rojane
-

Kongra Star: Bêdengî hevkariyeke nayê qebûlkirin e
Kongra Star komkujiyên dewleta Tirk ên li Sirîn, Zirgan û Eyn Îsayê şermezar kir û bang li raya giştî û saziyên navnetewî kir û got: “Bêdengî beşdariya pêkanîna wan tewanan e û hevkariyeke nayê qebûlkirin e.”
-

Werîşe Muradî: Yan nejî yan jî jiyanek watedar û pîroz bijî
Werîşe Muradî ya ku li Îranê girtiyek siyasî ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi rêya nameyek peyamek da hemû dinyayê. Werîşe diyar kir ku rabûna li hember darvekirinê, perçeyek hêja yê mirovahiyê yê têkoşîna gihîştina jiyanek azad û dilpak e.
-

Qeyûm li Şaredariya Sêrtê hat tayînkirin
Li Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin.
-

Buşra Elî: Bêyî azadiya jinan, azadiya gelan ne pêkan e
Koordînatora giştî ya Hevbendiya NADA’yê Buşra Elî têkildarî rewşa jinan a li Rojhilata Navîn axivî û got: “Bêyî azadiya jinan, azadiya gelan ne pêkan e. Hevkarî û piştevaniya tevgerên jinan li herêmê, wê têkoşîna jinan zêdetir bi hêz bike.”
-

Ji hunermend û rewşenbîrên jin li dijî êrişan bang
Hunermend û rewşenbîrên jin ên bal kişandin li ser êrişên dewleta Tirk û peyama piştgiriya bi YPJ û QSD re anîn ziman, ev bang kirin: “Pêwîst e em weke hunermendan bibin yek û piştgiriyê bidin hêzên xwe.”
-

‘Terora mezin dewleta Tirk bi xwe ye’
Fatima Hisên a 60 salî li Zirganê dijî, dibêje ku dewleta Tirk bi êrişan mafên mirovan binpê dike û bi kiryarên xwe terora mezin ew bi xwe ye, Fatima peyama “Heta pîr û kalek hebe ew ê dest ji Rojava, warê şehîdan bernedin” da.
-

Jin ji bo parastina destkeftiyên 13 salan xwe perwerde dikin
Kongra Star a Kantona Hesekê, piştî banga seferberiyê ji bo komîteyên xwe dewreyek fêrkirina çekê da vekirin û beşdarên dewreya perwerdeyê tekez kirin ku bi hêzkirina qada parastinê bersiva pêvajoyê ye.
-

Di komkujiya Sirînê de 12 welatî hatin qetilkirin
Hejmara sivîlên di êrîşa dewleta Tirk a li ser bazara gel a Sirînê de hatin qetilkirin bû 12.
-

Saziyên jinan û zarokan êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin
Desteya Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nivîsgeha Parastina Zarokan êriş û komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî jinan û zarokan didomîne, şermezar kirin.
-

Li Sirînê komkujî
Di encama êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li dijî bajarê Sirînê de komkujiyek pêk hat, li gorî agahiyên destpêkê 6 kes hatin qetilkirin.
-

TJA encamnameya konferansa xwe eşkere kir
TJA di encamnameya 5'emîn Konferansa xwe de bal kişand ser mezinkirina têkoşîna azadiya jinê û biryardariya avakirina konfederalîzma demokratîk a jinan.
-

Tulay Hatîmogûllari hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê parve kir
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari hûrguliyên hevdîtina Îmraliyê parve kir û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku çareseriya mayînde ya pirsgirêkê bi riya demokratîk û hiqûqê pêkan e.”
-

Ji 50 welatan nameya 650 jinan: Rêveberiya Xweser nas bikin
Ji 50 welatan 650 jinênku akademîsyen, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, rojnamger û nivîskar di nav wan de hebûn; nameyek ji saziyên navneteweyî re şandin, xwestin Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê binasin.
-

Bîlançoya birîndarên êrişa li Zirganê giran bû
Bîlançoya birîndarên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Um Hermel ê Zirganê bû 8.
-

Sofya Alagaş: Ev êrişek li dijî vîna Kurd e
Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş a bi hinceta xebatên wê yên rojnamegeriyê ceza lê hat birîn wiha got: “Ev êrîşek li dijî vîna gelê Kurd e. Ev dadgeh, carek din piştrast kir ku dijminatiya Kurdan dike.”
-

Li gundên Urmiyeyê jin di perwerdehiyê de astengiyan dijîn
Komara Îslamî ya Îranê, piştî çil salan jî nikaribû pergala perwerdeyê ava bike. Di vî alî de Urmiye bûye herêmeke ku herî zêde ziyanê bibîne. Kêmaniya dibistan, mamoste û tesîsên perwerdeyê, dibe sedem ku jin ji mafên perwerdeyê bêpar bimînin.
-

6 sal û 3 meh ceza li hevşaredara Sêrtê Sofiye Alagaş birîn
Ji doza ku hevşaredara Sêrtê Sofiye Alagaş jê dihat darizandin 6 sal û 3 meh ceza lê hat birîn.
-

Dewleta Tirk li gundê Um Hermela yek jê zarok 3 kesan qetil kir
Dewleta Tirk duh bi şev êrişî gudê Um Hermela ya Zirganê kir. Di êrişê de yek jê zarok 3 welatî jiyana xwe ji dest dan û 4 jin jî birîndar bûn.
-

Ceylan Akça: Tirkiye bendava Tişrînê ji bo xwe weke para bazarê dibîne
Parlementera DEM Partiyê Ceylan Akça diyar kir ku Tirkiye ji ber bêdengiya navneteweyî cesaret digre û êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û got: “Tirkiye, li polîtîkayên Îsraîlê dinêre û sûcên xwe didomîne.”
-

Koçberên Serêkaniyê: Em ê rojek bi rûmet vegerin bajarê xwe
Jinên koçber ên li kampa Newroz ku li bajarê Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriye dijîn, bi hêviya ku wê rojekê vegerin bajarê xwe Serêkaniyê yê dibin dagirkeriyê de jiyana xwe didomînin.