Tulay Hatîmogullari: Bac weke bomba li me dizivire
Parlamentera HDP’ê Tulay Hatîmogullari di Pêşniyarqanûna Budçeya Wezareta Parastinê axivî û bal kişand ser polîtîkayê derve yên desthilatê û normalkirin û bi karanîna çekên kiyayî û got em polîtakayên şer qebûl nakin.

Ankara- Li TBMM de di tura 4’emîn a Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2023’yan de li Lijneya Giştî ya Meclisê budçeya Wezareta Parastinê tê nirxandin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tulay Hatîmogûllari di hevdîtinê de di derbarê mijarên polîtîkaya şer, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Federe ya Kurdistanê axivî.
‘We mantiqê bûtçeyê xist holê’
Tülay Hatimoğulları got: Vê ixtidarê çikiriye, elehiya welat, aramî û aboriya wê ji bo menfîetên xwe bi kartîne, eve ne hemû bi maskeya welatparêziyê kir. Li vêderê ev dûroj nirxandinên ku di derbarê butceyê de hatin kirin û Nurettin Canikili li se rnavê AKP’ê diaxive û dibêje ji ber ewlehiyê gelek pare tê xerckirin û nirxî teqemeniyekê 5 milyar dolare. Bi vi awayî we mantiqê butêeyê b awayek vekiri derxist holê û wiha got. “AKP û şirîkên wê li herêmê ne siyaseta aştî û diyalogê lê siyaseta şer û pevçûnan dimeşîne. Lewma jî em neçar dimînin çavkaniyên xwe ji bo çek, tank û topan xerc bikin. Her ku hûn budçeya ji pariyê nanê gel hatiye kêmkirin û ji bo şer tê xerckirin zêde dikin, ewlehiya vî welatî xerabtir dibe. We şerê Sûriyeyê veguhest Tirkiyeyê û li Lîbyayê her tişt serûbin kir. Berdevkê Serokkomar Îbrahîm Kalin niha jî qala stratejiya sedsala nû ya komarê dike. Ew jî; asayîbûn e. Gelo baş e ev 20 sal in we nekarî vê stratejiyê bicih bînin? Bi piştgiriya hûn didin rêxistinên selefî û cîhadîst re, bi êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re hûn nikarin asayî bibin.”
‘Civak li benda daxuyaniyekê ne’
Tülay Hatimoğulları di axaftina xwede bal kişand li ser bikaranîna êekên Kimyayî û wiha got: “Hun xwedî li HTŞ’ê derketin. Bi axaftina xwe re xwedî li rêxistinên weke DAIŞ, El Nusra û dûvikên wan derket. Bêyî ku hûn bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê lêkolîn bikin, hûn ne dikarin li Iraqê û ne jî li devereke din bi kurdan re asayîbûnekê çêbikin. Ez careke din bi bîr dixim; we gotibû ku ‘di edvantera me de çekên kîmyewî tune ne’ lê piştre we got ku em gazên ku rondikan ji çavên mirovan tînin, bi kar tînin. Divê hûn van gotinên hev nagirin zelal bikin. Civak li benda daxuyaniyekê ye. Di derbarê vê mijarê de seroka TTB û pispora Tibê bi xwe di derbarê bikaranîna çekên kiyayî irxandin kir û niha jî Şebnem Kurur Fincanci li girtigehê ye û ji vê derê em silavên xwe rêdeikin.”
Li Kobanê ki jiyan dike?
Tulay Hatimoğulları bal kişand li ser êrîşên di 19’ê mijdarê de li se rBkûr û Rojhilatê Surye û wiha dom kir: “Di şeva 19’ê mijdarê de bi hinceta teqîna li Taksîmê we êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Lê hemû dîmen, îfade û belgeyên zelal ên derheqê teqînê de nîşan da ku ev kar karê DAIŞ, El Qaîde û dûvikên wan e. Lê we kir sedema êrişê. Sedemê bvan oparasyonan çiye, hun dibêjin çavê me ne li xaka kesêye. Lê belê polîtakayên Osmaniya nû heta Lîbyayê çûn. Hûn dibêjin pirsgirêka me bi kurdan re nîne lê li her çar parçeyên Kurdistanê li dijî kurdan şer dikin. Erdogan digot; ‘Kobanê xelas bû.’ Baş e lê tişta li Kobanê xelas dibû çi bû? Mirovên mîna me û we li wir dijîn. Yên ku hûn dixwazin li wir tune bikin, gelê kurd e. Ev yek nayê qebûlkirin. Di wê navbera 30 km’an de kurd, tirk, ereb hene. Hûn dê yan wan gelan tune bikin an jî bidin koçberkirin. Ma ji bilî vê rêyeke din heye ku hûn bibêjin me xelas kirin? Êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yek ji parçeyên kampanyaya hilbijartinê ye. Em qebûl nakin ku zarokên gelê me yê xizan li Sûriyeyê û deverên din bên kuştin. Bacên ku em didin, weke OSO, HTŞ, bombe, tank û top li me vedigerin. Em vê yekê bi tu awayî qebûl nakin.”