Yuksel Genç: Ji sedî 60’ê civakê parçeyek ji daxwaza guhertinê ye

Koordînatora SAMER'ê Yuksel Genç, diyar kir ku dê li bajarên Kurdan gel dengên xwe ji bo guhertinê bi kar bînin û got ku AKP dê gelek dengan winda bike.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Tirkiye di 14’ê Gulana 2023’an de diçe hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê. Li kolanan daxwaza guhertinê bi awayekî cidî tê hîskirin, li bajarên herêmê ku bi taybetî gelê Kurd li wan dijî, mirov dikar bibêje ku dê dengê xwe bidin kê.

Di xebatan de derdikeve holê ku civak guhertinê dixwaze. Xuya ye ku bertekên li dijî desthilatdariya AKP-MHP'ê dê ji sindoqan diyar bibin. Anket nîşan didin ku li bajarên herêmê dê hejmara parlamenterên AKP'ê de kêm bibe. Her wiha tê dîtin ku hewldana AKP'ê ya ji bo berfirehkirina maseya tifaqa xwe ya bi hin partiyên paşverû re dê pêşî li kêmbûna dengan negire.

Dengdêr çi dixwazin?

Li Tirkiyeyê ku bi sê lîsteyên cuda yên tifaqan re diçe hilbijartinê, hilbijêrên Kurd bi nêzîkatiya çareseriyê nêzî lîsteyan dibin û dixwazin di meclisê de kesên ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têbikoşin bibînin. Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hilbijêrên Kurd jî xwedî dengên sereke ne. Daneyên Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî (SAMER) ku bi salan e rêjeya dengdêran dipîve û nebza hilbijêrên Kurd digre di vê pêvajoyê de jî ji partiyên siyasî heta daxwazên, xebatên tên meşandin, ji lîsteyên hilbijartinê heta nîqaşên di nava tifaqê de û heta helwesta li ser sindoqan meylên hilbijêran nîşan dide.

Di navbera se aliyan de pêşbazî heye

Koordînasyona SAMER'ê Yuksel Genç encamên xebatên xwe yên qadê ji ajansa me re şîrove kir. Yuksel Genç diyar kir ku dê tifaq bikevin pêşbirkê, da zanîn ku her çiqas tifaq xitabî heman girseyê bikin jî dibe ku ew rewş ji bo zêdetir parlamaneteran lîsteyên hevpar hedef dike û anî ziman ku hilbijêr dê tehemulê tu hewldaneke ku dengan dabeş bike nake.

Yuksel Genç anî ziman ku di sindoqan de sê meyl pêşbaziyê, got ku ji bilî Tifaqa Cumhur di du meylan de jî guhertin tê xwestin û wiha axivî: "Tişta ku em herî zêde li derve dibînin ev e ku gel li ser guhertineke pir xurt mobilîze bûye. Bi qasî ku em li dibînin, herî kêm ji sedî 60’ê civakê parçeyek vê daxwaza guhertinê ye."

'Xuya ye ku li herêmê dê hejmara parlamenterên AKP'ê kêm bibe’

Li pêşiya me hilbijartineke girîng ku dê bandorê li pêşeroja gelên Tirkiyeyê bike heye. Dema xebatên hilbijartinê dest pê dikin tifaqên ku partiyan ava kirine jî didomin. Gel  vê hilbijartina nêz dibe çawa dibîne û pêşwazî dike? Li herêmê di hevsengiyên li gorî hilbijartinên 2018’an de guhertinên çawa çêbûne?

Ez dikarim bibêjim em li bendê ne ku li herêmê di warê bertarên dengdêran de hin guhertin dê çêbbibin. Li herêmê 20 sal in du partî hene. HDP hê jî hêza xwe diparêze lê di nava AKP'ê de paşketin heye. Di nava salên dirêj de siyasetên ji xeynî van her du partiyan, mixabin li herêmê ji asta partiya tabeleyan derbas nekirine. Ji ber vê yekê di vê hilbijartinê de li herêmê ne du, çar-pênc partiyên ku bi hev re hevrikiyê dikin, dikarin bên dîtin. Ya duyemîn jî em dipîvin ku hejmara parlamenterên AKP'ê yên di hilbijartinên berê de li herêmê hebûn dê gelekî kêm bibe. Dikare bê gotin ku ev kêmbûn dê parlamenteran jî CHP’ê re bide qezenckirin. Divê were destnîşankirin ku HDP wek polîtîkaya herî girîng a di van salên dirêj de helwesta wê neguheriye, seferberiya hilbijêran nehatiye guhertin dê pozîsyona xwe ya yekemîn û bi îstîkrar biparêze.

