Li Şehbayê jin li hemberî ambargoyê li ber xwe didin

Jinên Efrînê yên koçî kantona Şehbayê bûne û berxwedana xwe ruxmî astengiyên jiyanê didomînin bal kişandin ser dorpêça li ser herêmê û gotin ku ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê gelek zehmetiyan dikşînin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Li Şehbayê ya ku gelê Efrînê yê di sala 2018’an de ji aliyê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî hat dagirkirin neçarî koçberiyê man, ji ber girankirina rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê rewş her ku diçe dijwartir dibe. Jeneratorên elektrîkê ji 27'ê Nîsanê ve hatine rawestandin û zehmetiyên jiyanê dijwartir bûye. Her wiha li nexweşxaneyê ji ber rêgirî û ambargoyê derfetên dermankirinê kêm bûye û dermanên pêwist nahêlin derbasî heremê bibe.

Jinên Efrînê der barê astengiyên ku rojane ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê dibînin de axivîn, qala zehmetiyên jiyanî yên dijîn kirin û ji bo bidawîbûna rêgirî û ambargoya hikumeta Şamê bang li saziyên navnetewî kirin ku bi erka xwe rabin.

Şevê bi findan derbas dikin

Emîna Bekir diyar dike ku çûye sûkê lê ji ber buhabûnê nikaribûye kîloyek sebze ji mala xwe re bikire wiha dibêje: "Em koçberên Efrînê rojane li Şehbayê bi astengî û zehmetiyên jiyanê re rûbirû dimînin. Dorpêça Hikumeta Şamê zehmetiyên me girantir kiriye. Em nikarin biçin sûkan û bi rehetî pêdiviyên malê bikirin, ji ber ku her tişt buha bûye. Daxwaza me ew e ku ev ambargoya li ser me tê rakirin û em bi rehetî bijîn.”

‘Em ê bi berxwedanê zehmetiyan derbas bikin’

Emîna Bekir anî ziman ku ew ji ber nebûna kerabeyê şevê bi findan derbas dikin wiha domand: “Çend roj in em di tarîtiyê de ne û li ber findan şevên xwe derbas dikin. Ji bo domandina berxwedana xwe em ê her tiştî tehemul bikin û zehmetiyan derbas bikin. Divê bi lez ev dorpêç bi dawî bibe.”

Dermanên heyî jî kêm dibin

Hêvîn Mustafa ya ku çûye nexweşxaneya Avrînê, ji bo dermankirinê da xuyakirin ku dermanên pêwist nayên peydakirin û got: "Em nexweş in loma hatine nexweşxaneyê ji bo dermankirinê. Bijîşkên nexweşxaneyê bi me re dibin alîkar lê mixabin ji ber dorpêça li ser me hatiye ferzkirin rêjeya kirîna derman gelek buha bûye. Divê herî kêm ji nexweşan re derman bê peydakirin. Dermanên ku li nexweşxaneyê jî tên peydakirin gelek kêm in û hindik maye biqedin. Em li Şehbayê ji ber rêgiriya Hikumeta Şamê gelek astengiyên jiyanî dibînin.”

Hêvîn Mustafa anî ziman ku ev rêgirî û ambargo siyasetek taybet e ku li ser gel tê meşandin û bang li saziyên mirovî yên navneteweyî kir ku bi erka xwe rabin û dawî li vê dorpeçê bînin.