Rojnameger Jîna Madras Gorj cara duyemîn hat girtin
Çalakvana Kurd û rojnameger Jîna Madras Gorj bi hinceta ku beşdarî çalakiyên serhildanên li Îranê bûye cara duyemîn hat girtin.
Navenda Nûçeyan – Di roja 4’an a çalakiyên Jin Jiyan Azadî de, çalakvana Kurd rojnameger Jîna Madras Gorj ji aliyê daîreya îstîxbaratê ve hatibû girtin û sewqî girtîgeha Sineyê hatibû kirin. Piştî 40 rojan bi kefalet hat berdan. Jîna Madras Gorj piştî ku hat berdan ji aliyê îstîxbaratê ve ji bo beşdarî çalakiyan nebe gef lê hat xwarin.
Hem hatine berdan hem jî dubare tên girtin
Jîna Madras Gorj a ku doza wê berdewam dike, hat zanîn ku ji dadgeha Sineyê gazî kirine lê belê neçûye, dadgehê biryara girtinê der barê wê de dabû, duh ji aliyê hêzên rejîmê ve bi hinceta ‘avakirina rêxistên xiraker’ hat girtin û birin girtîgeha Sine. Jîna Madras Gorj bi îdiayên ‘li dijî ewlehiya navnetewî hevpemanên veşartî’ û ‘li dijî rejîmê propaganda’ tê sûcdarkirin.
Hat zanîn ku li aliyekî din bi dehan kesên ku ji ber beşdarî çalakiyan bûne û hatine darizandin û ji ber efuyên derketine dawî li darizandina wan hatiye anîn, bi heman hincetê careke din dest bi darizandina wan hatiye kirin.