Li dijî jehrîkirina xwendekaran çalakî hatin lidarxistin

Piştî zêdebûna êrîşên kîmyewî li ser dibistanên curbecur ên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, malbat û welatiyan li Seqiz û çend bajarên din xwepêşandanên kolanan pêk anîn.

Navenda Nûçeyan – Li gel berdewamkirina serhildana Jin, Jiyan, Azadî ya piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li seranserî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê di meha 7’emîn de didome, bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin ên li Rojhilat û Îranê her roj bi zêdebûnê didome. Duh li gelek bajaran li dijî bûyerên jehrîkirina xwendekarên jin ku ji aliyê hikumeta Îranê ve mîna zext û êrişek li dijî xwendekaran tê pêkanîn çalakî hatin lidar xistin.

Li gor agahiyan xwepêşanderan li kolanan agir pêxistin, riyan girtin, ala Îranê şewitandin, bi qîrîna dirûşman û nivîsandina dirûşmên li dijî sîstema desthilatdar, daxwaza hilweşandina Komara Îslamî û bidawîanîna tawanên armanckirî li dijî xwendekar û keçan kirin.

Her wiha li bajarên Mehabad, Melayer, Andimşek, Kahkiluiye û Boyar Ehmed, Xaş, Tehran, Amol, Şîraz, Îsfehan û çend bajarên din, xwepêşanderan bi dirûşman, boyaxkirina dîwaran, bi belavkirina belavokan û bangewaziyan berfirehkirina xwepêşandanan anîn ziman.