Ji bo li Sûdanê korîdora ewlehiyê bê vekirin kampanya hat destpêkirin

Koordînasyona Monsem a banga demildest rawestandina pevçûnên li Sûdanê kir, bi daxwaza vekirina korîdorek bi ewle li Sûdanê, agirbest bê misogerkirin û li bajar û gundan alîkariyên mirovî werin dayîn, kampanyayek da destpêkirin.

Sûdan – Koordînasyona Monsem a têkoşîna jinan dimeşîne, di 28'ê Sibatê de bidaxwaza vekirina korîdorek ewlehiyê ya ji bo li Sûdanê agirbest bê misogerkirin û li hemû bajar û gundan ji sivîlan re alîkariyên mirovî bê gihandin daxuyaniyek nivîskî da û kampanyayek da dest pê kirin.

Di daxuyaniya ku hat diyarkirin ku ji bo rawestandina şer û pevçûnên li Sûdanê û ji sivîlan re gihandina alîkariyên mirovî gelek caran bangawazî hatiye kirin, wiha hat gotin: “Lê belê du aliyên şer, Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn guh nedan van bangan. Kesên ku di şerê 11 meh in li Sûdanê berdewam dike de bi guleyan jiyana xwe ji dest nedan, ji birçîbûn û nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Em wek Koordînasyona Monsem bi nêzbûna 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê re banga rawestandina şer dikin. Bi vê yekê re em bang li hemû tevgerên femînîst, sivîl, siyasî û girseyan dikin ku tevli kampanyaya me bibin. Em ji bo pêkhatina agirbestê û ji sivîlan re gihandina alîkariyên mirovî daxwaza korîdorek bi ewle dikin.”

‘Divê ji bo rawestandina şer em destên xwe bidin hev û zextê li her du aliyan bikin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevgirtin tê wateya piştgirîdayîna jinên Sûdanî û herî dawî wiha hat gotin: “Divê em ji bo rawestandina şer destên xwe bidin hev û zextê li herdu aliyên şer bikin. Mirov ji ber birçîbûn û nexweşiyan ber bi mirinê ve diçin. Em bi daxwaza vekirina korîdora ewlehiyê ya ji bo li Sûdanê agirbest bê misogerkirin û li hemû bajar û gundan ji sivîlan re alîkariyên mirovî bê gihandin dest bi kampanyaya xwe dikin.”

Di Koordînasyona Monsem de rêxistinên civaka sivîl, jinên siyasetmedar û komên sivîl cih digrin. Koordînasyona ku ji bo guherîn û wekheviya zayendî dixebite, armanc dike ku bigihîje civakek ku nirxên aştî û demokrasiyê lê serwer e.