Xwendekaran xwest li seranserê Îranî çalakî werin lidarxistin
Piştî darvekirina Muhsin Şikarî, gelek rêxistinên xwendekaran daxwaz kirin ku îro 10’ê Kanûnê serhildan li seranserî welat dest pê bikin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gel ên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, tevî hemû êrîş, girtin, îşkence, kuştin û qetikirinan berdewam dikin. Di roja 9’ê Kanûnê de, rojek piştî darvekirina yekem hemwelatiyê girtî yê xwepêşandanên Îranê, çend rêxistinan li seranserî Îranê daxwaz kirin ku îro raperînan li seranserî Îranê belav bikin.
Gelek rêxistinên xwendekaran, jin û ciwanan ji bo îro biryara çalakiyan girtin.
Muhsîn Şikarî di 8’ê Kanuna 2022’an de ji aliyê hikumeta komara Îslama Îranê ve hat darvekirin. Ev darvekirina yekem a kesên beşdarî serhildanên vê dawiyê li Îranê bûne bû. Hikumeta komara Îslama Îranê bi armanca qutkirina dengê xelkê hejmarek zêde ya hemwelatiyan girtine ku di navbera wan de zarok jî hene. Rêxistinên mafên mirovan berê jî hişyarî dabûn ku darvekirin ji bo tirsandina civakê ne.
Gelek rêxistinên xwendekaran beşdar dibin
Navê rêxistinên xwendekaran ên ku daxwaza serhildanên li seranserê Îranê kirin wiha ne: Komeleya xwendejarêb pêşengt, hevpeymana zanîngeha teknolojiyê ya Esfehanê, hevpeymana xwendekaran ŞehrKurd, jinên têkoşer û şoreşgerên Kurdistanê, Kurî şoreşgerên ciwanan Zahîdan, ciwanên taxa Sine, ciwanên şoreşgerên taxa Kamyaran, zanîngeha Terbiyat Muderes, zanîngeha Esfehan, zanîngeha bijîjkên Esfehan, zanîngeha Azadî Felewercan, zanîngeha Azadî Esfehan, zanîngeha Xurasgan, zanîngeha teknolojî Esfehan, ciwanên şoreşgerên Cawrud, ciwanên şoreşger ên Dizlî, zanîngeha Azadî Necef Abad û hwd.