rojane
-

Meclisa Jinan a Sûriyeyê pirsgirêkên ku jin pê re rû bi rû tên nîqaş kir
Jinan li Tebqayê forumeke diyalogê li dar xist û tê de pirsgirêkên herî girîng ku jinên Sûriyeyê rû bi rû dimînin nîqaş kirin.
-

Li Xirvastîstanê Gora 'vampîr' a aydê Serdema Navîn hat dîtin
Bermaniyên ku tê diyar kirin aydê salên di navbera sedsalên 13 û 16’an de ne, da fikirandin ku pêkanînên Serdema Navîn li vê herêmê, li gorî deverên din ên Ewropayê dirêjtir didome.
-

Li Helebê panela jinan a li ser berxwedana li dijî dagirkeriyê
Bi diruşmeya "Li hember dagirkerî û qirkirinê em ê berxwedaniya jinên Efrîn û Şehbayê serbixin" Kongra Star a bajarê Helebê panêlek li dar xist.
-

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna bi gel re de axivî û bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî gotin û pratîk bin.
-

Kongra Star: Hîva Erebo dildara gelê xwe û doza xwe bû
Kongra Star qetilkirina endama Koordînasyona Kongra Star Hîva Erebo şermezar kir, got “Hîva Erebo dildara gelê xwe û doza xwe bû” û diyar kir ku ew ê tekez şoreşa neteweya demokratîk û şoreşa jinan bi ser bixin.
-

KCDP: Di meha Çileyê de 33 jin hatin qetilkirin
Li gorî rapora KCDP’ê di meha Çileyê de 33 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 32 jin jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêva Erebo û Dilawer Erebo bibîr anî
Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêva Erebo û Dilawer Erebo yên di êrişa dewleta Tirk de hatin qetilkirin bibîr anî destnîşan kir ku her du têkoşeran ji bo doza gelê xwe canê xwe feda kiriye.
-

Meleyê diyanetê destdirêjî li 3 keçên xwe kiriye
Li bajarê Kirklarelî yê Tirkiyeyê, meleyê fermî yê diyanetê Şerafettîn T. destdirêjiyê li 3 keçên xwe kir. Di encama tecawizê de yek ji keçên wî zarok anî dinyayê. Buyer piştî ku keça wî gilî kir derket holê.
-

Li Mexrîbê jin ji bo guhertina hişmendiya mêr dixebitin
Seroka Komeleya Hişiyarî û Rehabîlîtasyona Civakî ya li eyaleta Eyn El Şeq a Mexribê Ibtîsam Tetî got ku komele ji bo guhertina hişmendiya mêr û bidestxistina mafên jinan dixebite.
-

Lenya Ehmed bi destê xalê xwe yê DAIŞ’î hatiye qetilkirin
Lenya Ehmed a li Çemçemala Silêmaniyê hat qetilkirin derket holê ku xalê wê yê DAIŞ’î ew qetil kiriye.
-

Melîsa Sozen a rola şervanek YPJ’ê lîst îfade da
Lîstokvan Melîsa Sozen a rola şervana YPJ’ê lîst, bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê’ ji bo îfadeyê banî wê kirin.
-

Hunermenda Lîbyayî hunerên kevneşopî nûjen dike
Hunermenda Lîbyayî Emnê El Zeîtrî bi xêzkirina li ser daran, gil û destanên seramîk û gravûrkirina kastîk, hunerên kevnar nûjen dike. Emnê dibêje: "Huner nasnameya civakê ye. Divê di nava hunera nû û berê de girêdanek çêbibe."
-

Li Hindistanê mîhrîcana Maha Kumbh Mela
Li eyaleta Uttar Pradeş a Hindistanê di 13’yê Çileyê de mîhrîcana Maha Kumbh Mela destpê kir. 350 milyon kes beşdarî mîhrîcana Maha Kumbh Mela bûn.
-

Erdhejzedeya Elbistanî: Kesî li deriyê me nexist negot hûn çawanin
Erdhejzede Ayşe Algas a piştî erdheja 6’ê Sibatê li mala ku bi derfetên xwe ava kiriye dimîne, dibêje “Em bi êşên xwe re tenê hatin hiştin” û tîne ziman ku di nav 2 salan de ji bo kewandina birînan tiştek nehatiye kirin.
-

Rihan Loqo: Bi kujerên jinan re dê Sûriye ber bi xeteriyên mezin ve biçe
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo bal kişand amadebûna kujerê Hevrîn Xelef di kongreya ku li Şamê hat lidarxistin û got: “Ger ku bi van kujeran dewam bike, dê Sûriye ber bi xeteriyên mezin ve biçe. Divê radestî dadgehên navnetewî bê kirin.”
-

Çalakvana Kurd Perwîn Edwarî 2 hefte ye di hucreya yek kesî de tê girtin
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku du hefteye jina Kurd a çalakvan Perwîn Edwayî 2 hefte ye li girtîgeha Sine di hucreya yek kesî de tê girtin û Wezareta Îtilaetê ya Îranê rê nade bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike.
-

Endama Kongra Star Hêva Erebo di êrişa hewayî de hat qetilkirin
Komîteya Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endama Koordînasyona Kongra Star Hêva Erebo û endamê PYDˋê Dilawer Erebo di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de hatine qetilkirin.
-

Li Qamişlo beşdariya jinan di xebata siyasî û destûrê de tê nîqaşkirin
Jinên ji tevahî pêkhateyên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siberoja jinan, rola wan di Sûriyeya nû de û pêwîstiya beşdarbûna wan di pêvajoya siyasî û destûrê de nîqaş kirin.
-

‘Heta niha li Xezayê 61 hezar û 709 kesan jiyana xwe ji dest dane’
Rayedarên Xezayê dan zanîn ku 61 hezar û 709 Filistiniyan di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Wezareta Tenduristiya Xezeyê beriya niha ev reqem weke 47 hezar û 760’î eşkere kiribû.
-

Li Laziqiyê jin astengiyên li pêşiya tevgera jinên Sûriyeyî nîqaş kirin
Meclisa Jinan a Sûriyeyê bi armanca nîqaşkirina astengiyên li pêşiya xebata siyasî, çand û hiqûqî yên li hemberî jinan, panelek li bajarê Laziqiyê li dar xist.