Zeyneb Celaliyan banga baykotkirina hilbijartinên Îranê kir

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgehê bi peyamekê bang li welatiyan kir ku hilbijartina sibê ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê boykot bikin.

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku bi salan e di girtîgehên rejîma Îranê de tê girtin û îşkencekirin, têkildarî hilbijartina sibe ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê peyamek da.

Zeyneb Celaliyan di peyama xwe de bang li gelê Rojhilatê Kurdistan û gelên din ên Îranê kir ku hilbijartinê boykot bikin û wiha got: “Ji ber min daxwaza mafên gel kir ez di girtîgehê de têm girtin. Ji ber wê daxwaza min jî ji we ew e ku sibê hûn li malên xwe de bimînin û tevli hilbijartinê nebin.”

Zeyneb Celaliyan di sala 1982’an de li Mako yê ser bi bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Di sala 2008’an de li Kirmaşanê hat binçavkirin û bi tometa ‘Hewldana li dijî asayîşa niştimanî û şerê li dijî xweda’ cezayê darvekirinê lê hat birîn. Lê dadgeha temyîzê piştre cezayê wê veguherand yê heta hetayî.