Li Kongoyê ji ber lehiyê zêdetirî 200 kes jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku ji ber lehiya li Rojhilatê Komara Kongo ya Demokratîl (RDC) ya li Afrikaya Navîn rû da, herî kêm 203 kes jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li herema başûrê Kivuyê roja pênçşemê barana zêde bû sedema lehî û erdherîkê.

Rêveberê Kalehe Tomas Bakenga yê ku roja Şemiyê li cihê bûyerê daxuyanî da û got ku ew nizanin çawa zirara mirovî û madî hesab bikin.

Berpirsê herêmî got: "Me li vir li Bushushu, 203 cenaze ji bin kavilan derxistin." Berpirs got ku li Nyamukubi gundekî ku roja Pêncşemê bazara heftane lê hatibû vekirin, girek hilweşiyaye û ji ber ku çemên herêmê ji ser ve çû gelek gundên din jî di bin avê de mane.

Di destpêka hefteyê de, li cîran Rwandayayêji ber lehiyê herî kêm 131 kes miribûn û bi hezaran xanî hilweşiyabûn.