Li dijî krîza cîhanî ya kapîtalîzmê: Entegrasyona Demokratîk
Li dijî krîza cîhanî ya kapîtalîzmê û bilindbûna rastgiran di çarçoveya rûbirûbûna emperyalîzmê û kapîtalîzma Îranî de, Entegrasyona Demokratîk derdikeve holê û ew dê rê liber van krîzan bigre.
ROJDA ROJHILATÎ
Kapîtalîzma cîhanî ketiye qonaxekê ku êdî bi têgehên klasîk ên "rawestiyanê" an "krîza çerxî" nayê ravekirin. Tiştê ku em îro pê re rûbirû nin, ne krîza qadek an welatek e, her wiha krîza kapîtalîzmê bi tevahî ye; krîzek ku bi astengkirina gera nirxê ku di asta darayî-xeyalî de kom bûye, bûye sedema hilweşîna hevgirtinê di asta dewletên neteweyî de û niha xwe di asta jeopolîtîk de bi şiklê pevçûnên nenavendî û ne-hegemonîk nîşan dide.
Vê rewşê cîhan aniye qonaxekê ku dikare wekî "emperyalîzma ne-hegemonîk" were binavkirin: qonaxek ku di destê hêzên mezin de hê jî amûrên serdestiyê hene, lê êdî kapasîteya wan tune ku rêzikê çêkin. Amerîka bihêz e lê kapasîteya rêxistina rêzika cîhanî winda kiriye; Çîn radibe lê hê ne hegemonîk e; Rûsya perçeker e lê ne avakarê rêzikek nû ye û Ewropa perçe perçe û nenavendî bûye. Di cîhanek wisa de, sermayeya cîhanî serdest e lê hevgirtin tuneye û dewletên neteweyî amûrên serdestiyê ne lê nikarin rêzikê ji nû ve hilberînin.
Dewletên neteweyî ji bo bijîn xwe dispêrin tundiyê
Di vê avahiyê de, dewletên neteweyî ku di serdema hegemonyaya Amerîkî de roleke rêkûpêk a civakî û aborî dilîstin, niha di valahiyek hegemonîk de hatine terikandin. Ew ne dikarin krîza aborî birêve bibin, ne jî hevgirtina civakî ji nû ve hilberînin, ne jî dikarin di navbera sermayeya cîhanî û civaka navxweyî de roleke navbeynkariyê bilîzin. Encama vê rewşê qelsiya avahîsaziyê ya dewletên neteweyî ye; qelsiyek ku xwe ne di paşvekişandinê de, lê di ewlehîkirin, dijberî û neteweperestiya parastinê de nîşan dide. Dewleta neteweyî ya qels ji bo ku bijî tund dibe. Ev tundî ne nîşana hêzê ye, ya krîzê ye.
Bi mezinbûna zexta derveyî rastgiriya navxweyî xurtir dibe
Di çarçoveyek wisa de, divê rewşa niha ya li Îranê di çarçoveya vê krîza cîhanî de were fêmkirin. Rûbirûbûna di navbera emperyalîzm û kapîtalîzmê de li Îranê ne pevçûnek ehlaqî ye û ne jî nakokiyek siyasî ya sînorkirî ye, kêliyek di krîza kapîtalîzmê de bi tevahî ye. Kapîtalîzma Îranê, wek dewletek neteweyî li derveyî orbîta emperyalîst, bi zextên avahîsaziyê yên emperyalîzma ne-hegemonîk re rûbirû ye; zextek ku ne ji bo avakirina rêjeyek nû, lê ji bo ji nû ve belavkirina hêzê di kêliya hilweşîna rêjeya kevin de ye. Di rewşek wisa de, her zextek derveyî, çi aborî, siyasî, leşkerî be li şûna afirandina ‘veguherînek’, dibe sedema xurtkirina ewlekarîkirinê, astengkirina siyasî û xurtkirina hêzên rastgir li hundur. Ev mantiqa krîzê ye: zexta derveyî çiqas mezintir be, rastgiriya navxweyî ewqas xurtir dibe.
Jiholêrakirina avahîsaziyê avakirina qadeke siyasî ya asîmetrîk bû
Ev meyl li Îranê bi rastiyek dîrokî ve girêdayî ye: ji destpêka damezrandina xwe ve, kapîtalîzma Komara Îslamî çepgiran wek hêzek ku projeya wekhevî, edaleta civakî û rizgariyê hildigirt tepeser kir. Ev tepeserkirin ku girtinên berfireh, dûrxistina siyasî û sînordarkirinên tund li ser çalakiyên çepgir dihewîne, ne bûyerek demkî bû, beşek ji mantiqa dewleta neteweyî di kêliya xurtbûna kapîtalîzmê de bû. Jiholêrakirina çepgiran qada siyasî ji hêzek vala kir ku dikare li hember rastgiriyê, newekheviyê û ewlehiyê bisekine. Encama vê jiholêrakirina avahîsaziyê avakirina qadeke siyasî ya asîmetrîk bû ku tê de hêzên rastgir, çi olî, neteweperest, lîberal û fundamentalîst, heta monarşîst bêyî pêşbaziyek cidî dikarîn mezin bibin.
