rojane
-

Li bajarên erdhejê di nava sal û 11 mehan de 108 jin hatin qetilkirin
Li 11 bajarên ku ji ber erdheja navenda wê Mereş bû, di 23 mehan de 108 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Parêzer Zubeyde Ugurlu, diyar kir ku ji ber cihekî bi ewle ji bo jinan tune ye mêr zêdetir serî li şîdetê didin.
-

Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger hate binçavkirin
Nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger di serdegirtina malê de hate derbkirin û binçavkirin.
-

Serlêdana temyîzê ya ji bo Pexşan Ezîzî hate redkirin
Serlêdana temyîzê ya ji bo girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, hate redkirin.
-

Siyasetmedar û hiqûqnasên jin li dijî dagirkeriyê bang kirin
Siyasetmedar û hiqûqnasên jin banga “Bila rêxistinên mafên mirovan ên navnetewî bi lez mudaxale bikin ku dagirkiriya dewleta Tirk ji xaka Sûriyê derxînin” kirin û gotin ku êrîşên li ser herêmê derfetên diyaloga Sûrî asteng dike.
-

Jinên li Şamê dijîn ji pêşeroja welat bi fikar in
Civaka Sûriyeyê bi taybetî jin ji geşedanên dawî û weke ‘serokê dewletê’ ragihandina Colanî bi fikar in. Jinên Sûriyeyê diyar kirin ku diviyabû erkdarkirina rêveberiya welat bi dengdayîn û hilbijartinan pêk bihata.
-

Dê ciwan ji bo Sûriyê rêxistinbûna xwe mezin bikin
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Halîma Ahmed Îsmaîl anî ziman ku ji bo Sûriye veguhere welatek wekhev û demokratîk ew ê têkoşîna xwe mezin bikin û got: “Ji bo pêşeroja azad a Sûriyê em bi hev re mekanîzmaya xwe ya biryargirtinê ava bikin.”
-

‘Jin zêdetir dikarin hestên xwe bi awayê wêjeyî vebêjin’
Nivîskarên jin diyar kirin ku îsal rêjeya jinan di warê wêjeyî û çandî de zêde bûye. Ev yek jî diyar dike ku jin bi riya nivîsandinê bêhtir dikarin xwe îfade bikin û hestên xwe bi awayê wêjeyî vebêjin.
-

Pêşenga ciwan û wêrek: Avzem Çiya
Dapîra şervana YPJ’ê Avzem Çiya ya ku di 2’yê Çileyê de li Bendava Tişrînê di encama êrîşa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku neviya wê di eniyên berxwedanê yên herî pêş de cîh girtiye û ew bi neviya xwe serbilind e.
-

Zarokê di êrîşa dewleta Tirk de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da
Zarokê bi navê Ehmed Muyeser El Reman (8) ê ku di encama êrîşa dewleta Tirk a li ser Sirînê birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.
-

Daxuyaniya Dadgeha Gelan a Rojava: Dewleta Tirk sûcê şer û mirovahiyê dike
Li Dadgeha Gelan a Rojava heyeta dadgehê ku beriya biryarê daxuyaniya destpêkê da, ragihand ku dewleta Tirk bi armanca qirkirinê bi awayekî sîstematîk sûcên şer û mirovahiyê pêk tîne. Dadgehê bang li civaka navneteweyî jî kir ku bikevin nava tevgerê.
-

Çalakiya Nobetê ya Wargeha Mexmûrê 568 roj li pey xwe hişt
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 112’emîn 568 rojan li pey xwe hişt.
-

Rojnameger Sahar Al-Khawlani û du zarokên wê piştî mehan hatin berdan
Rojnameger Sahar Al-Khawlani ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de gendeliya di perwerdeyê de eşkere kir û bal kişand ser zehmetiyên ku gelê li welêt dikişîne, piştî 5 mehan ji binçavkirinê tevî du zarokên xwe hat berdan.
-

KJK: Hêva Erebo weke derwêşekê jiya
KJK'ê endama Koordînasyona Kongra Star Salîha Viyan (Hêva Erebo) û endamê PYD'ê Hogir Dirbesiyê (Dilewer Erebo) bi bîr anî û got, "Şoreşa jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di heman demê de hevala Salîha ye."
-

Encamnameya kongreya jinan aşkere bû
Di encamnameya kongreya jinan de ku 3 û 4’ê Sibatê li Qamişloyê hatibû lidarxistin, ji bo pêşxistina rola jinan di proseya siyasî û destûra nû ya Sûriyeyê de gelek pêşniyar pêş ketin.
-

Li Şengalê gora komî ya 54’emîn hat vekirin
Li Şengalê gora komî ya 54’emîn hat vekirin. Hat diyar kirin ku piraniya kesên ji vê gora komî derketine pêkhatiyên Şîa yên ji Şengalê ne.
-

Hezar û 200 kesan ji bo Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bang kirin
Ji bo hilweşandina cezayê darvekirinê yê Pexşan û Werîşe, hezar û 200 kesan bang kirin û ragihandin ku divê rêxistinên mafên jinan berpirsên darvekirina jinan ji rayedarên Îranê bipirsin.
-

MKG: Di çileyê de 7 rojnameger hatin binçavkirin
MKG'ê di rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha çileyê de diyar kir di Çileya 2025’an de herî kêm 7 rojnameger hatin binçavkirin, 4 rojnameger hatin girtin, 3 rojnameger jî bi muameleya xerab rû bi rû mane.
-

'Li Sûdanê di 3 rojan de 40 zarok hatin qetilkirin'
Li gor daxuyaniyên Netewên Yekbûyî û rêxistinên navnetewî hate eşkere kirin ku di sê rojên dawî de 40 zarok di encama bombebarankirina deverên cuda yên Sûdanê de hatine qetilkirin.
-

Dadgeha Gelan a Rojava di roja duyemîn de ye
Dadgeha Gelan a Rojava ku ji bo darizandina sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate destpêkirin, li paytexta Belçîka Brukselê di roja duyemîn de ye.
-

Tekane radyoya jinan a li Efganistanê hat girtin
Talîbanê avêt ser stasyoneke radyoyê ya li paytext Kabîlê ku tenê jin tê de dixebitîn û bernameyan ji bo jinan pêşkêş dikirin xebatkaran binçav kir û weşana radyoyê rawestand.