rojane
-

Çalakvanên Yemenê daxwaza berdana Sehar El Xolanî kirin
Çalakvanên jin ên Yemenê li ser astengkirina biryara berdana rojnamevan Sehar El Xolanî ya ji aliyê Hûsiyan ve tê girtin, gotin: "Em daxwaza serbestkirina Sehar û malbata wê ji zîndanê dikin. Divê rayedar erka xwe bi cih bînin.”
-

Însiyatîfa 'Em piştgirî ne' dibe destek ji koçberên Xezayê re
Jinên ciwan ên Xezayê bi însiyatîfên xwe hewl didin destek bidin koçberên ku vedigerin malên xwe. Jin dibêjin: "Bi hemleya 'Em piştgirî ne' em piştevanî û destek didin gelê xwe. Ev erkek exlaqî û mirovî ye dikeve ser milên me."
-

Nivîskarên jin: Her ku tavanên cam dişkên, hêviyên jinan zêdetir dibin
Jinên ku beşdarî 3’yemîn Mîhrîcana Pirtûkan a Afrîkayê bûn balkişandin ser rêjeya beşdariya jinan a siyasetê û gotin ku ev hê jî kêm e ji ber feraseta mêr hê jî di pêvajoyan de serdest e. Jinan gotin “Her ku tavanên cam dişkên hêviyên jinan zêdetir dibin.
-

TAJÊ beşdarî Hevpeymana 188 bû
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi nameyek piştevanî û beşdariya xwe ya ji bo Hevpeymana 188 diyar kir û ji da zanîn ku ji bo biserxistina vê peymanê çi bê xwestin ew ê bikin.
-

Nêrgiz Mihemedî: Têkoşîna li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî ye
Girtiya Siyasî Nêrgiz Mihemedî ragihand ku şerkirina li dijî cezayê darvekirinê mijareke exlaqî, siyasî û mafê mirov e.
-

‘Human Rights Watch sûcên şer ên li Bendava Tişrînê têr nedît’
Hemşîre Cîhan Milhim a li Bendava Tişrînê bi derfetên herî kêm birîndaran derman dike, got ku zêdetirî 200 sivîlên ku birîndar bûne derman kirine. Cîhan got ku dewleta Tirk sûcên şer dike, daxuyaniya Human Rights Watch têr nake.
-

Li Mexrîbê karker li dijî ‘pêşnûmeya zagona grevê’ li qadan in
Pêşnûmeya zagona birêkûpêkkirina grevên li Mexribê yek ji mijarên herî girîng e ku niha di navbera hikûmet û sendîkayên karkeran de dibe sedema nîqaşan.
-

Jinên Lîbyayê li dijî gendeliyan rola xwe bi hêz dikin
Jinên Lîbyayê bi armanca ku di saziyên hikumetê de zelaliya fînansî zêde bikin, çalakiyan li dar dixin. Di heman demê de hewl didin asta hişyariya malî û aborî di nava gel û hikumetê de zêde bikin, di têkoşîna li dijî gendeliyan de roleke girîng dilîzin.
-

‘Kesê ku komkujî kiriye bi çi mafî nîqaşa pêşeroja Sûriyeyê dike?’
Jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî di kongreya Colanî de amadebûna kujerê Hefrîn Xelef dan. Jinan bi pirsa “Kesê ku komkujî kiriye bi çi mafî nîqaşa pêşeroja Sûriyeyê dike?” îşaret kirin ku ev rewş xeteriyên li pêşiya mtevahî jinên Sûriyeyê
-

Jin li ber Şaredariya Sêrtê ne: Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
Jinên ku li ber Şaredariya Sêrtê li hember anîna qeyûm çalaki lidar dixin, gotin “Kesê ku me ew nebijartiye, bila li ser wî kursî rûnenîn” û dan zanîn ku ewê li vîna xwe xwedî derkevin.
-

Ebîr Esaf: Pêwîstiya Sûriyê bi kongreyek niştimanî ya berfireh heye
Endama Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Esaf destnîşan kir ku li Sûriyê pêwîstî bi kongreyek niştimanî heye ku mafên gelan bi wekheviya jin û mêr pêk were û got: “Di Sûriya nû de çareserkirina pirsgirêka jinan esas e.”
-

Dewleta Tirk di 22 rojan de 41 kesan qetil kir
Dewleta Tirk ên ji 8’ê Çile heta niha Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, 41 welatiyan qetil kir. 245 kes di êrişan de birîndar bûn. Di nav wan de rojnamevan û endamên tîmên tendirustî jî hene.
-

Asoyên Jin bi hejmara nû cih dide serkeftinên tevgerên jinan
Kovara Asoyên Jin di hejmara 11'emîn de weke bingehê serkeftin û destkeftiyên ku dê di sala 2025'an de bên bidestxistin, bal kişand ser têkoşîna jinan a sala 2024'an.
-

Meclisa Parastina Zarokan: Divê dewleta Tirk bê darizandin
Meclisa Parastina Zarokan destnîşan kir ku di zêdetirî 2 mehan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewleta Tirk û çeteyên wê bi êrişan gelek zarok qetil kirine û bang kirin ku divê dewleta Tirk bê darizandin.
-

Kurd, Ereb, Suriyan û Ermen li dijî êrişan meşiyan
Bi dirûşma “Dewleta Tirk komkujî dike, dinya jî xwe bêdeng dike” pêkhateyên Kurd, Ereb, Suriyan û Ermen yên li Hesekê li dijî êrişan meşiyan.
-

Hêzên Îsraîlê li Cenînê êrişên xwe didomînin
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku ji destpêka operasyona hêzên Îsraîlê ya li ser bajarê Cenîn û kampa wê, heta niha 16 sivîl hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.
-

Parlamentera berê ya HDP’ê Dersim Dag hate binçavkirin
Parlamentera berê ya HDP’ê ya Amedê Dersim Dag li Balafirgeha Sabîha Gokçenê hate binçavkirin.
-

Gaziya şer ji Bendava Tişrînê: Werin tevlî berxwedanê bibin
Gaziya şer Ronahî Dêrik ji Bendava Tişrînê peyam da û got: “Çawa parçeyek ji bedena xwe di şerê li dijî DAIŞ'ê de feda kir, îro ji bo parastina şoreşê jî amade me.” Ronahî Dêrik bang li her kesê kir ku di berxwedanê de cih bigirin.
-

Kujerê Hevrîn Xelef dîsa li kêleka Colanî ye
Serokê rêxistina Ahrar El Şarkiye, Ebû Hatim Şakra yê ku qatilê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef bû, vê carê jî di merasîma Colanî de hat dîtin.
-

Rêxistina Sara pirsgirêkên jinan dişopîne da ku mafên wan eşkere bike
Rêxistina Sara di sala 2024'an de di perwerdekirina jinan de gelek serkeftin bi dest xist û bi rêya kampanyayên hişyarkirin û perwerdeyê rolek mezin di naskirina jinan a maf û azadiya xwe de lîst.