Îsraîl Filistîniyên li benda alîkariyê bûn hedef girt

Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê 146 roj in berdewam dikin. Hikûmeta Xezayê, êrîşa Îsraîlê ya li dijî Filistîniyên li benda alîkariyê bûn şermezar kir û ragihand li wir zêdetirî 70 kes jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê 146 roj in berdewam dike. Hikûmeta Xezayê, diyar kir artêşa Îsraîlê “bi zanebûn, plan û bi xwînsarî” Filistîniyên ku li Xezayê li benda alîkariya mirovî bûn, qetil kirin.

Di daxuyaniya ji aliyê Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê ve hate kirin de, êrîşa Îsraîlê ya li dijî bi sedan Filistîniyên ku li Xaçera Nablusî ya li başûrê Xezayê ku Îsraîl ev 146 roj in di bin dorpeç û êrîşan de digre li benda alîkariyên mirovî bûn, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin Îsraîl li bakurê Xezayê 700 hezar mirovan bi zorê birçî dihêle û wiha hate gotin: “Arteşa dagirker a Îsraîlê di qetlîama hovane ya îro danê sibê li dijî Filistîniyên ku li bajarê Xezayê li benda pariyek nan bûn pêkanî de zêdetirê 70 kesan qetil kir û zêdetirê 250 kes jî birîndar kir. Em ji qetilkirina sivîlên ku dagirkeriya Îsraîlê birçî dihêle, Îsraîl, rêveberiya DYE, civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî berpirsyar digrin.”

Zêdetirê 30 hezar kes jiyana xwe ji dest dan

Herwiha Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, ragihand hejmara kesên ku di encama êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê cotmehê vir ve didome de jiyana xwe ji dest dan 30 hezar derbas kir. Li gorî daxuyaniyê, li Xezayê herî kêm 30 hezar û 35 kesan jiyana xwe ji dest dan û 70 hezar û 457 kes jî birîndar bûn.

‘Bîlançoya herî giran a şerên ku pêk hatiye ya vî şerî ye’

Li gorî NY'yê ev şer herêmên Filîstînê veguherandiye 'herêma mirinê’. Bîlançoya herî giran a şerên ku pêk hatiye ya vî şerî ye. Yên herî giran berdêla şer didin sivîl in, ji ber bombebaranan ti dever sexlem nemaye. Li gorî NY'yê ji 2,4 milyon kesî 1,7 milyon kes neçar mane ku ji malên xwe derkevin.

Li gorî NY’ê, li Zîvala Xezeyê ku "nexweşxane veguherîne qadên şer" xela radibe û diyar kir ku her roj mîlyonek zarok travma dijî.” Li gorî Hamasê 7 zarok li nexweşxaneya El-Şîfa ya bajarê Xezeyê jiyana xwe ji dest dan û 7 zarok li nexweşxaneya Kemal Edwan a bakur jî ji ber "bêavî û birçîbûnê” jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li Refahê ji ber gefa tevgereke bejahî ya mezin û piralî, fikarên civaka navneteweyî zêde dibin. Li vir herî kêm 1,5 milyon mirov rû bi rûyê gefa operasyona mirovî ne.

UNRWA: Xela li ber derî ye

NY'yê astengiya Îsraîlê ya ketina alîkariyê ji Misrê şermezar kir. Li gorî ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo penaberên Filîstînê (UNRWA), pêwîstiyên mirovî 'bêsînor' in.

UNRWA, wiha got: “Xela li ber derî ye. Nexweşxane veguherîn qadên şer. Mîlyonek zarok her roj travma dijîn."

Ajansa Rabûnê ya Pêşketinê ya DYE (USAID) diyar kir ku ew bi rayedarên Filîstînê re li ser vekirina "rêyên derbasbûnê yên zêdetir" nîqaşan dikin. Rêvebera saziyê Samantha Power li ser tora civakî X’yê daxuyaniyek da û got, "Ev mijara hebûn û nebûnê ye.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, diyar kir dixwaze Hamasê ‘li keleha wê ya dawî’ bi ser bixe. Netanyahu, diyar kir agirbesta ku tê muzakare kirin wê êrîşeke bi vî rengî tenê ‘dereng bixe’ û îdîa kir wê sivîl ji herêmên pevçûn bên tehliye kirin.