Li Îran û Rojhilat dîsa gelek xwendekar bi jehrê ketin
Hate hînbûn ku îro li gelek dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek xwendekar bi jehrê ketine û rakirine nexweşxaneyê.
Navenda Nûçeyan – Hat zanîn ku îro li gelek dibistanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê gelek xwendekar bi jehrê ketin û rakirin nexweşxaneyan. Hat diyarkirin ku rewşa hin xwendekarên ku hatin dermankirin giran e.
Navê dibistanên ku jehrî lê hatine kirin wiha ne: “Dibistana Keçan a Kamyaran Fehmîde û Dibistana Amadeyî ya Keçan a Fatima Zehra, Dibistana Şoreşê ya Tebrîzê, Dibistana Amadeyî ya Keçan a Xedîce Kebrî li Şinoyê, Dibistana Seretayî ya Kuran a Emîr Kabîr, Dibistana Keçan a Mîlad, Dibistana Keçan a Şahîn Menûçehr Ensarî û Dibistana Keçan a Şahîn a Îsfehanê, Dibistana Amadeyî ya Keçan a Siavaşê, li Kirmanşanê dibistana Amadeyî ya Keçan a Siavash, li Bender Ganaveyê dibistanên Zeinab, Efat û Hijab.”