rojane
-

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Heke dewlet jidil be bila gavan bavêje
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di “Çalakiya Aştiya Civakî û Azadiyê” de axivî û got: “Divê birêz Ocalan bi rêxistin û girseya xwe re be. Dewlet çima li bendê ye ku tenê aliyê din gavan biavêje? Heke jidil be bila ew gavan bavêje.”
-

Li Sûriyeyê di êrişa çeteyên çekdar de 7 kes mirin
Li deverên cûda yên Sûriyeyê di êrişên çeteyên çekdar de yek jê mamosteyê Enstîtuya Bilind a Lêkolînên Zanistî 7 kes jiyana xwe ji dest dan.
-

Ji bo Pexşan Ezîzî 413 hezar û 500 îmze hatine komkirin
Kampanyaya Azadî ji bo Pexşan Ezîzî ragihand ku heya niha 413 hezar û 500 kesan ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, name ji bo serokê dadweriya Îranê re şandine.
-

‘Hûsiyan jin û zarok jî di nav de 500 kesan girtine’
Di rapora Saziya SAM’ê de hat gotin ku di êrîşên Hûsiyan de zêdetirî 500 kesên di nav de jin û zarok jî hene, hatine girtin û bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dane.
-

Nivîskara Tûnisî: Ez ji edaleta têkoşîna jinan bawer dikim
Nivîskara Tûnisî Amîra Ghoneîm, beşdarî Pêşangeha Pirtûkan a Efrîqayê li Marakeşê bû bal kişand ku wêjeya jinan ji bo guherîna civakî mekanîzmayek e û got ku ew têgehên edalet û wekheviya zayenda civakî bi kar tîne.
-

Li Omdurmanê top avêtin ser sivîlan: 61 sivîl mirin
Li bajarê Omdurmana Sûdanê bazarek ku tije sivîl bû, rastî bombebaranê hat. Di êrîşê de nêzî 61 kes mirin, 100 kes jî birîndar bûn.
-

Di sala 2024’an de 21 hezar doz li dewleta Tirk hatine vekirin
Li gorî rapora Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, di sala 2024’an de 21 hezar û 631 kesan dijî Tirkiyeyê doz vekiriye.
-

Dewleta Tirk êrişî Bendava Tişrînê dike: Pirsgirêka avê bû sedema nexweşiyê
Ji ber êrişên dewleta Tirk ên li ser Qerekozax û Bendava Tişrînê pirsgirêka av û kerabe tê jiyankirin û bikar anîna ava bîre nexweşiyan zêde dike. Rayedar anîn ziman ku tîmên hewl didin pirsgirêkan çareser bikin jî tên hedefgirtin.
-

Hejmara Kovara Jin a 101'ê hat weşandin
Hejmara 101'ê ya Kovara Jin bi berga 'Edebiyata Xwe: Jin û Veguherîna Civakî' derket.
-

Hunermend û sînemager ji Bendava Tişrînê bang kirin
Hunermend û sînemagerên ku îro di berxwedana Bendava Tişrînê ya ji 8’ê Çileyê ve dest pê kiriye de gotin ku dîtin û jiyana berxwedana Bendava Tişrînê ne wekî bihîstina wê ye ji lewre bang li hunermend û sînemageran kirin.
-

Jin dê ji bo ‘Sala Malbatê’ ya desthilatiyê bersiva ‘Sala Azadiyê’ bidin - ANALİZ
Sala 2025’an ji aliyê Desthilatiya AKP’ê ve wek ‘Sala Malbatê’ hat diyarkirin. Her çiqas ev desthilatî jiyanek bi çar dîwaran û tundî ye layîqî jinan bibîne jî, jin bi biryar in ku ji bo jiyan, bedena xwe û zarokên xwe hemû qaliban û qedexeyan red bikin.
-

Aktîvîstên Tûnisî: Wekhevî divê ji nav malbatê destpê bike
Aktîvîstên Tûnisî diyar dikin ku guherandina feraseta mêr a serdest pêvajoyek hêsan nîne, dem û hewldan jê re divê. Her wiha destnîşan dikin ku ev feraset bandorê li têgihîştina mafên wan ên wekheviyê dike.
-

Di berxwedana Bendava Tişrînê de: Şop û rengê jinên têkoşer
Jinên ku pêşengiya berxwedana li Bendava Tişrînê kirin, peyama; “Heta dilopek xwîna me hebe, em ê li ber xwe bidin û serî netewînin” dan û ji kesên li dû xwe re mîrasa ku çavkaniya xwe ji çanda berxwedêriyê digre hiştin.
-

Li Kobanê DAIŞ'ê têk bir: Aqûbet li serê dewleta Tirk e
Şervana YPJ’ê Şeyda Kobanê ya di 2014’an de li hemberî êrişên DAIŞ’ê yê li ser Kobanê şer kir, îro jî li hemberî êrişên dewleta Tirk di eniyên berxwedanê de cihê xwe digire. Şeyda Kobanê dibêje: “Em ji vîna xwe bawer in, em ê rê nedin dagirkeriyê.”
-

Sînematograf Raquel Fernández: Şoreşa Rojava nîşaneyek xurt a berxwedana jinan e
Sînematograf Raquel Fernández Núñez a gelek filmên navdar kişandiye û di rêzefîlma La Casa de Papel de jî cihê xwe girtiye, li ser Şoreşa Jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got: “Semboleke xurt a berxwedana jinan e.”
-

Dewleta Tirk êrişî malekî kir: 7 jê zarok 10 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk li gundê Aşmê yê rojavayî bajarê Kobanê malekî welatiyan bombebaran kir. Di êrîşê de 7 zarok bi giştî 10 kes birîndar bûn.
-

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 111’emîn didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 111’emîn didome.
-

Li Bexdayê jin li dijî Qanûna Rewşa Kesî daketin qadan
Li Bexdayê jinan li dijî erêkirina guhertina Qanûna Rewşa Kesî ya ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve hat kirin, xwepêşandan lidarxistin û nerazîbûn nîşandan.
-

Li Qamişloyê çalakî: Divê kujerên Hevrîn Xelef bên darizandin
Jinên Kantona Cizîrê li bajarê Qamişlo cihgirtina kujerên Hevrîn Xelef ê bi navên “Ebû Hatim Şeqra û Ebû Emşa” di rêveberiya demkî a HTŞ ê de şermzar kirin û gotin: “Divê li dadgeha navneteweyî kujer werin dadgehkirin.”
-

Xizmên Windayan li Amedê hatin ba hev
Xizmên Windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” de li aqûbeta Kemal Mubarîz ê di 1’ê Sibata 1994’an de hat windakirin pirsîn.