Partî neçar man bi hev re tevbigerin

Dema ku AKP ji bo serdema nû ya hilbijartinê pergala tifaqan ji nû ve ava dike, yek ji armancên wê yên herî girîng ew e ku partiyên siyasî neçar bike bi hev re tevbigerin. Li aliyê din civaka ku di van salên dawî de ji tevgera bi tifaqan dûr ketiye, bi vî rengî dikare tevli pêvajoyê bibe. Bi vê ve girêdayî, pergala tifaqê xeterên ku dikare bi yekbûnê hem bi hêz bike hem jî biçûk bike çêdike. Tam di vê xalê de, yekbûna bi pergala tifaqê ve dihat hesabkirin ku şewazên parçebûn, cudabûn, cudakarî ya di navbera hêzên muxalefetê ku tifaqê ava bikin de hem di warê rêveberiyên partiyan hem jî bingehê de bibe sedema pevçûn û têkoşînê.

'Partiyên di nava tifaqê de cih digrin xîtabê komên cuda yên hilbijêran dikin'

Sê tifaqên di siyasetê de xebatên hilbijartinê dimeşînin hene. Hevdîtinên ku van tifaqan di demên dawî de pêk tînin û nêrîna hilbijêran a der barê tifaqan de çi ye? Tevlîbûna partiyên ku bang li hilbijêrên cuda dikin ya ji bo tiqafa dê çi bîne?

Dîsa Tifaqa Ked û Azadiyê jî di nava siyasetên tifaqê ku bi heman awayî hatiye avakirin de, di bendek an ji nakokiyek din de  bi tevahî rizgar nebû. Divê bê diyarkirin. Di encamê de tifaq dema ku tifaqên xwe ava dikin dixwazin xwe bigihîjînin hilbijêrên herî berfireh ku dikarin xwe bigihîjînin wan û hilbijêrên herî berfireh di nava xwe de konsole bikin. Lewma di pozîsyona ku dixwaze herî zêde dengan bi dest bixe û herî zêde parlamenteran hilbijêre bi pêş dike. Di çarçoveya Tifaqa Cumhur û Neteweyê de pekan e ku mirov van tiştan bibêje. Hin siyasetên di van tifaqan de cih digrin aliyên ku ji hêla heman hilbijêrên ve xwe xwedî dikin hene. Lê aliyek din a girîng îthafê komên cuda yên dengdêran dike. Lewma di warê hêzên di nava tifaqê de, li şûna listek hevpar ketina wek partiyên cuda, ji bo hin partiyan ger qad rast were nirxandin, ev her du tifaq dikevin nava lîsteyên xwe û partiyên xwedî bingeheke gelekî kêm ji meclisê re dibin. Bêguman dema bi heman lîsteyê bikevin, pir mimkun e ku ew di warê beşên ku ew ji heman bingehê re xîtab dikin de nakokî û tengasiyê jî bibînin. Di rastiyê de, tiqafan her çiqas xîtabê heman hilbejêran bikin, di vê rewşê de dive ku ji bo hin zêdetir parlamenteran lîsteyên hevpar hedef dike.

Mixabin di vî warî de yek ji tifaqên herî bêşans jî Îtîfaqa Ked û Azadiyê ye. Ji ber ku tebana Tifaqa Ked û Azadiyê ji ya ku em difikirin gelekî hevpar e, di nava HDP'ê de hem hilbijêrên Kurd û hem jî jinên kedkar jî heye. Her çiqas HDP’ê bi piranî ji Kurdên xwedî daxwazên siyasî dengan distîne jî bi awayekî cidî di nav dengdêrên wê de karker, jin, ekolojîst û heta kesên dîndar hene. Ji ber vê yekê, şert û mercên ku polîtîkayên bi vî rengî hevkariyên bingehîn bigihîjînin qadên berfireh, eger bi amblemên cuda bikeve hilbijartinan, zêdetir lawaztir e. Lewma dema mirov lê binêre, di nava siyasetên ku bi lîsteyeke hevpar bikevin hilbijartinan dê pir bikêrhatî be de Tifaqa Ked û Azadiyê heye.

'Hilbijêrên Kurd nûnerên li meclisê ji bo çareseriyê têbikoşin dixwazin'

Dîsa di pêvajoya dawî de nîqaşeke cidî ya tifaqê çêbû. Bi daxuyaniya TÎP'ê re di nava tebana hilbijêrên Kurd de nîqaş hatin kirin. Di hilbijêrên Kurd de rewşa dawî çi ye?

