Ciwanê ku hatibû qetilkirin bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ spartin axê

Di Encama guleya hezên rejîma Îranê de Human Abdulahê 21 salî hate qetikirin û cenazeyê Human bi diruşmeyên ‘Şehîd Namirin’ sipartin axê.

Sine – Li Îranê serhildanên gel yên bi qetilkirina Jîna Emînî re destpêkir, berdewam dike. Gel li beramberî hemû zext, kuştin, qetilkirin, girtin û êrîşan re bi israrin ku gavê şûnde ne avêjin. Li hemû bajarên Îranê dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind bû û ev dirûşme ji bo hemû jinan bû hêviyek ya azadiyê, rejîma Îranê jî bi zext û zordariyê hewl dide ku vê serhildanê bitepisîne. Li aliyek bi biryara darvekirinê û li aliyek din jî li gel raste rast gule barankirinê, heta niha 458 kes hatin qetilkirin.

Raste rast tên hedefgirtin

Di 7’ê Kanunê di xwepêşandanên li taxa Hassan Abad ya Sine, ciwanê bi navê Human Abdullahî raste rast bû hedefa guleyên hêza rejîma Îranê û Hunan Abdullahî li beramberî hemû mudexeleyan nehat rizgarkirin. Dûh bi merasîmek girseyî cenazeyê Human Abdullahî bi dirûşmeya ‘Şehîd Namirin’ li goristana Hasan Abad sipartin axê. Humanê ku bi gelek xeyalan daketî qadan ji bo azadiyê şer kir.