Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ji bo çareseriyê divê her kes xwedî gotin û pratîk be
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di civîna bi gel re de axivî û bang li hemû partiyên siyasî, rewşenbîr û nivîskaran kir ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de xwedî gotin û pratîk bin.
Mêrdîn – Li navçeya Qoser a Mêrdînê di çarçoveya "Hevdîtinên Aştiya Civakî û Azadiyê" yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) de civîneke gel hat lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û welatî beşdarî civîna li salona dawetê ya li navçeya Qoserê hat lidarxistin bûn.
Civînê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Piştre Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar mafê axaftinê girt. Çîgdem Kiliçgûn Uçar, bal kişand ser şer û geşedanên li Rojhilata Navîn û got, di hevdîtinê de behsa prensîbên ku gelê Kurd wê mafên xwe û pêşeroja xwe bi rê ve bibe, kirine. Çîgdem Kiliçgûn Uçar, da zanîn ku hemû îqtîdarên li Tirkiyeyê bi salan e pirsgirêka Kurd ji xwe re kirine amûr û got, “Em di vê qonaxê de di serdemeke pir cuda û krîtîk de ne. Tê bîra we, pêşî dihat gotin 'Kurd Tirk in'. lê vê ser tu tiştekî nekir. Paşê hat gotin 'Em hemû xuşk û birayên hev in' lê ev yek jî bi ser neket. Niha jî dibêjin 'Pirsgirêka Kurd nîne'. Bi hişmendiya netew-dewletê re hewl didin sîstemeke ku her kes tirk, her kes sunî û her kes mêr be, zindî bihêlin. Em çi bêjin? Li vî welatî ev qas têkoşînên azadî û demokrasiyê hene, em dibêjin welatek, jiyanek, pêşerojeke ku daxwazên mafdar ên gelan tê de cih bigire pêkan e. Em ji bo vê têdikoşin."
'Em ê siyaseta demokratîk mezin bikin'
Çîgdem Kiliçgûn Uçar, diyar kir ku ew ê behsa azadî û demokrasiyê, çawaniya mezinkirina daxwaza aştiyê û xurtkirina destê Abdullah Ocalan bikin, diyar kir ku gelê kurd nîşan daye ku li tevahiya Kurdistanê pêşengê demokrasiyê ye û wiha got: “Ji ber vê yekê em îro dîsa li Tirkiyeyê vê nîqaşê dikin. Em dixwazin; Divê ev niqaş neguhere cihekî ku di kanalên televizyonê de, ji cewhera xwe qut bibe û li ser tiştên ku xizmetê dike, nêrînên cuda pêşkêş bike. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne mijareke wisa ye ku mirov careke din bibe Serokdewlet. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ne nîqaşek e û ne jî ji bo îqtîdarbûnê ye. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji bo gelên li vî welatî dijîn, kedkarên li vî welatî dijîn û jinên li vî welatî jiyaneke azad û wekhev pêşkêş dike. Ji ber vê yekê bingeha me wê bibe mezinkirina siberoja xwe û gelên li vî welatî û yên li vê erdnîgariyê dijîn, têkoşîneke ku mijara wê gel e, yanî siyaseta demokratîk ku em dest jê bernadin.”
Piştî daxuyaniyê civîn bi nirxandinên beşdaran, ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.