Malbata Rojwelat Kizmaz serî li dozgeriyê da
Di 9’ê Sibata 2024’an li Êlihê Rojwelat Kizmaz a 26 salî winda bûbû û piştî sê rojan cenazeyê wê di Gola Bendava Heskîfê de hatibû dîtin. Dosyaya mirina wê ya biguman bi biryara “hewcehî bi lêpirsînê nîne” hatibû girtin.
Navenda Nûçeyan – Malbata Rojwelat Kizmaz bi daxwaza “lêkolîneke berfireh û bi bandor” serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da. Malbatê geşedanên dawî yên di dosyaya Gulistan Dokûyê de wekî “delîlên nû” nirxandin û ji bo rakirina biryarên berê yên di dosyaya Rojwelat de, serlêdanek kirin. Malbat û parêzerên wan ku li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî dan, daxwaz kirin ku bûyer ji nû ve û bi awayekî aktîf were lêkolînkirin.
‘Kêmasî û îhmalên cidî hene’
Malbatê bal kişand ser îhmalên di her du dosyayan de û diyar kir ku xebatên lêgerînê û pêvajoya komkirina delîlan kêm mane. Malbatê destnîşan kir ku di her du bûyeran de jî rêbazên bi vî rengî hatine meşandin û xwestin ku der barê kesên îhmala wan heye de lêpirsîn were destpêkirin.
‘Em ê li pey heqîqetê bin’
Malbatê herî dawî ragihand ku ji bo derketina heqîqetê û ronîkirina hemû aliyên bûyerê, ew ê heta dawiyê şopdarên pêvajoya hiqûqî bin û bal kişand ku her geşedaneke di dosyaya Gulistan Dokûyê de rasterast bandorê li dosyaya Rojwelat Kizmaz jî dike û divê dozgerî bi vê hişmendiyê tevbigere.