Helwesta TÎP'ê ya li hemberî tifaqê, xuya dibe ku hem ji aliyê hilbijêran ve hem jî ji bo hin hêzên tifaqê bûye sedema pirsgirêkan. Bi rastî jî mafê wan ê vê yekê heye. Ji ber ku ev hilbijartin rejîmeke hilbijartinê ya krîtîk e, guhertina pergalê pêşbînî dibîne lê ya herî girîng jî mijara avakirina pergaleke ku bi kîjan nirxan ji nû ve were avakirin, radixe ber çavan. Tifaqa Ked û Azadiyê ya ku ji bo Tirkiyeyeke piralî, demokratîk û beşdarbûyî ya ku pirsgirêkên xwe yên dîrokî çareser kiriye derketiye ser riya 3’emîn xwedî erk e ku bi qasî ku pêkan e yên din zêdetir nûneran bibe meclisê. Dikarin meclisa ku bi xurtî ketine li ser prensîbên demokratîk lihevhatinek pêk bîne û cureyek temînata demokrasiyê misoger bike. Berevajî vê piraniya meclisê ku di navbera siyaseta netewperest û muhafazakar de derkeve holê dê nikaribe pirsgirêkên bingehîn ên Tirkiyeyê çareser bike. Di warê çarçoveya derûnî de qadeke pir girîng dê vekirî bimîne. Ji ber vê sedemê dema ku hilbijêr dixwazin bi nûnerên herî xurt derbasî meclisê bibe, hilbijêr tu însiyatîfeke ku dengan ji hev cuda bike xweş nabîne. Hilbijêran HDP’ê jî xweş nabîne. Dibîne ku bertêka tund a gel a li dijî daxuyaniya TÎP’ê ya cuda dikeve de jî ev tişt heye.

Di rastiyê de tê diyarkirin ku beşeke pir girîng a hilbijêrên HDP'ê ku bi giranî Kurd in, ji aliyê nûnerên siyasetên cuda yên ku berê dengên xwe dane, têra xwe bi pirsgirêka Kurd re eleqedar nabin û li şûna çareseriya ku di pirsgirêka Kurd de dikare derkeve holê xurt dikin, qels kirine. Em di hinek daxuyaniyên TÎP’ê de vê fikarê jî fêm dikin. Di sala 2018’an de hin wekîlên ku TÎP’ê îro ava dike, ji lîsteyên HDP’ê ketibûn hilbijartinê. Dema di nava koma HDP'ê de bûn îstifa kirin û TÎP'ê ava kirin lê neketin bin sîwana HDP'ê ku ev siyasetek sîwane ye. Hilbijêr dixwazin li meclisê navên ku ji bo çareseriyê têdikoşin hebin. Helbet girîngî didin hemû pirsgirêkên karker, kedkar û jinan lê fikarên ku pozîsyona bi awayê parçebûnê derdikeve holê di nava pirsgirêkên li benda çareseriyê de li Tirkiyeyê derengmayîneke kategorîk çêdike dijîn. Ji ber vê yekê bertek çêdibin.

'Ji sedî 60’ê hilbijêran dixwazin guhertin çêbibe’

Herî dawî, di hilbijartina nêz dibe de li herêmê dê di dengdana dengderan de guhertinek were jiyîn an ne? Biryarbûna gel a di aliyê hilbijartinê de çawa ye?

Ev hilbijartin wek hilbijartineke asayî nayê dîtin. Bi rastî jî gel bi vê hilbijartinê re dê biryarê bide ku ew dixwazin li Tirkiyeyeke çawa bijîn û çawa bên rêvebirin. Bi vê hişmendiyê tevdigerin. Lewma van hilbijartinan weke hilbijartineke rejîm û pergalê, ji bo paşeroja xwe weke qonaxeke girîng dinirxînin. Civak di vê qonaxê de dê biryarê bide ka gelo dixwaze rejîma heyî ya ku xwedî karakterekî pir kevneperest û neteweperest kûr bidome, yan jî li Tirkiyeyeke ku hin demokratîktir, piralîtir bijî. Di rewşa heyî de, mirov dikare bibêje ku sê meyl û sê pêşbîniyên Tirkiyeyê pêşbazî dikin. Ev sê meyl bi rastî hevrikiyê dikin. Tişta ku em herî zêde li wir dibînin ew e ku mirov di şeklê berdewamkirin an jî guhertina heyî de mobîlîze bûne. Bi qasî ku em li qadê dibînin, herî kêm ji sedî 60’ê civakê parçeyek ji vê daxwaza guhertinê ye. Ji sedî 35’ê ve jî meylek bi daxwaza ku pergala muxafazakar a heyî berdewam bike, didomîne.