rojane
-
Li Xezayê 44 hezar û 708 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Xezaya ku 429 roj in êrişên Îsraîlê lê didomîn hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 708.
-
Çeteyan 15 koçberên Efrînê revandin
Dema koçberên Efrînê hewl didan ji Şehbayê derkevin û ber bi kantona Tebqayê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve biçin, çeteyên dewleta Tirk 15 koçber revandin.
-
Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 100’emîn didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûr, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî di roja xwe ya 508’emîn de bi dewirgirtina koma 100’emîn didome.
-
Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê qedexeya derketina derve hat îlankirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, ji ber rewşa ewlekariyê saet ji 20.00’an heta 08.00’ê serê sibehê qedexeya derketina derve îlan kir.
-
Kongra Star: Em jinên Suriyê vedixwînin têkoşînê
Meclisa Kongra Star a Rojava têkildarî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekê nivîskî da û got: “Em bang li hemû jinên Suriyê dikin ku werin em bi hev re Suriyeke Demokratîk a ne navendî avabikin.”
-
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê didomin
Êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li dijî Minbicê û herêmên din ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, didomin.
-
Têkildarî rola ragihandinê di kêmkirina tundiyê de panel hat lidarxistin
Parêzer û mamostayên zanîngeha Silêmanî têkildarî rola ragihandinê di kêmkirina tundiyê de panel hat lidarxistin.
-
Di mîhrîcana navnetewî ya Markeş de ‘Yenad Aliko’ Stêra Zêrîn stend
Filmê ‘Yenad Aliko’ ku şerê çand û nakokiyên nifşên di malbatên Filistînî de li Heyfa û Qudûsê derbas dibe raxistiye ber çavan, di 21’yemîn Mîhrîcana Fîlman ya Navnetewî ya Marakeş (MIFF) de bi Stêra Zêrîn hat xelatkirin.
-
Têkildarî têkoşîna li dijî tundiyê li Koye penalek hate li darxistin
Di çarçoveya pêngava têkoşîna li dijî tundiya ser jinê de, Navenda Mala Gewre ya ser bi Dîwana Navenda Lêkolîn û Pêşketinê ya Zanîngeha Koyê panela zanistî bi sernavê ‘Jin di rêya azadî û hişyariyê de’ lidarxist.
-
Nêzî 400 malbat gihîştin Kantona Tebqayê
Hat ragihandin ku wesayîtên tê de nêzî 400 malbatên ji Kantona Efrîn-Şehbayê derketine hene, gihîştine Kantona Tebqayê.
-
Ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk banga diyalogê
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî rûxandina rejîma Sûriyê, li ber avahiya rêveberiyê ya li Reqayê daxuyaniyek da çapemeniyê diyar kir ku ew ji bo diyaloga bi hemû aliyan re amade ne.
-
Îlham Ehmed: Em rûpelek nû vedikin
Hevseroka Komîteya Karên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed destnîşan kir ku dawiya despotîzmê, destpêka demeke girêdayî edalet û demokrasiyê ye.
-
Hejmara 93’emîn a Kovara Jin derket
Hejmara 93’emîn a Kovara Jin bi berga “Dewlet û Mafên Mirovan: Zordarî Amûra Kontrola Civakî” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-
‘Piştî hilbijartinê vederkirina jinan şîdeta siyasî ye’
Aktivîsta mafên mirovan Letîfa Boşwa, diyar kir ku di pêvajoyên hilbijartinan de jin di refên pêş de xebatan dimeşînin lê piştî hilbijartinê tên vederkirin û got ku ev yek li dijî jinan şîdeta siyasî ye.
-
Di nav şerê li Xezayê de bi dilxwazî xebata alîkariyê dike
Dilxwaza jin Emîre Etellah a ku di saziya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî de ye, destnîşan kir ku karê dilxwaziyê gelek giran e û xwest ku saziyên jinan û mafên mirovan li ser van zehmetiyan xebat bimeşînin.
-
Paytexta Sûriyeyê Şam ket destê komên çeteyan
HTŞ’ê ku di 27’ê Mijdarê de êrîşî Helebê kiribû, ragihand ku danê sibehê paytext Şamê xistiye bin kontrola xwe.
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte hat ragihandin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewşa awarte ragihand.
-
‘Jin bi Şoreşa 19’ê Tîrmehê dikarin zihniyeta baviksalar biguherînin’
Endama Koordînasyona Kongra Star a kantona Firatê Macîde Hesûn teqez kir ku jinan roleke mezin di şoreşa 19’ê Tîrmehê de lîstine û hewl dane zihniyeta baviksalar a di civakê de têk bibin ji bo hemû mafên xwe û azadiya xwe bidest bixin.
-
Li Sûriyeyê şerê du xetan: An ‘Jin Jiyan Azadî’ yan jî şîdeta ‘Mêr dewletê’ – ANALÎZ
Dijminahiya Tirkiyeyê û ya çeteyan li dijî jinan, şerê du xetan ê li Sûriyeyê nîşan dide. Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, ji bo sedsala 21’ê dibeje; “An sosyalîzm an hovîtî.” Em vê yekê dikarin bi navê “An Jin Jiyan Azadî yan şîdeta dewletê” şîrove bikin.
-
Ji pêşangehê destvala vedigerin: Kirîna pirtûkan bûye luksek
Ji ber ku krîza aborî bandorê li pêşangehên pirtûkan dike, xwendevan tiştên li gorî dilê xwe nabînin û destvala vedigerin malê. Kesên diçin 8’emîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê ji buhayê zêde nikarin pirtûk bikirin, gotin xwendina pirtûkan kêm bûye.