Li Semsûrê ji ber barana zêde kon di bin avê de man
Piştî barana zêde li Semsûrê gelek kon di bin avê de man. Welatiyên ku di konan de bi zehmetî derbas bûn, li konên cîranan bi cih bûn.
Semsûr – Barana ku îro li Semsûrê bariya ku ji ber erdheja Mereşê gelek bandor lê bû, bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li bajarê ku ji ber erdhejê gel di konan de têkoşîna jiyanê dide, barana zêde ya ku ji şevê din ve dewam dike, bandor li welatiyên di konan de dijîn kir. Welatiyên ku ji ber baranê konên wan di bin avê de mabûn xwe li konên ku av wernegirtine, ji ber baranê li gelek cihan elektrîk qut bû.
Li gelek deverên bajêr û li navçeyan jî lehî rabû. Di lehiyê de tu windahiyên canî çênebûn, gelek dar ji kokê ve çûn.