Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişê de daxuyanî da

Rêveberiya Xweser a Şengalê, derbarê êrişa dewleta Tirk ya li ser Şengalê de daxuyanî da û destnîşan kir ku di êrişa dewleta Tirk de welatiyê bi navê Sadûn Mîrza Elî jiyana xwe ji dest daye.

Şingal – Dewleta Tirk îro di seatên nîvro de li bi balafên bi çek û bê mirov li Şengalê êriş bir ser seyareya Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê. Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê êrişa dewleta Tirk de li ber Meclîsa Gel a Sînûne daxuyanî da û aşkere kir ku di êrişê de welatiyê bi navê Sadûn Mîrza Elî ya bavê sê zarokan bû jiyana xwe ji dest daye.

Daxuyanî ji aliyê Endamê Meclisa Gel a Zorava Nemir Pûko û hevseroka PADÊ Macîda Dexîl ve hate dayîn. 

Endamê Meclisa Gel a Zorava Nemir Pûko wiha axivî: ‘’Em ji dewleta Iraqê re dibêjin ka serweriya te ku tu asîmanê xwe biparêzî? Em ji dewletên navnetewî re dibêjin, ka demokrasiya we? Ji dema fermanê heya roja me li Şengalê êriş li ser êrişê berdewam dike. Lê em dibêjin emê bi şehîdên xwe bihêztir bibin. 5 hezar salin me ziman, ol, ax parastiye. Emê heya dawiyê li ber xwe bisekinin.”

Nemir Pûko destnîşan kir dewleta Tirk a dagirker ku di fermana 2014’an de dixwest bi deste çeteyên DAIŞ’ê Êzidiyan tune bike, niha êrişên xwe yên qirkirina civaka Êzidî berdewam dike û got: “Em ji raya giştî re dibêjin, emê heya dawiyê li ber xwe bidin û terka Şengalê nekin.”

Hevseroka PADÊ Macîda Dexîl jî got: “Em li ber van êrişan dest danaynin û emê ji berê zêdetir li ser kar û xebatê xwe bin.”

‘Em ê li ber xwe bidin’

Cigira Desteya Rêveberiya Xweser ya Şengale Çaklîn Hisên ku berteka xwe ya li dijî êrişan wiha anî ziman: “Bangewaziya me ji civaka me re heye ku van êrîşan qebûl nekin. Bi rehetî dijmin tê li devê deriyê me li me dide. Sûcekî vê civakê û kesên hatine hedef girtin tune bû. Li ser Saziya Malbatê Şehîdan disekinîn û ew bi rê ve dibirin. Pêwîst e civaka me bêdeng nemîne ji bo ku êrîşên dijminan rawestin. Armanca dijminan ewe ku em bê hêvî bikevin û ji berxwedanê gav paş ve bavêjin. Lê em ê li ber xwe bidin.”

Çaklîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Em ber bi 8’ê adarê ve diçin. Her dem di demên rojên me yên pîroz û giring de dijminê me êrîşî zarokên me dikin. Iraq nikare ezmanên Iraqê biparêze. Pêwîste ew jî piştgiriya civaka me ya Êzidî bike. Em tiştekî ji kesekî naxwazin, em li ser axa xwe jiyan dikin û xwe birêxistin dikin. Ji dema fermanê ve û heya niha her dem pêşengên civakê têne hedef girtin. Li ber deriyê wan, wan hedef digirin. Em dibêjin bes e. Êdî emê bibin bersivek bihêz ji gelê xwe re û li hember dijminan. Bi van êrîşan em kêm nabin. Zarokên civaka Êzidî serê xwe di ber Tawisî Melek de danîne û wê her li ser wê riyê û riya şehîdan bin.”

‘Êdî pêwîst e civaka me li dijî fermanan rawestin’

Çaklîn Hisên di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew li ser axa xwe ked didin û xwe birêxistin dikin û wê tu êrîş li pêşiya wan nebe asteng û wiha got: “Em dîsa bang dikin ku civaka me rabe ser piyan û xwedî li xwe derkeve. Di rojên pîroz de, di salvegera şehadetên fermandar û pêşengên me de dijminên me êrîşî me dikin. Êdî pêwîst e civaka me li dijî fermanan rawestin. Em li ser axa xwe kar û xebatê xwe dikin û me dest nedaye axa kesekî û me zirer nedaye kesekî. Wekî civaka Êzidî piştî fermana 2014’an me sazî û destgehên xwe tevî hêza xwe ava kiriye.”