Wê Wanî ji talana qeyûman re bibêjin ‘raweste’

Jinên ji Wanê, ji 7 heya 70 bang li hemû kesan kirin ku xwedî li bajarên xwe derbikevin û gotin: "Em bi ruhê salên 90'î li kêleka hev bin û piştî hilbijartinê bi awayekî serbilind bikevin şaredariyan. Em ji talana qeyûman re bibêjin raweste.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Xebatên hilbijartina xwecihî bi lezek mezin berdewam dikin, kelecana gel jî roj bi roj zêdetir dibe. Jinên Kurd ên li dijî qeyûmên ku du heyam hatine tayînkirin û 8 sal in hebûna xwe didomîne wê ji nû ve biçin ser sindoqan, baweriyan temame ku li dijî qeyûman bi ferqeke mezin a dengan bi ser bikevin. Jinên ji Wanê yên me bi wan re hevdîtin kir, bang kirin ku divê xespa qeyûman ji nû ve dubare nebe. Jinên ku diyar kirin ew ê li dijî dizî û talanê xwedî li îradeya derbikevin, armanc dikin li bajêr ji 14’an 14 bi dest bixin.

8 sal in tu xebateke baş nehatiye kirin!

Li bajarê ku namzetên bi hilbijartinên pêşwext diyar bûn daketin qadan, herî zêde dayik, jin û ciwan piştgirî didin namzetan. Namzetên ku li navenda navçe û bajaran bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin her roj xebat dimeşînin, bi nêzbûna hilbijartinan re karên wan jî zêde dibe. Wan jî yek ji wan şaredariyan e ku qeyûm destpêkê hate tayînkirin. Qeyûma ku hem li navçeyan û hem jî li şaredariya bajarê mezin hatin tayînkirin, di vê heyamê de li bajêr hilweşandinek mezin pêkanî. Qeyûmên ku saziyên çand û jinan girtin, di wateya ekolojîk de jî hem ki Gola Wanê û hem jî li bajêr ji îmarên mezin re îmze avêt. Qeyûmên ku hewzeya Gola Wanê ji îmare re vekir û bi projeyên ku sazlıkları tune dike re derdora golê veguherand qada sermayê, li bajarê ku xetereya erdhejê heye tu xebatek bibandor nemeşand.

Qadên îstîhdamê tune ne ciwan teşwîqê koçberiyê tên kirin!

Qeyûma ku qadên îstîhdamê yên şaredariyên HDP’ê vekirin jî ji holê rakirin, pereyên şaredariyê ji alîgir û xizmên xwe re xerc kir. Şaredariya ku bi îhaleyên kir re ket binê deynan, dest bi firotina mal û milkên neguhêzbar jî kir. Li bajêr bi nebûna qadên îstîhdamê re pirsgirêkek mezin a bêkariyê destpêkir, bi taybetî nifûsa ciwan ji bo debara xwe neçar dibin koçî parêzgehên rojavaya welat bikin. Piraniya ciwan di karên bêewle de dibin mexdûrên cînayetên kar, beşa mayî jî çareseriyê li ser rêyên Ewropayê dibînin.

Jin bi biryar in li bajêr ji 14’an 14 bi dest bixin

Jinên Wanê jî diyar kirin roja 1’ê Nîsanê bi kelecanek ji deriyên şaredariyan vebin û tiştên aydê xwe paşve bigrin. Jinên diyar kirin ku divê hemû kes ji bo rawestandina vê talanê bi şev û roj bixebitin û wiha gotin: "Em bibin yek û wan bişînin cihê ku jê hatine."

