Çar gorên komî yên nû li Sûriyeyê hatin dîtin
Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku 4 gorên komê hatiye dîtin. Ev gorên hatiye dîtin rastiya şerê ku li Suriye yê hatiye jiyîn û tê jiyîn radixe ber çavan.
Navenda Nûçeyan — Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka serê meha Nîsanê de xebatên xwe yên blançoyê de ragihand ku 4 gorên komê dîtine û di nava wan de termên 14 kesan hatiye belge kirin.
Dîtina gorên komî yek ji dozên herî aloz li Sûriyeyê tîne rojevê. Tê texmîn kirin ku di salên şer de hêjmara kesên winda 300 de hezare. Lê komkujiyên li herêma beravê û Suweydayê hatiye pêkanîn vê hêjmarê hîn zêdetir kiriye.
Li gorî daneyên saziyê, yek ji gorên hatine dîtin li Dêra Zorê ye û tê de 10 kes hene. Yek li Derayê ye û tê de 2 kes hene û goreke komî ya din li Hemayê jî tê de 2 kes hene.