Mesrefên leşkerî yê gerdûnî ev 11 sale bê navber zêde dibe
Bi gelemperî dinyayê mesrefên leşkerî rekor şikand. Mesref giha nêzî 2.9 tirilyon dolar, DYE, Çîn û Rusya di rêza destpêkê ya van mesrefan de cih digre.
Navenda Nûçeyan – Bi gelemperî dinyayê mesrefên leşkerî, di 2025’an de zêdebûnê didomîne, giha nêzî 2.9 trilyon dolar.
Li gorî rapora ji aliyê Enstîtûya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî ya Stokholmê (SIPRI) hatî weşandin, di mesrefên leşkerî yên gerdûnî de li pey hev ev bû sala 11’an a zêde dibe.
DYE, Çîn û Rusya di rêza destpêkê dene
Li gorî raporê, DYE,Çîn û Rusya bi giştî bi mesrefa 1.40 trilyon dolar, ji nivê zêdetir a gerdûnî pêk tê. Bi bandora pefçûnên zêde, mesref di salekê de ji sedî 2.9 zêde bû. Ev zêdebûn, tevî daketina mesrefên leşkerî ya DYE pêk hat.
DYE di 2025’an de 954 milyar dolar xerc kir, li gorî sala din ji sedî 7.5 daket. Sedemên bingehîn ê vê daketinê, berûvajî sê salên bûrî wek erêkirina paketên alîkariya leşkerî yê nû yê Ukranyayê hate nîşandan.
Lê belê li bendê ne ev daketin demkî be. Kongreya DYE ji bo sala 2026’an butçeya parastinê li ser 1000 milyar dolar erê kir, hate diyarkirin ku ger Donald Trump vê pêşnûmeya butçeyê erê bike, dibe ku ev hejmar di 2027’an de bigihe 1500 milyar dolar.
Li Rojhilata Navîn mesrefa 218 milyar dolar
Li Rojhilata Navîn mesrefên leşkerî di sala 2025’an de giha nêzî 218 milyar dolar. Ev îşaret bi wê dike ku li gorî sala bûrî tenê ji sedî 0.1 zêdebûnek sînordar dike. Di nava welatên ku dane diyarin de ji derveyî Îsraîl, piranî ên ku li herêmên mesref dikin butçeya xwe zêde kirine.
Mesrefên leşkerî yên Îsraîl ji sedî 4.9 kêm bû, daket 48.3 milyar dolar. Ev daketin, di Çileya 2025’an de piştî agirbesta bi Hamasê re, li Xeza dijwariya pevçûnan kêm bûye di teyîsîne. Tevî vê jî mesrefa leşkerî ya Îsraîl di asta 2022’an de hê li ser ji sedî 97’e.
Li Tirkiyeyê mesrefên leşkerî zêdebûne
Li Tirkiyeyê mesrefên leşkerî di 2025’an de ji sedî 7.2 zêde bû û giha 30 milyar dolar. Hate diyarkirin ku divê zêdebûnê de, operasyonên leşkerî yên li Iraq, Somalî û Sûriyeyê bi bandor bû.
Mesrefên Îranê yê leşkerî, li pey hev di sala duyem de daket. Di 2025’an de ji sedî 5,6 daket, bû 7.4 milyar dolar, di astek mezin de çavkaniya xwe ji enflasyona zêde ya ji sedî 42 digre. Hate îfadekirin ku li beramberî vê di mesrefên nomînal de zêdebûn çêbûye.