Jinên ciwan ên Şengalê: Em ê li ser şopa Bişeng û Sara bimeşin

Jinên Ciwan ên Şengalê bi daxuyaniyek Bişeng Birûsk û Sara Hogir Riha yên di êrişa dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anîn û gotin: “Em ê li ser şopa wan bimeşin.”

Şengal – Bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Şengalê ji bo endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK‘ê Bişeng Birûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan-Komalên Ciwan Sara Hogir Riha ku di 28‘ê Tîrmeha 2023‘yan de di encama êrişên hewayî yên dewleta tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de jiyana xwe ji dest dabûn, daxuyanî hat dayîn.

Daxuyaniya ciwanan ji aliyê Berdevka Yekîtiya Ciwanên Êzidî Sara Botan ve hat xwendin.

‘Nikarin hêz û îradeya ciwanan tune bikin’

Di daxuyaniyê de Sara Botan diyar kir ku armanca dagirkeran tunekirina xeta ku ciwan li ser dimeşin, hêz û îrade jê digirin tune bike û ev tişt got: “Di şexsê herdu fermandar şehîd Sara û Bişeng de em hemû şehîdên tevgera azadiya jin bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Herdu rêhevalên me ku ji bakurê Kurdistanê bûn di encama êrîşên dewleta tirk a dagirker de şehîd bûn. Herdu rêhevalên me li Rojava, Başûr û çiyayên Kurdistanê de kedeke mezin dabûn. Em ji dagirker û dijminan re dibêjin hûn nikarin hêz û îradeya ciwanan tune bikin. Sara û Bişeng şehîd bûn lê wê bi dehan ciwanên Kurdistanê li ser şopa wan bimeşin. Em weke ciwanên êzidî li ser şopa wan bimeşin. Ger îro em weke jinên ciwan li Şengalê kar û xebat didin meşandin ev bi saya keda wan rêhevalan e.“

‘Şehîdên me her ji bo me xeta azadî û têkoşînê bin’

Sara Botan wiha bi dawî kir: “Çawa ev 50 sal in têkoşîna PKK’ê birêve û ya Şengalê jî ev 10 sal in birêve diçe wê ji îro û şûnde hîn bihêztir birêve biçe. Bi şehadeta herdu rêhevalan wê îrada me tune nebe berevajî dê hîn bihêz bibe. Li ser xeta şehîdan wê têkoşîna me bilintir bibe. Ev çend salên dawî têkoşînek bihêz li çiyayên Kurdistanê tê birêvebirin. Divê baş bê zanîn heke îro dewleta tirk a hov li çiyayê Kurdistanê bi binketibe, heke îro dewleta tirk a hov nikaribe li Şengal, Rojava, Başûr encam bigire ev bi saya rêhevalên me yên şehîd in, bi saya têkoşîna ku Rêbertî li Îmraliyê dide meşandin e. Ji bo vê em dîsa dibêjin bila dijmin baş bizanibe nikare bi êrîşên xwe yên hov îradeya ciwanan tune bike. Em di şexsê her hevalên xwe yên şehîd soza bilindkirina têkoşînê didin û em ê li ser xeta wan armanc û hedefa wan pêk bînin. Û em ê heta dawiyê nasnameya xwe, civakbûna xwe, çand û exlaqa xwe li ser xeta şehîdên xwe biparêzin û dê şehîdên me her ji bo me xeta azadî û têkoşînê bin.“