Xizmên girtiyan hatin binçavkirin

Malbatên ku xwestin girtiyên nexweş bên berdan vê hefteyê di nobeda edaletê de hatin binçavkirin.

Stenbol – Xizmên girtiyan û yên berdana wan hatiye taloqkirin 38’emîn çalakiya xwe ya nobeta edaletê li Stenbolê pêk anîn.

Li çalakiya nobeta edaletê ya li pêşiya Edliya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin, Kumrî Akgul a xuşka girtiyê nexweş Erdal Ozel ê li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2 a Tekîrdagê di hucreya yek kesî de tê girtin, Cemîle Çîftçî ya xuşka girtiyê nexweşê giran Selîm Çîftçî yê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Umraniye tê girtin, Zeynep Calihan a dayîka Hatîce Celîhan a li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê tê girtin, xizmê girtî Gulsum Ozturk û gelek kesên din beşdar bûn.  

Tevî astengiyan meşiyan

Meydana Çaglayanê vê hefteyê bi hinceta “qedexeya çalakî û çalakiyan” a Qeymeqamtiya Kagithaneyê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan xwestin pêşiya xizmên girtiyan bigirin. Xizmên girtiyan tevî hewldana astengkirinê jî meşiyan.

Xizmên girtiyan diyar kirin ku ew êrîşa polîsan a hefteyî ya li hemberî xwe qebûl nakin û bertek nîşanî astengkirinê dan. Xizmên girtiyan ên ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin û polîsan bi zorê wan li wesayîta binçavkirinê suwar kirin.

7 kes hatin binçavkirin

Tevî xizmên girtiyan Omer Ertugrul, Serhat Ertugrul û kesekî din ê navê wî nehat hînbûn bi hinceta piştgirî dane çalakiyê hatin binçavkirin. Hat hînbûn 7 kesên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeya Kagithaneyê.