Li Akrê jinek hat qetilkirin

Li Akrê jinek ciwan ji aliyê birayê xwe ve hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Başûrê Kurdistanê kuştin jinan a bi guman her ku diçe zêde dibe. Duh li gundê Kêle Spî ya girêdayî bajarokê Gidesîn ya ser bi navçeya Akrê jinek ciwan a 26 salî ji aliyê birayê xwe ve bi çekê hat qetilkirin.

Buyer mîna şaşîtî tê nixumandin

Polîsên Akrê ragihand ku li gundê Kêle Spî ya girêdayî bajarokê Gidesîn ya ser bi navçeya Akrê jinek ciwan a 26 salî bi guleyê birayê xwe hat qetilkirin û xizmên jina ciwan dibêjin di kêliya ku birayê wê çeka xwe paqij dikir de, bi şaşitî gule bi xuşka wî ketiye û kuştiye.

Hat zanîn ku polîsan dest danîne ser çekê, lê hîna kiryar nehatiye girtin.