Xizmên windayan vê carê kûjerên jinan pirsîn

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta jinên ku ji ber 25'ê Mijdarê di bin çavan de hatin windakirin û di kiryar nediyar de hatin qetilkirin, pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di çalakiya hefteya 772'emîn a bi dirûşma "Bila windahî bên dîtin û kujer bên darizandin" de carek din aqûbeta windahiyên xwe pirsîn.

Girseya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê li hev civiya, pankarta bi wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin vekirin û wêneyên xizmên xwe yên hatine qetilkirin hilgirtin. Seroka ÎHD'ê Suzan Mehmetoglû Aksoy a di daxuyaniyê de axivî, balkişand di civaka ku ji aliyê pergala serwer a mêr ve hatiye hilbirandin de, jin ji dîrokê heta niha li her qadê hatine çewisandin û anî ziman ku jin li dijî vê zilmê û tundiyê tu caran serî netewandiye û têkoşîna xwe berdewam dikin.

'Têkoşîna me wan tirsand'

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Halîde Turkoglu jî di axaftina xwe ya daxuyaniyê de diyar kir ku hikûmetê ji bo zilmê hemû rêyên tundiye diceribîne û heta niha jî van pêkanînan didomînin. Halîde Turkoglu, wiha got: “Her şemî li gelek bajaran xizmên windayan têkoşîna maf û edaletê didin. Ji ber ku hikûmet zilm li me kir, îşkence li me kir û zext li me kir. Ji aliyekî ve jî ji me ditirsin. Tevî ev hemû îşkenceyan jî ji ber ku me dev jî têkoşîna berneda, ji me tirsiyan.”

'Karaktera sereke ya guhertinan jin e’

Hevseroka HEDEP'ê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn jî wiha axivî: “Ger em behsa bêhiqûqiyên li dijî jinên ku îro karaktera sereke ya guhertinê ne bikin, dê tu carî xilas nebe. Bi taybetî jin li her qadê rastî tundiyê tên. Rewşa ku malbatên xizmên windayan ên ku tu gunehê wan nîne tên jî nayê qebûlkirin û ev rewş dilê me dişewitîne.”