Malbata Şenyaşar: Riha ji bo guhertinê amade ye

Çalakiya Nobeta Edalatê ya Malbata Şenyaşar di roja 776’an de dom dike. Malbatê destnîşan kir ku ji bo edaletê guherîn şert e û got; “Riha ji bo guhertinê amade ye.”

Riha – Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar a di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizm û parazvanên wekîlê AKP’î Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, ji 9'ê Adara 2021'an û vir ve dest bi Nobeda Edaletê kirin di roja 776’an de dom dike.

Ji ber dawiya hefteyê ye û deriyê edliyê girtiye, Emîn Şenyaşar li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne. Ferît Şenyaşar jî ji bo xebatên hilbijartinê daket kolanan.

Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtalê ev parvekirin kir: “Ev bû 776 roj. Edalet bi cih nehat. Em edaletê dixwazin. Ji bo edaletê guherin şert e. Riha ji bo guhertinê amade ye.”