Li Darfurê ji ber êrîşên hewayî û xelayê mirin zêde dibe

Bi dijwarbûna pevçûnên di navbera artêşa Sûdan û RFS’ê de, li Darfurê krîza mirovî kûr dibe. Li gorî daneyên NY’ê, bi milyonan kes di bin gefa birçîbûn û koçberiyê de ne. Di êrîşên dawî de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan – Rewşa mirovî li herêma Darfurê, bi zêdebûna êrîşên hewayî yên di navbera Hêzên Piştevaniya Lezgîn (Rapid Support Forces-RSF) û artêşa Sûdanê de, bi lez xirab dibe. Ji ber xelaya hatî îlankirin û bê ewlebûna cidî ya xwarinan, tengasiyên ku bi milyonan mirov dijîn kûrtir bûne.

Li gorî daxuyaniya koma Parêzerên Rewşa Awarte (Emergency Lawyers), di encama êrîşa hewayî ya artêşa Sûdanê li dijî kampa Al-Hamidiyah ya li bajarê Zalingeî ya girêdayî eyaleta navenda Darfurê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane, gelek kes birîndar bûne û rewşa hinekan gelek giran e. Hate diyarkirin kampa ku rastî êrîşê hatî, cihek bicihbûna sivîlan e. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev ne êrîşa yekem e, di meha Adarê de nexweşxaneya El Daein rastî êrîşa artêşa Sûdanê ve hatiye û ev yek ji komkujiyên herî giran ê sivîl ku ji destpêka pevçûnên ku Nîsana 2023’an de destpêkirî heta niha ye.

Êrîş hate şermezarkirin

Saziyên navneteweyî, bi taybetî Neteweyên Yekbûyî, êrîş bi awayek tund şermezar kir. Ofîsa Koordînasyona Karê Mirovî ya NY’ê, diyar kir ku êrîşên bi vî rengî tu awayî nayê qebûlkirin.

Bi heman awayî, gelek qadên siyasî û civaka sivîl ên Sûdanê daxuyaniyên ku êrîşan şermezar dikin dan. Banga lezgîn li civaka navneteweyî kir ku sivîlan ji balafirên şer û êrîşan biparêzin.

Bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan

Li Darfura ku di astek mezin de di bin kontrola Hêzên Piştevaniya Lezgîn de ye, ji ber pevçûnên ku ev nêzî sê salan e di navbera wan û artêşa Sûdanê de didome, hilweşînek mirovî ya sosret tê jiyîn. Di vê pêvajoyê de bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û zêdeyî 11 milyon kes koçber bûne.

29 milyon kes di nava bêewlehiya xwarinê de dijîn

Krîza mirovî, bi îlankirina xelayê ya li herêma Darfur û Kordofanê girantir bû. Li gorî rapora dawî ya Rêxistina Çandinî û Xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî, li welat nêzî 29 milyon kes ango zêdeyî ji sedî 60’ê nifusê, bê ewlebûna cidî ya xwarinê dijî. Ji serê salê heta niha, di encama êrîşên hewayî yên zêde bûne û bi teybetî bikaranîna balefirên bê mirov de, li gorî texmînên NY’ê, zêdeyî 700 kesan jiyana xwe ji dest dane.