rojane
-
‘Li dijî êrişan li seranserî Kurdistanê têkoşînek yekpare divê’
Endama Komîteya Qada Perwerde ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Leyla Arzû Îlhan, diyar kir ku dewleta Tirk bi destê çeteyên xwe êrişî destkeftiyên gelê Rojavayê Kurdistanê dike û banga bilindkirina têkoşîn û berxwedanê kir.
-
Ji Şêx Meqsûd û Eşrefiye: Em ê dîsa wek berê liberxwe bidin
Jinên taxa Şêx Meqsûdê, ev bi rojan e ku bi perspektîfa Şerê Gelê Şoreşgerî, li dijî çeteyên dewleta Tirk parastina xwe dikin. Jinan diyar kirin ku çawa di 2016’an de li berxwe dabin, vê carê jî ew ê sekna wan mîna berê be.
-
NY: Li Sûriyeyê 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûn
NY’ê der barê geşedanên li Sûriyeyê daxuyanî da û got ji 27’ê Mijdarê heta niha li Sûriyeyê 280 hezar kes ji cih û warên xwe bûne û metirsî heye ku ev hejmar bigihêje 1,5 milyonî.
-
Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 612
Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 44 hezar û 612.
-
Fermandariya Giştî ya QSD’ê: Em ji çareseriyê re amade ne
Fermandariya Giştî ya QSD’ê ragihand ku li Sûriyeyê pêvajoyeke leşkerî û siyasî ya nû derketiye holê û ji çareseriyê re amade ne. Fermandariyê diyar kir ku şerê HTŞ'ê ne di rojeva wan de ye, lê ew ê gel li hemberî hemû êrîşan biparêzin.
-
Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê ji bo Rojava bang kir
Rêxistina Parastina Zarokan a Kurdistanê bal kişand ser jin û zarokên ku li Rojava di bin êrîşan de ne, bal kişand ser hejmara koçberan û ji bo alîkariyê banga hemû rêxistinan kir.
-
Di êrişên li ser Nexweşxaneya Kamal Adwan de gelek kes mirin û birîndar bûn
Şerê ku li Zîvala Xezayê her diçe dijwartir dibe, bi xwe re felaketên mezin tîne. Di êrişên dawî de bi hedefgirtina malan re gelek kes jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
-
Li Almanya reforma kurtajê hat rojeva parlementoyê
Li Almanyayê pêşnumaya ji bo di sazkirina kurtajê de reform pêk bê hatiye amadekirin, li Meclîsa Federal tê nirxandin. Nayê zanîn ka ewê mijar berî hilbijartinan bighê biryarek an na.
-
JINNEWS: Di meha Mijdarê de 31 jin û 1 zarok hatin qetilkirin
Li gorî daneyeên JINNEWS'ê yên di meha Mijdarê de 31 jin û zarokek hatiye qetilkirin, 25 jin û 5 zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
-
Bi hezaran koçberên ji Şehba û Til Rifetê li Reqayê hatin bicihkirin
Li Kantona Reqayê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 55 dibistan ji koçberên Heleb û gundewarên wê re hatin vekirin.
-
Jinên Tûnisî ji bo parastina jîngehê rêbazên kevneşopî bikar tînin
Jinên ku li herêmên gundewarê bakur-rojava an başûrê Tûnisê dijîn bi rêbazên kevneşopî di xebatên xwe yên çandiniyê û jiyana rojane de di parastina jîngehê de dibin model.
-
Li Lîbyayê ji bo têkoşîna li hember tundiyê ked tê dayîn
Yekîtiya Jinan li Lîbyayê bi taybetî li bajarê Sebhayê, hewl dide ku li hember tundiya li dijî jinan a ku roj bi roj zêdetir dibe têbikoşe.
-
Fatma Înce: Têkoşîna rêxistinkirî dê dawî li zihniyeta qetliamker bîne
Endama SODAP’ê Fatma Înce bal kişand ku li dijî êrişên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, têkoşîna bi rêxistinkirî ya jinan girîng e û got: “Bi bilindkirina têkoşînê gelên ku li Rojhilata Navîn bi hev re dijîn, em ê destûr nedin hewldanên ji bo qetliamê.”
-
Jinên Hesekê: Em ê şoreşa xwe ji planên qirêj biparêzin
Jinên Hesekê li ser banga seferberiya xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bi şerê gelê şoreşgerî taxên xwe diparêzin û dibêjin: “Em ji tiştekî natirsin, em ê şoreşa xwe ji planên qirêj biparêzin.”
-
Koçberên Şehbayê: Em ê li hemberî êrişan bêdeng nemînin
Koçberên ku ji ber êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirkiyeyê xwe sipartine herêmên bi ewle, diyar kirin ku çeteyan kiryarên derexlaqî li wan kirine û gotin ku ew ê li hemberî hemû êrişan, bêdeng nemînin.
-
Rojnamevanên jin: Em ê bibin dengê berxwedanê û YPJ’ê
Rojnamevanên jin yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişên ku li ser Şehba, Til Rifet, Şêx Meqsûd û Eşrefiyê berdewam dikin, bertek nîşan dan û gotin: "Em ê bibin dengê berxwedana Yekîniyên Parastina Jin û rastiyê.”
-
Di êrişa li ser Minbicê de 2 kes hatin qetilkirin
Di êrişa li ser gundê El Bû Zaxê de Zehra Elî El Ceban a 23 salî û birayê wê Ehmed jiyana xwe ji dest dan.
-
‘Zarokan ji komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wê biparêzin’
Nivîsgeha Parastina Zarokan a Kantona Cizîrê û Komeleya Stêrk a Parastina Mafên Zarokan der barê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî yên li ser herêmê û koçberkirina xelkê kantona Efrîn-Şehbayê de daxuyanî da.
-
KJAR: Li dijî sîstema faşîst a Tirkiye pêwîstî bi helwestek cîhanî heye
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li civaka azadîxwaz ya Îranê û Rojhilatê Kurdistanê û bi taybet jinên têkoşer kir ku piştevaniya gelê berxwedêr bikin.
-
QSD: 15 hezar welatî ji aliyê çeteyan ve hatin dorpêçkirin
QSD’ê diyar kir ku wesayîtên 15 hezar welatiyên ku ji ber êrîşên li ser Şehbayê kampên xwe vala kirine, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatine dorpêçkirin.