“Yek dengiya jinên Başûrê Kurdistanê dikare bandorê li pêvajoyê bike”
Jinên di nava rêxistinên jinan ên Başûrê Kurdistanê de cîh digirin li hemberî rewşa heyî yekgirtin û çalakiyên rêxistinên jinan kêm dîtin û dan zanîn ku hewceye rêxistinên jinan çalakiyên hevpar bandorê li pêvajoyê bikin.
TERZE TAHA
Silêmanî - Li Herêma Başûrê Kurdistanê nêzî 300 rêxistinên jinan yên taybet hene, her yek ji van li ser çend bingehên taybet yên jinan hatine avakirin. Her rêxistinek a jinan li ser kijan armancî hatibe avakirin divê bê cudahî xebatê ji bo jinan bike. Herî dawî ji rêxistinên jinan hinek ji armancên hevbeş ku ji bo ji holê rakirina tunditujiya li beramberî jinê kar dikin. Eve armanca sereke ya rêxistinane taybete ji bo jinan, lê belê beşek ji van rêxistinan ne yek dengin. Eve jî ji aliyê jinan ve bûye cihê rexne û li gora wan ew rêxistin ketine bin bandoriya partiyan.
“Divê rêxistin xwedî biryarên xwebin”
Endama Yekitiya Jinan Seywan Rûstem dide diyarkirin ku yekdengiya jinan dikare bandorek mezin bike û wiha got: “Yekdengiya jinan dikare dengek bi bandor ava bike. Ji rêzêye ku rêxistinek partiya wê piştgirî bike, lê belê ne bi vî awayî ku ew rêxistin bêyî gotina partiya xwe nikare tiştekê bike. Rêxistinên jinan hemû li ser bingehekê hatiye avakirin, ew jî kêmkirin yan ji ji holê rakirina tundîtujiya li beramberî jinê ye. Pêwiste ev rêxistinane bi kok bin û kar li ser armanca hevbeş bikin. Mixabin gelek rêxistinên jinan hene heta ne pirsa xwe ji partiya xwe bikin nikarin tu biryaran bidin. Ji bo ew rêxistin bibin xwedî biryar divê ji bin bandoriya partiya xwe derbikevin û divê ji bo azadiya jina xebatê bikin û divê rêxistinên jinan zextê li partiyên xwe bikin da ku sê jinên edamên RJAK’ê werin berdan.”
“Divê em ji bo nasnameya jinê kar bikin”
Endama Rêxistina jinên Azadiya Kurdistanê Banû Helepçeyî jî da zanîn ku jinên endamên rêxistinan ne bi nasnameya jinê, di bin kontrola partiya xwe de kar dikin û wiha got: “Gelek ji rêxistinan heta ku partiya wana nebêjin kar bikin di derbarê mijarek nu de kar nakin. Ji bo mijarên nu çavê wan li helwesta partiya wane. Ev nêzî 20 roje sê endamên rêxistinekê ji aliyê asayişa PDK’ê ve hatine girtin, lê belê tenê dayikên aştî yên Lacik Sipî û çend kesên din û çalakvanan helwesta xwe li beramberê vê îşan dane. Rêxistin û keseyetiyan qet helwestek nu nîşan nedan. Em hertim di çalakiyan de qêr dikin bila weke nasnameya jin em kar bikin, bila em ji partiya dur kar ji bo jinan bikin. Weke jin em daxwaza mafê xwe bikin, lê belê heta niha bi vi awayî tu rêxistin nehatine pêş.”