Darvekirina azadîxwazan hêrsa gel mezintir kir
Girtinên şoreşgeran û derxistina cezayên giran yên weke darvekirina xwepêşanderan ji aliyê dewleta Îranê ve, serhildanên şevan geştir kiriye. Şeva bûrî li piraniya bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê şahidiya şoreşek mezin kirin.

Navenda Nûçeyan - Ev sê meh e serhildanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li beramberî hemû êrîş, girtin, kuştin û sezayên darevekirinê berdewam dike û ev şoreş her roja ku diçe geştir dibe.
Li bermaberî rewşa hewayê, dorgirtina hêzên rejîmê û belavkirina teqemeniyên leşkerî yên giran, şeva bûrî jî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li Sine, Seqiz, Diwandere, Mihabat, Urmiye, Kirmanşan, Şabat, Merîwan û gelek bajarên din bi pêxistina agir, şewitadina hêmayên hikumetê û berzkirina dirûşmeyan, serhildan berdewam kir. Hat zanîn ku li bajarê Saqiz û Sine şer di navbera azadîxwaz û hêzên rejîma Îranê de pevçûn derketin, lê belê tu zanyarî derbarê hêjmara kesên jiyana xwe ji dest dane û birindaran de nehat zanîn.
Her wiha piştî darvekirina xwepêşandarek yê serhildanê ji aliyê rejîma Îranê ve, şeva bûrî xelkê azadîxwaz li Sistan, Belucistan, Tahran, Meşhed, Esfehan, Şîraz, Ehmuz, Kirman, Mezenderan, Reşt, Tebrîz, Sarî, Qum, Qezwanû bajarên din gel rijiyan qadan û diruşmên li dijî rejîma Îranê avêtin. Bi pêxistina agir û bilindkirina wêneyên kesên di serhildanê de jiyana xwe ji dest dane bal kişandin li ser serhildanê. Soza daxwazên xwe û Şehîdan carek din dûbare kirin.