Krîz çiqas kûrtir be, rastgirî ewqas xurttir dibe
Di kêliya niha de, ev dûrketina dîrokî ji ber zextên emperyalîst zêdetir dibe. Zextên biyanî, li şûna ku hêzên rastgir qels bike, wan xurt dike. Ji ber ku dewleta neteweyî, di kêliyên gefê de, bi awayekî avahîsaziyê ber bi ewlekarîkirin û dorpêçkirinê ve diçe. Ev dorpêçkirin ew qada ye ku rastgirtî tê de geş dibe. Di qadeke wisa de, çepgir ne tenê tê îzolekirin, lê di heman demê de wek ‘gef’ jî tê temsîlkirin. Ev pêvajo beşek ji mantiqa gerdûnî ya krîzê ye: krîz çiqas kûrtir be, rastgirtî ewqas xurttir dibe.
Kapîtalîzmê têgeha "entegrasyonê" tahrîf kiriye
Heman mantiq li ser asta cîhanî jî dixebite. Diyardeya koçberiyê, ku berhemeke rasterast a şeran, hilweşîna aborî, guherîna avhewayê û bêîstîqrariya siyasî ye, bûye yek ji warên sereke yên siyaseta cîhanî. Kapîtalîzmê têgeha "entegrasyonê" tahrîf kiriye û ew veguherandiye amûrek ji bo bişaftin, kontrol û serdestiyê. Dewletên neteweyî koçberan ne wek beşek ji civaka hevpar, wek "gef" pêşkêş dikin; gefek ji bo çand, ewlehî, aborî û nasnameyê. Ev tirsa avahîsaziyê zemînê ji bo mezinbûna tevgerên rastgirên tundrew peyda dike. Rastgirî bi tirsê têr dibe û kapîtalîzma cîhanî di krîzê de tirsê çêdike: tirsa ji koçberan, tirsa ji yên din, tirsa ji bêewlehiyê, tirsa ji hilweşînê. Ev tirs dibin amûrên siyasî û rastgirî wan organîze dike.
Krîz rastgiriyê xurt dike û rastgirî krîzê ji nû ve diafirîne
Li Îranê, heman mantiq li hundir jî dixebite. Krîza aborî, bêewlehiya civakî, zextên derve û astengiyên siyasî hemû bûne sedema mezinbûna hêzên rastgir. Bi xwe dispêrin gotara ewlehî, rêkûpêkî, nasname û ‘parastina hebûnê’, ev hêz li ser qada siyasî serdest in û her îhtîmala jiyana hevbeş, wekhevî û azadiyê sînordar dikin. Di qadeke wisa de, çepgirên berê yên tepeserkirî û niha bi piranî bêserûber ne tenê îzole dibin, di heman demê de îhtîmala ji nû ve avakirina xwe jî winda dikin. Ev rewş beşek ji heman çerxa gerdûnî ye ku tê de krîz rastgiriyê xurt dike û rastgirî krîzê ji nû ve diafirîne.
Rastgirî mezin dibe zexta ser jinan zêde dibe
Ev meyl tenê bi siyasetê ve sînordar nîne; di heman demê de di asta civakî û zayendî de jî encamên kûr hene. Mezinbûna rastgiriyê her gav bi vegera ‘rêza kevneşopî’, ‘malbata navokî’, ‘rolên zayendî yên sabît’ û ‘kontrola laşên jinan’ re tê. Di demên krîzê de, dewletên neteweyî ji bo ji nûve hilberandina hevgirtina windabûyî "jinan" wek sembola rêzik, ehlaq, malbat û nasnameya neteweyî bikar tînin. Jin dibin qada sereke ya siyasetê: kontrola cil û bergan, berdarbûnê, laş, rolên civakî, azadiya tevgerê û kontrola beşdariya siyasî. Li her cihê ku rastgirî mezin dibe, zordestiya li ser jinan zêde dibe. Ev qanûnek avahîsaziyê ye, ne qanûnek çandî ye.
Alternatîfa li dijî şerê cîhanê entegrasyona demokratîk e
Di cîhaneke wiha de, tenê alternatîfa rastîn ew e ku di ‘entegrasyona demokratîk’ de tê pêşniyarkirin: hevjiyana wekhev, parastina nasnameyan, beşdariya rastîn û rêxistina demokratîk ji jêr ve. Ev alternatîf ne tenê bersivek e ji bo krîza koçberiyê, di heman demê de ji bo krîza kapîtalîzmê bi tevahî û bi taybetî jî ji bo zordestiya li ser jinan e. Ji ber ku tenê di avahiyek li ser bingeha wekhevî, cihêrengî, azadî û beşdarbûnê de em dikarin bi rastgir, dewleta netewe ya tund û emperyalîzma ne-hegemonîk re rûbirû bibin. Di cîhaneke ku bi tirsê tê rêvebirin de, tenê siyaseta ku dikare rastgiran paşde bixe siyasetek li ser bingeha hevjiyana hevbeş, azadî û wekheviyê ye - siyasetek ku çepgir divê ji nû ve ava bike û jin di navenda wê de bin.