Jinên Helebê operasyonên siyasî şermezar kirin

Jinên ji Helebê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê erîşên qirkirinê siyasî a li dijî siyasetmedar, rewşenbîr û rojnamegeran hatine destpê kirin şermaezar kirin, piştevaniya xwe bi jinan re anîn ziman.

SÎBÎLYA ÎBRAHÎM

Heleb – Di çerçoveya amadekariyên hilbijartinên perlemanto û serokkomariya Tirkiyê di 14’ê Gulanê de, hikumeta Erdogan dest bi operasyonek qirkirina siyasî kir. Ji her derê bertekên li dijî operasyonên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê tên. Jinên ji taxên Şêx Meqsûdê Eşrefiye yên Helebê jî anîn ziman ku armanca van operasyonan çewisandina azadiya derbirînê û fikirê demokratîk e.

‘Dewleta Tirk dixwaze xwe li axa suriyê mayînde bike’

Rêvebera Rêxistina Sara ya li dijî tundûtujiya li ser jinê Najla Hemza a li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yê li bajarê Helebê bal kişand ser polîtîkayên AKP’ê yê li dijî Suriyeyê û got: “Tirkiyê bi van kiryaran û binpêkirinan hewil dide herêmên dîtir ji Sûriyê û dewletên dîtir ji dagir bike û serweriya  xwe li Sûriyê û Îraqê pêkbîne. Gelek êrîşên qirkirinê, komkujiyan, revandin, kuştin û êşkencekirina sivîlan hene.”

‘Ji fikrê Netewa Demokratîk ditirsin’

Najla Hemza Armanca operasyona qirkirina siyasî û binçavkirinan bi hilbijartinê 14’ê Gulanê ve girê da û wiha pê de çû: “AKP’ê hewil dide nêrîna azad yê rojnameger û huquqnasan bi tirs û çewisandinê  pêk bîne. Ji ber ku kesên hatine girtin bi pênûsên xwe şerê azadiya gelan didin meşandin û di nav pençên pergala zordest de tekoşîn dikin. Her tim tirs ji fikira Netewa Demokratîk heye, her kes dizane gelek bingeh li herêmên Bakûr û Rojhilatî Sûriyê avabûne û bi vê fikira azad em ê aştî û ewlekariyê bicihbînin.”

‘AKP xwest kareseta erdhejê bikar bîne’

Najla Hamze a bal kişand hilbijartina ku di 14’ê Gulanê de were lidarxistin, anî ziman ku AKP xwest karesata erdhejê bikar bîne û got, “Dewleta Tirk bi nûnerê xwe partiya AKP’ê kareseta erdheja Tirkiyê  û Bakûrî Kurdistanê û herêmên Sûriyê daye ji xwe re bikartîne. Kirîza xwe hundirîn derdixe derve rênade çareyan her pirsgirêkan di navbera dewletên cîran de derdixe ji bo pirsgirêkên xwe hundirîn û lewaziya rêvebirina xwe berî û piştî erdhejê veşêre. Gelên berxwedêr azadî, demokrasî û aştiyê hêvî dikin ku bi awayekî dadwer be tu pêkhateyan dûr nexe. Dive gel li wan deran wêrek bin nêrînên xwe derbirînin li dijî zordarî û desthilatdariyê rawestin. Divê em li ber xwe bidin, têbikoşin da ku bighêjin azadiya xwe û hemû gelan.”

‘Dê AKP dêk biçe’

Endama Meclîsa Jinê ya PYD’ê a Bakûr û Rojhilatî Sûriyê Sîham Bîlan got: “Dewleta Tirk her tim qirkirinan pêk tîne, gelek kesayetên siyasî, rewşenbîr, parêzer û rojnamegerên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê digirin û dixin zîndanan. Erdogan jî dizane ew di hilbijartinên îsal de bisernakeve, gelek şaştiyên wî rûdane. Piştgiriya Tirkiyê ji opozisyona Sûrî re ew kirin çete, di sala 2018’an de êrîşî kantona Efrînê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê jî kir, lê ew rastî berxwedaniyek mezin ji aliyê gelê Efrînê ve hatin.”