zêdebûna darvekirin û zextan
Daraza Îranê, di pêvajoya piştî şer de, bûye yek ji saziya sereke ya zêdekirina zext, darvekirin, binçavkirin, desteserkirina malên xwepêşanderan. Her wiha cezayên giran dide muxalif û azadîxwazan.
-

Li dijî polîtîkayên bişaftinê bi zaroka xwe re Kurdî fêr dibe
Ji ber polîtîkayên asîmîlasyon û zextên li ser Kurdî, Şehrîban Durmiş Kaçak bi awayek baş nikare zimanê dayîka xwe biaxive, perwerdeya Kurdî digre û li gel zaroka xwe ya 3 salî, tenê bi Kurdî diaxive. Diyar kir dersên Kurdî di dibistanan de bên dayîn.
-

Li girtiya siyasî Werîşe Muradî 6 mehên din cezayê girtîgehê hat birîn
Werîşe Muradî ku li Îranê girtî ye ji ber nameyên di salvegera serhildana “Jin Jiyan Azadî” de nivîsandibû, 6 mehên din cezayê girtîgehê lê hat birîn.
-

Rola jinan a di navendên biryardayînê de: Gavek ji bo civakek wekhev
Parêzer Peyman Ezedîn dibêje: “Her çiqas jin di nava navendên biryardayînê de bin jî, ger ne xwedî nêrîn û fikrê jinan bin, biyarên aliyên siyasî li ser wan tên sepandin.”
-

Peyama jinên Êzidî: Em naxwazin û nahêlin careke din PDK vegere Şengalê
Keç û jinên Êzidî yên ku beşdarî meşa girseyî ya li dijî hatina îdareya PDK’ê hat lidarxistin bûn gotin ew naxwazin careke din PDK vegere Şengalê. Jinan got ku xortên ku Şengalê biparêzin hene û ew ê li dijî her hêza ku vîna Êzidiyan nas nake bisekinin.