rojane
-
Til Temir bi ruhê hevgirtinê koçberên ji Şehbayê pêşwazî dike
Rêvebera komîteya Şaneya Kirîzê Gulîxan Sofî got ku wan dest bi pêşwazîkirin û bicihkirina koçberên Şehba û Til Rifetê kiriye.
-
‘Êrişên çeteyan komkujiya Şengalê tîne bîra mirov, divê heya dawiyê li ber xwe bidin’
Endama Komîteya Dîplomasiya TAJÊ Suham Şengalî diyar kir ku çeteyên dewleta tirk bi tifaq û hepeymaneke navneteweyî Helebê jî wek Musilê dagir kirine û da zanîn ku civak encax dikare li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî li dijî dagirkeriyê bi ser bikeve.
-
Li Xezayê di 428 rojan de 44 hezar û 664 kesan jiyana xwe ji dest dan
Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir va li ser Zîvala Xezayê didomin. Di 24 saetên dawîn da 52 Filistînî jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên di êrişa Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan bû 44 hezar û 664.
-
Di topbarana Minbicê de 2 welatî birîndar bûn
Di encama topbarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Minbicê de 2 welatî birîndar bûn.
-
Girtiyên jin ên li girtîgeha Meşhed Vakil Abed dest bi greva birçîbûnê kirin
Girtiyên siyasî ên jin ku li qawîşa 6’yemîn a girtîgeha Meşhed Vakil Abed tên ragirtin ragihandin ku li dijî zextên fîzîkî û psîkolojîk ên ku rastî tên dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin e.
-
Xizmên Windayan aqûbeta Ender Togcu pirsîn
Xizmên Windakiriyan û ÎHD’ê aqûbeta Ender Togcu ku beriya 30 salan hatî windakirin pirsîn û xwestin ku kiryar bên eşkere kirin.
-
Dayikên Şemiyê: Ji bo windayan em dest ji daxwaza edaletê bernadin
Dayikên Şemiyê vê heftê li aqûbeta Huseyîn Taşkaya ku beriya 31 sala li Sêwereg ji aliyê leşkaren ve hatibû binçavkirin û êdî tê xeber jê nehat girtin pirsîn û gotin: “Emê dest ji daxwaza edaletê ji bo windayan bernedin.”
-
Li ser banga seferberiyê jinan xwe perwerde dikin
Jinên Bajarê Hesekê bi pêşengtiya Kongra Star li ser banga serferberiya xweparastinê ya Rêveberiya Xweser bi Şerê Gelê Şoreşgerî beşdarî dewreyên perwerdeyan dibin û xwe li ser bikaranîna çekê fêr dikin.
-
Îsrailê li Xezayê ambulansek kir hedef
Wezareta Tendirûstiyê ya li Xezayê ragihand ku artêşa Îsrailê li Xezayê êrişî ambulansekê kir. Di heman demê de hejmara kesên ku ji roja êriş dest pê kir heya niha jiyana xwe ji dest dane gihîşt 44 hezar û 580’an.
-
Rêxistin û Tevgerên Jinan banga têkoşînê kir
Rêxistinên jinan ên li kantona Cizîrê li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî banga têkoşîna yekbûyî li tevahî jinan kir.
-
Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo Rojava bang kirin
Li Silêmaniyê Koma Jinên 25’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ragihandin û bang li hemû xelkê Başûrê Kurdistanê kirin ku piştgiriyê bidin Rojavayê Kurdistanê.
-
150 rojin Pexşan Ezîzî nikare bi malbat û parêzerên xwere hevdîtin bike
Komeleya Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku berpirsarên girtîgeha Evînê 150 rojin rê nadin parêzvana mafê mirovan û rojnamevan Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
-
Mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesenzade hate girtin
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku mamostaya zimanê Kurdî Sewsen Hesenzade piştî hatiye binçavkirin, birine girtîgehê.
-
Li Îranê zedetirî 140 rojnamevan bertek nîşanî zagona ‘Îffetê’ dan
Zêdetirî 140 rojnamevan li Îranê li dijî zagona “Hîcab û Îffetê” daxuyaniyeke hevbeş dan û diyar kirin ku ev zagon bingeha cudahiya zayendî çêdike û zirarê dide rûmeta mirovî ya jin û zarokan.
-
Çalakvana Tûnisî: Em ê dengê jinên berxwedêr ên li Sûriyeyê bilind bikin
Çalakvana Tûnisî Cenîn El-Talîlî ku bal kişand ser binpêkirinên jinan ên li herêmên şer û got, "Em li cem jinên berxwedêr ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne, em ê bi her awayî piştgiriyê bidin wan û dengê wan bilind bikin."
-
Şervana YPJ’ê: Li dijî dagirkeriyê em ê berxwedana xwe bidomînin
Şervana YPJ’ê Îlam Minbic êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî nirxand, got “Em amade ne ji bo gel bi awayek ewle bijî canê xwe feda bikin” û xwest ku hemû gel li dijî dagrikeriyê têkoşînê bilind bikin.
-
Li dijî tundiyê pêngava 16 rojan berdewam dike
Li Iraq û Başûrê Kurdistanê li dijî tundiya li ser jinan pêngava 16 rojan a di 25’ê Mijdarê de destpê kir didome. Çalakvana mafê jinan Ronak Mecîd tundiya li ser jinan ya ku zêde dibe û pêngava 16 rojan nirxand.
-
Tahanî ya ji Xezayê: Xeyalên zarokên min biçûk bûn lê niha xewnereşkê dijîn
Tahanî El- Bûdî ya Filistînî ji ber ku malbata wê dijî xwe bi siûd dibîne. Tahanî ya ji warê xwe bûye rewşa tê de dijîn wiha pênase dike: “Xeyalên zarokên min biçûk bûn lê niha di nava xewnereşkek de dijîn.”
-
Halîde Turkoglu: Li Sûriyeyê zihniyeta DAIŞ’ê di dewrê de ye
Halîde Turkoglu got ku parastina Şoreşa Jinan a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê berpirsyariya hemû jinan e û got: “Bi van çeteyan re mantalîteya DAIŞ’ê heye. Li Şengalê DAIŞ’ê xwest çi bike, çete jî dixwazin heman tiştî bikin.”
-
Banga koçbera ji Efrînê: Cîhan li hemberî zilmê bêdeng e
Şêniya Efrînê Reşîde, 7 sal berê ji ber dagirkirina Efrînê koçberî Şehbayê bûye. Reşîde destnîşan kir ku êşa wê dubare bûye û got: “Li ber çavên cîhanê her tişt anîn serê me Kurdan. Lê cîhan li hember kiryarên çeteyan bêdeng e.”