Ji jinan Zelîha Kisa jî diyar kir ku çil sal in dengê xwe dide partiya xwe û anî ziman wê îsal jî dengê xwe bide DEM Partiyê. Zelîha Kisa, da zanîn ku qeyûm ji roja hatiye ve heta niha ji bilî xwe ji bo tu kesî tu xebat nemeşandiye û wiha got: “Em ê di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin xwe. Ji bilî me ji tu kesan re deng tune ye. Çav berdan her tiştê aydê vî gelî. Em ê tiştên aydê xwe paşve bigrin. Em e bi îzna Xwedê û bi hêza xwe şaredariyên xwe paşve bigrin. Qeyûm ji bo me tu kar nekir. Hat, şaredariyên me deyndar kir û çû. Em her dem li vir in û heta dilopa dawî ya xwîna xwe li cem partiya xwe ne.”

'Em ê ji bo zimanê xwe yê dayikê dengê xwe bidin xwe'

Narinç Arguş a me di vekirina buroya hilbijartinê de pê re hevdîtin kir, diyar kir ew ê bi ruhê salên 90'î li qadan bin û bang li hemû ciwan û jinan kir. Narinç Arguş bi gotinên "Divê em her dem li kolanan bin" yek ji wan navên ku tevî temenê xwe ya mezin li kolanan xebatên hilbijartinê dimeşîne ye. Narinç Arguş, da zanîn ku ji bo bidawîkirina vê zilm û talanê dixebite û wiha got: “Em ê ji bo xwe bixebitin. Em ê ji bo rawestandina vê zilmê çi ji destên me bê bikin. Em ji bo ziman û doza xwe li vir in. Îro di zimanê me yê dayikê de tu xizmet nîn e, dema em diçin nexweşxaneyan nikarin derdê xwe bibêjin. Em ê ji bo bi zimanê dayika xwe biaxivîn û bijîn, di vê hilbijartinê de dengê xwe bidin partiya xwe. Yekane tiştên ku dikin talan û dizî ye, ez ji bo ku bibêjim raweste li vir im. Ez bawer dikim ku hemû gelê Wanê van tiştan dibîne û ji vê neheqiyê re bibêjin raweste.”

 'Em ê tu caran serî netewînin’

Asmîn Kisa jî der barê hilbijartinê de ev nirxandin kir: “Em bibin yek û li kêleka hev bin. Ev qeyûm ne îradeya me ye, ji bo me tiştek nekir. Divê em ji bo xwe û axa xwe li vir bin û xebat bimeşînin. Em jin ji bo serkeftinê bênavber bixebitin. Em ê tu caran serî li ber wan netewînin û ji bo serkeftinê her tiştî bikin. Em ê şaredariya xwe ji wan qeyûman bigrin û em ê vê rojê bi serbilindî bikevin şaredariyên xwe. Em ê di bin ferman û zilma tu kesî de nebin. Em ê mal bi mal bixebitin û dawî li vê xespê bînin. Heta hilbijartinê gundên ku em neçin û deriyên ku em li wan nedin dê nemînin. Serkeftin wê ya me be."

'Divê em dengê xwe bidin xwe’

Rabîa Algur a herî dawî axivî, diyar kir ku divê dengên xwe bidin xwe û wiha got: “Dê dest û dilê me bibe yek. Divê em rojên berê bi bîr bînin û qeyûmên heyî bişînin. Şaredariyên me girtin û gelê me avêtin girtîgehan. Di vê pêvajoyê de kesekî ku mexdûr nekirin nema. Hem di aliyê madî de hem jî di aliyê manewî de mirovan perîşan kirin. Ma em kor in herin dengê xwe bidin wan. Bila hemû kes kolan bi kolan û mal bi mal bigerin deng kom bikin û van qeyûman bişînin. Bêguman serkeftin wê ya me be. Bila hemû kesên ku dibêjin em Kurd in rabin ser piyan. Bila serê sibê rabin û dest bi xebatê bikin. Ev 40 sal in ez di nava vê têkoşînê de me, min tu carî serî netewand û ji niha û pê ve jî serî natewînin. Ez ji vir bang li hemû kesên Kurd dikim, bila êdî dawî li vê zilmê bînin. Em ji binê vê yekê rabin û ji talanê re bibêjin raweste.”