Jinên Afganî: Bila ofîsên NY’ê werin girtin

Tevgera Protesto ya Jinên Afganistanê, bi daxuyaniyên ku li gelek bajaran da xwest ofîsên NY’ê ku ji pêkanînên Talîbanê re bêdeng dimînin bên girtin.

Navenda Nûçeyan – Tevgera Protesto ya Jinên Afganistanê 9’ê Nîsanê roja Yekşemê li bajarên Kabul, Tahar, Bamyan û Badakhshan daxuyanî da û xwest Mîsyona Alîkariyê ya Afganistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) ofîsên xwe yên li welat bigre. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku NY li hemberî kiryarên Talîbanê yên wekî revandin, koçberkirina bi darê zorê, komkujî û girtinên kêfî bêdeng dimîne û hat diyarkirin ku di NY’ê de mafê jiyanê yê xebatkaran tune ye.

Ji NY’ê re bertek

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku Talîbanê di Kanûna 2022'an de xebata jinan a di saziyên sivîl de qedexe kiriye, hat destnîşankirin ku divê rêxistinên sivîl li hemberî vê biryarê xebatên xwe rawestînin û banga "Xebatên ku jin tê de tunebin rawestînin" hat kirin." Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ofîsên UNAMA’yê bên girtin û wiha hat gotin: "Tu bandorên aktîfbûna vê ofîsê li ser gelê Afganistanê tune ye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Berevajî bendewariya me, di serî de Neteweyên Yekbûyî, saziyên alîkariyê yên navneteweyî, careke din li hemberî Talîbanê bi xweşbînî nêzik bûne û ji bo ku jin di sektorên sînordar de xebata xwe berdewam bikin, bi wan re li hev kirine.”

Çi bibû?

Talîbanê di 5’ê Nîsanê de xabata jinên Afganî ya li ofîsên girêdayî NY’ê qedexe kir. Li hemberî biryarê rayedarên NY’ê 48 saetan karê xwe rawestandin û bi Talîbanê re hevdîtin kirin. Rayedarên UNAMA yên ku der barê encama hevdîtinê de daxuyanî nedan, ragihandin ku xebatên xwe heta 14’ê Gulanê rawestandine.