Nobeta Edaletê di roja 641’emîn de ye

Malbata Şenyaşar ev 641 roj e têkoşîna edaletê didin û li bendê ne ku dengê wan were bihîstin.

Riha - Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar li Pirsûsê di 14’ê Hezîran sala 2018’an de xizm û parêzvanên wekîlê AKP Ibrahîm Halil Yildiz di 9’ê adara 2021’ê de êrişî malbata Şenyaşar kir di encamê de hevjîn û 2 kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ku ji komkujiyê bi birîndarî xelas bûbû, di 9’ê adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn.

Îro roja 641’emîn de li ber deriyê Fuara Pirtukan ya Riha yê berdewam dike. Malbata Şenyaşar bi dirûşma ‘Ji bo edaletê, jiyanek bi adilane em nexwînin nabe’ diyarkiribûn ku wê li standa weşanxaneya Sidar bin û hemû kesî dawetî standê kiribû.

Her wiha di derbarê Emîne Şenyaşar de heta niha 15 lêpirsin hatine vekirin, 6 ji wan vegeriyan dozan. 2 ji van dozan ku ji heftiya mafê mirovan de di 6’ê Kanunê de jê re hate ragihandin.