Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê kongreya xwe li dar xist

Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê di çarçoveya pêngava "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi şoreşa Şoreşa Jinê ve” kongreya xwe ya navîn li dar xist û plansaziya serdema nû diyar kir.

 Navenda Nûçeyan – Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ku sîwana saziyên jinên Kurd li Swîsreyê ye, duh kongreya xwe ya navber li dar xist. Kongreya di çarçoveya Pêngava "Bi Jin Jiyan Azadî re ber bi Şoreşa Jinê ve dimeşin" li Salona Konferansê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (CDK) a Baselê hat lidarxistin diyarî Evîn Goyî ya di 23'ê Kanûna 2022'an de li Parîsê hatin qetilkirin û endama Navenda Lêkolînên Jineolojî Nagihan Akarsel a di 4’ê Cotmeha 2022’an de li Silêmanî hat qetilkirin, hat kirin.

Gelek delege û mêvan beşdarî kongreya navîn a YJK-S'ê ya sîwanê ji 6 meclîs, 4 komun û 3 înîsiyatîfan wê yên kongreyên xwe yên meha Adarê bi dawî kirin, bûn. Kongre bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştî hilbijartina meclîsê û rojeva kongreyê hat diyarkirin.

'Jina Kurd di têkoşîna jinên cîhanê de diyarker bû'

Endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Zeynep Dersim, pêvajoya siyasî nirxand û diyar kir ku salên 2022 û 2023’an hem di têkoşîna jinên cîhanê de hem jî di siyaseta Kurdistan û Tirkiyeyê de dijwar bûn û got, “Jinên Kurd di vê pêvajoyê de bi awayekî aktîf cih girtine û di têkoşîna jinên cîhanê de bûne faktoreke diyarker."

Soza têkoşîna li dijî tecrîdê

Zeynep Dersim bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Felsefeya 'Jin jiyan azadî' ku hêmana sereke ya serketinê ye ku bi têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAIŞ'ê li Rojava tê jiyîn. Ji Rojhilat heta Îranê, ji Îranê li cîhanê belav bû, bû dirûşma sereke ya azadiya jinê. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî faşîzm û mêtingeriya pergalên kapîtalîst, bi parastina vê felsefeya jinên Kurd bi dayîna berdêlan bidin meşandin û heta ku afirînerê vê felsefeyê Rêber Apo azad bibe, bidomînin.”

'Erka me ya hilbijartinê bi dawî nebûye'

Zeynep işaret bi hilbijartinên 14’ê Gulanê yên li Tirkiye û Kurdistanê kir û got, “Îro dibe ku li Swîsreyê dema dengdayînê bi dawî bibe. Lê erk û berpirsyariyên me hîn temam nebûne. Divê em bang li malbat, xizm û nasên xwe yên li Tirkiye û Kurdistanê dijîn bikin ku di 14'ê Gulanê de biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin."

Piştî nirxandina pêvajoya siyasî, rapora salane ya YJK-S’ê hate xwendin û ji bo nirxandinê hate pêşkeşkirin. Piştre sînevîzyona peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser felsefeya “Jin jiyan azadî” ku paradîgmaya xwe ya li ser bingeha azadiya jinê anî ziman û keda jinê ya salekê hate temaşekirin. Piştî nîşandana sînevîzyonê, rêveberiya nû ya YJK-S'ê ya ji 10 kesan pêk tê, 259 kes, perwerde, civakî, têkiliyên derve, Yekitiya-Star û nûnerên herêmê hatin diyarkirin.

 Di dawiyê de jî plansaziya dema nû kete dengdanê û hat pesendkirin.

 Biryar hatin girtin

 Hin biryarên ku di danezana dawî ya Kongreya YJK-S’ê de cih girtine wiha ne:

 “*Rojeva sereke ya xebatên serdema nû ya YJK-S’ê misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di hemû çalakî û çalakiyên ku bên kirin de vê gotara sereke ji xwe re esas digirin

 * Bi afirandina atolyeyên perwerdehiyê veguheztina Zanista Jineolojiyê bo gel

 * Xebatên avakirina sîstema konfederal a bi navendê jin berdewam dikin

 * Xebatên di meclîsan de ji bo belavkirin û pêşxistina bikaranîna zimanê dayikê

 * Rêxistin û xurtkirina dîplomasiya gel.

 Kongre bi dirûşmeya 'Jin jiyan azadî' bi dawî bû.