Ji malbata Nêrgiz Mihemedî banga lezgîn
Hate diyarkirin ku rewşa tenduristiya parêzvana mafên mirovan û xwediya xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî giran bûye, lê rayedarên Îranê xwegihandina tedawiyê asteng dikin. Malbata wê banga lezgîn a mudaxeleyê kir.
Navenda Nûçeyan – Hate zanîn ku parazvana mafên mirovan û xwediya Xeleta Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî, nayê tadawîkirin. Malbata wê diyar kir ku bijîşkên girtîgeha Zecanê bi fermî diyar kirine ku rewşa Nêrgiz Mihemedî xirab bûye, çavdêriya tibî ya lezgîn lazim e, tevî vê jî Dozgeriya Tehranê, bi awayek derhiqûqî sewqa nexweşxaneyê asteng dike.
Hate diyarkirin ku Nêrgiz Mihemedî êşa sing, serêş, nefesetengî û windakirina kîloyan bi awayek ne normal dijî. Hate destnîşankirin ku ger rewşa heyî bidome, jiyana wê dikeve xeterê û gef li mafê jiyana tê xwarin. Malbatê daxwaz kir ku divê bi awayek lezgîn Nêrgiz Mihemedî sewqî navendek tenduristiyê ya pispor bê kirin.